Yekitiya Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê ya taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê, têkildarî dorpêçkirina li ser taxan ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji hêla sekreterê yekitiyê Mihemed Hisên û ji rêveberên yekitiyê Ristem Elî ve li herêma Şeqîf a taxa Şêxmeqsûd bi amadebûna pîşesaz, bazirgan û karkeran hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dorpêçkirina taxên sivîlan, astengkirina ketina madeyên pîşesaziyê û astengkirina veguhastin û bazirganiyê, bûye sedema girtina tevahî ya kargeh û atolyeyan, hilweşîna tevgera bazirganî û pîşesaziyê û zêdebûna rêjeya bêkariyê.
Her wiha hate destnîşankirin ku dorpêçkirinê zirar daye bazirganiya bi parêzgehên din ên Sûriyeyê re ku ev yek ji bo aboriya neteweyî bi tevahî windahiyek e, ne tenê ji bo wan taxan.
Yekitiyê di daxuyaniya xwe de bang li hikumet û rayedarên têkildar kir ku tavilê û bê şert û merc dorpêçê rakin, rêyan ji bo tevgera bazirganî û pîşesaziyê vekin û pêdiviyan peyda bikin.

