Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir
Jin

KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

Koordînasyona KJK'ê di şexsê Hakî Karer, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de şehîdên meha Gulanê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr anî û ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdên meha Gulanê bang kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Gulan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek da, şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, “Di dîroka me ya têkoşînê de meha Gulanê weke meha şehîdan bi wate bûye.”

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Meha Gulanê ew meh e ku ji bo hêjayî şehîdan bin û bersiva herî bi wate bide bîranînên wan, gava destpêkê lê hate avêtin. Di 18’ê Gulana 1977’an de piştî ku hevrê Hakî Karer ku Rêber Apo ji bo wî digot ‘Ruhê min ê veşartî ye’ hate şehîdxistin, ji bo dilsoziya bi şehîdan re biryara avakirina PKK’ê da. Ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Denîz, Yûsûf û Huseyînan li sêdarê, Sînan, Alpaslan û Kadîran li Nûrheqê, Îbrahîm Kaypakkaya li odeyên êşkenceyê nemir bûn, sembola çalakiyên Geziyê Destan, Ûlaş Bayraktaoglû Û şehîdên Geziyê mîrateyeke mezin ji me şopdarên xwe re hiştin. Di şoreşa Kurdistanê de ji hevrê Hakî Karer heta bi Halîl Çavgûn, Ferhat, Eşref, Mahmût û Necmî, Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn, Gûrbet Aydin, Ayten Bagok, Rojbîn Serhat, Hêlîn, Mesla Mûnzûr û Şîrîn Elemhûlî, Erdal, Êrîş û Andok, Ferzad Kemanger û Kasim Engîn bi sedan şehîdên me nirx tevlî nirxên şoreşa Kurdistanê kirin û tevlî karwanê nemiran bûn. Şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê bi nemirbûyîna xwe şoreşa yekbûyî û nirxên demokrasiyê afirandin. Di dîroka me ya têkoşînê de meha Gulanê weke meha şehîdan bi vî rengî bi wate bû, bû xwedî nirx.

‘TÊKOŞÎNA JI BO HÊJAYÎ WAN BE’

Herî dawî di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de şehadeta hevalên Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn ên di demên cuda de tevlî karwanê nemiran bûn, hate ragihandin. Di şexsê hevalên Fûat û Riza de em şehîdên xwe yên meha Gulanê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.

Şehîdan jiyan, xeyal, hêvî, îrade û hesreta xwe danîn holê û şer kirin; jiyan, lê li gel vê yekê jî timî xwe li pêşberî gelê xwe deyndar didîtin. Her yek ji wan ji bo jiyaneke bi rûmet û azad bi rê ketin, bi têkoşîn, jiyana xwe bi xwe bûn rê. Me jî hêza xwe ya têkoşînê û îradeya xwe ji van hevrêyên leheng wergirtin. Weke ku Rêber Apo got, ‘Têkoşîna me di heman demê de têkoşîna ji bo hêjabûyîna ji şehîdan re ye’. Têkoşîna me ew têkoşîn e ku têkoŞîna van hevrêyên leheng ên bû partîbûnên rasteqîn mezin bikin û hêjayî wan bibin.

ŞEHÎDÊN DAWÎ YÊN HATIN RAGIHANDIN ÊN XELEKA NIRXAN

Ji şehîdên herî dawî hatin ragihandin ên xeleka van nirxan, kadroyê rêber ê damezrîner ê PKK’ê hevrê Fûat bû sembola ‘Dilsoziya bi Rêbertî re, Heqîqet û Jiyana Pîroz’. Tevahiya jiyana xwe weke derwêşekî jiya. Weke lêgerînerekî heqîqetê yê jiyanê, li pey wateyê beziya. Hevrê Fûat xwe bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê xurt kir, xemiland û weke hevrêyekî jinê jiya. Di kesayetiya xwe de hem taybetmendiyên mêr ên hegemon ji holê rakir, hem jî bi gotina Rêber Apo di şexsê xwe de mêrtî kuşt, ji bo afirandina hevrêtiya jinê ya herî bi wate û pak têkoşiya.

