Duşem, 29 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojnamevan Celalettîn Yalçin hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hîn di rojevê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gursel Tekîn wekî qeyûm wê erkê xwe bidomîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza berdana Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hat redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Mafê hêviyê mafek e ku nabe bê taloqkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsreyê dubare kir: Em amade ne bibin navbeynkar, bila biryarên DMME’yê bi cih bêne anîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şîna gerîlayê HPG’ê Fırat Kuşak bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bîranîn û mîrata şoreşgerî ya Riza Altun dê têkoşînê ronî bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê 3 şehîd bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li çiyayên Kurdistanê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerîk: Hevrêtî dihat wateya hevalê Riza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kizil Xalit: Hevalê Riza bi berxwedana xwe mohra xwe li şoreşê xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ’ê Rêvana Rojava û Arîn Mîrkan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Amedê ber bi Enqereyê ve pira aştiyê: Jin dê bi daxwazên xwe bimeşin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê bi jinan re civîna ‘aştî û civaka demokratîk’ hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê li Sûriyeyê mafê jinan û neteweyên din bên parastin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJIN’ê daxwaz kir ku rojnameger Haval Arslan tavilê were berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meş: Em edaletê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma Vartinîs wê li Berlînê bê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed wê ji fîlmên dokûmanter têr bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Denîz Bîlgîn ‘Pioggia di nuvole’ bi xwînerên xwe re tê cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Berxwedana Keleha Arnonê û Kongreya 2’yemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlm a Rojava fîlmê ‘Heval Birako’

    Ji aliyê Stêrk TV

    5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dr. Korkmaz: Ji bo aştiyê pêwîstî bi tevgiriya hiqûqî heye
Rojane

Dr. Korkmaz: Ji bo aştiyê pêwîstî bi tevgiriya hiqûqî heye

Dr. Toros Korkmaz diyar kir ku pêvajo li ser pratîka şer nikare bê meşandin û destnîşan kir ku pêwîstî bi tevgiriya civakî û hiqûqî heye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Pisporê siyaseta navneteweyî Dr. Toros Korkmaz ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku pratîkên pêvajoyên çareseriyê yên beriya niha yên li Tirkiyeyê bi fikarên siyaseta rojane ji dest hate berdan. Dr. Korkmaz got, “Têkçûna pêvajoya 2013-2015’an, şerê giran ê piştî vê yekê rû da, pêla şoven, neteweperestî û mîlîtarîst a bi polîtîkaya dewletê ya li dijî Kurdan destpê kir, li nava civaka Tirkiyeyê baweriya bi aştiyê têk bir. Di heman demê de bû sedem ku beşeke berfireh a civakê ku xwe weke Tirk pênase dikin, ji Kurdan gelekî dûr ketin.”

ZIMANÊ AŞTIYÊ DI DETAYÊN HERÎ ZIRAV DE DIVÊ ŞÊNBER BIBE

Korkmaz ragihand ku garantiyên hiqûqî divê tavilê bêne avakirin, beşên herî berfireh ên civakê tevlî pêvajoya aştiyê bêne kirin û got, “Rizgariya beşên civakê yên berfireh ji bandora hegemonîk a mîlîtarîzm, neteweperestiya şoven ji bo pêvajoya aştiyê bi pêş ve biçe û mayinde bibe gelekî girîng e. Guherîna îdeolojîk destpêkê bi guherîna li ziman destpê dike. Li şûna gotinên rêveberên payebilind ên dewletê ku pêvajoyê dike yek tîp, neteweperestiya Tirk dide pêş û tenê di asta ewlekarî û terorê de dinirxîne, divê zimanekî welê bê bikaranîn ku nasnameya Tirkiyeyê dide pêş, bi rengekî samîmî hesabê sûcên li dijî mirovahiyê yên li hemberî Kurdan dide. Girîng e ku welatîbûna di destûra bingehîn de bi nasnameya etnîk a Tirk hatiye pênasekirin ji her cûre nasnameya etnîkî bê paqijkirin. Zimanê saziyên perwerde, çand û olî ku amûrên sereke yên îdeolojîk ên dewletê ye û zimanê medya navendî divê jinûve bêne afirandin. Zimanê aştiyê divê di hemû detayên zirav de şênber bibe.”

JI BO PERSPEKTÎFA AŞTIYÊ REWŞENBÎRÊN RASTEQÎN

Dr. Korkmaz bi bîr xist ku li pirtûkên dersê yên ku li Tirkiyeyê bi milyonan xwendekar dixwînin yekane gotina ‘Kurd’ bi pênaseya ‘Cemiyeta Tealî ya Kurd a Xayin’, bi sûcdariya ‘Şêx Seîd xayinek e ku xiyanet li dewletê kiriye’ derbas dibe û got, “Heta ku ev rewş neyê guhertin em nikarin aştiyê ava bikin. Feraseta ku hêza Tirkiyeyê bi pêşketina li teknolojiya şer dipîve neyê guhertin û mejiyekî ku dewlemendiya çandî, hunerî û zanistî serwer nebe, hingî fikrê ku aştî pîrozmendiyeke li nava civakê belav nabe. Li şûna qaşo rewşenbîrên şoven ku li medya navîn timî têne dîtin û neteweperestiya Tirk didin pêş, divê rewşenbîrên rasteqîn bikevin şûna wan ku xweedî nêrîna humanîst a gerdûnî ne, gelan weke dewlemendiyê dibînin. Heta ku ev nebe perspektîfa aştiyê li nava civakê bi cih nabe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pirtûka li ser Kurdên Anatoliya Navîn li Skandînavyayê hate nasandin
Nûçeya Pişt re Riza Altûn li çiyayên Kurdistanê hate bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Wanê peyama Rêber Apo hate xwendin, posterên wî hatin hildan

Li Wanê di mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de peyama Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji girtiyê li Girtîgeha Evînê peyama ji bo azadiya Abdullah Ocalan

Girtiyê siyasî Mutellib Ehmediyan ji Girtîgeha Evînê peyamek şand û ji bo azadiya Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Erdogan: Bi vê destûra bingehîn Tirkiye nikare ber bi siberojê ve bimeşe

Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan diyar kir ku nepêkane bi destûra bingehîn a darbekaran civak bibe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rojnamevan Celalettîn Yalçin hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Ekvadorê çalakiyên şermezarkirinê: 1 mirî, 17 leşker dîl hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Pêkanînên Îranê cînayetek eşkere ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?