Kadroyê pêşeng ê civaka polîtîk û exlaqî hevalê Fûat têkiliya moralê ya exlaqî derxist holê û jiyana xwe bi moraleke mezin jiya. Bersivdayina li kêliya şoreşgerî jî hevalê Fûat tevahiya jiyana xwe weke şoreşgerekî kêliyê jiya. Şoreşgerekî mezin bû ku bi aqil û hestê meşiya. Rêber Apo got, ‘Parêznameyên min li ku be ez jî li wir im’. Hevalê Fûat 24 saetan parêzname xwend, 24 saetan bi Rêber Apo re jiya. Ya herî girîng jî ev nirx ne tenê di kesayetiya xwe de afirand, her wiha ji bo civakîbûna wê jî hewl da.

HEVRÊYÊ RÊBER APO YÊ DESTPÊKÊ

Heval Riza Altûn yek ji hevalên Rêber Apo yên destpêkê bû û bi rêya hevalê Kemal Pîr Rêber Apo nas kir, heta kêliya xwe ya dawî girêdayî Rêber Apo bû û têkoşîna xwe domand. Ew şopdarekî mezin ê Apoyî bû ku her tim xwe bi pêş dixist û li ku derê pêwîstî pê hebûya, amade bû. Her tim aniye ziman ku ew jiyan, têkoşîn, berxwedan û serkeftinê ji dayika xwe ya leheng hîn bûye.

Hevrê Fûat û Hevrê Riza her tim jiyana xwe li ser bingeha têkiliyeke sosyalîst a bi jinê re esas digirtin. Ew bi hişmendiya di mirovbûnê de israrkirin di sosyalîzmê de israrkirine tevgeriyan û di heman demê de rastiya serdema sosyalîzmê jiyan û dan jiyîn. Bi gotina, ‘Her tişt biguhere jî Apoyî mayînde ye’ her tim xwe weke Apoyî dan naskirin. Ew di fikir, zikir û çalakiyên xwe de bûn yek. Bi rengekî azad fikirîn, bêy tirs axivîn û bi qasî ku axivîn jî pratîk kirin. Ew zanayên hemdem ên çiya û Kurdistanê ne.

BANGA PARASTINA MÎRATEYA WAN HAT KIRIN

Hevrê Fûat û Hevrê Riza ji bo dîtina mifteyên ku di komkujiya Dersimê de ya li çiyayên herî serhildêr bibînin, dest bi meşê kirin. Em îro bi hêsanî dikarin bibêjin ku mifteyên hatine windakirin hatin dîtin û êdî ne tenê deriyê çiyayên Dersimê ew gihiştine wê hêzê ku hemû deriyên bedew vekin. Tevgera me ya azadiyê ku partiyeke şehîdan e, bi ked û nirxên ji aliyê van hevrêyên hêja ve hatine avakirin, nemir bûye. Meşa li ser şopa van hevrêyan, bûyîna Apoyîyên mîna wan, berpirsyariya herî mezin a me hevrêyan, ciwanan, jinan û gelê me yê hêja yê welatparêz e. Hevrê Fûat û Hevrê Riza bi jiyan û girêdana xwe ya bi xeta Apoyî re ruh û rêbaza têkoşînê ya dema nû derxistin pêş. Ji bo ku em her tim weke Apoyî têbikoşin û van rêgezan bidin jiyîn, wan peywireke mezin daniye pêşiya me.

Li ser vê bingehê em careke din di şexsê hevrê Hakî Karer, Hevrê Fûat û Hevrê Riza de hemû şehîdên xwe yên meha Gulanê bi hurmet, hezkirin û minetdarî bibîr tînin. Em bang li tevahiya gelê xwe, bi taybetî jî li jin û ciwanan dikin ku van hevrêyan nas bikin û xwedî li mîrateyên ku wan ava kirine derkevin û xurt bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Xezeyê di bombardûmanê de herî kêm 33 kes hatin qetilkirin
Nûçeya Pişt re Li Kobanê ‘Navenda Înîsiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan’ hat vekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin

Li bajarên Aydin, Kutahya û Îzmîrê yên Herêma Egeyê şewat derketin. Xebatên ji bo vemirandina…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê hişyar û baldar in’

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hesekê Zurer Miêş diyar kir ku hêzên wan hişyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê aştiyê diyarî Denîzê bikin

Denîz Poyraz a di êrîşî li dijî Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de hat qetlkirin, di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump cardin gef li Îranê xwar: ‘An lihevkirin an jî êrîşeke nû’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Pentagonê wezîfeyeke nû da Elon Musk: Wê şerê siberojê plan bike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Talîban: Di êrişên hewayî yên Pakistanê de zarok jî di nav de 9 sivîl mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?