Ji ber krîza aboriyê û bihabûna jiyanê mafê tenduristiyê zû bi zû bi destê mirovan nakeve. Li gelek beşên nexweşxaneyên dewletê randevû bi zehmetî têne wergirtin. Ji bo emeliyatên ku divê bi lez bêne kirin, mirov neçar dimînin ku bi mehan bisekinin. Buhayê zêde yê dermanan jî dike ku xizan nikaribin peyda bikin. Serokê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Veysî Ulgen li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û got, “Xizmeta tenduristiyê mafekî cemaweriyê û mafên mirovan ê bingehîn e. Divêr he kes bi rengekî wekhev û bêpere karibin xizmeta tenduristiyê werbigirin. Dewlet neçar e ku ji her kesî re xizmeta tenduristiyê ya bê pere û wekhev pêşkêş bike. Lewma di avakirian budçeyeke tenduristiyê ya guncaw mirov dikarin xizmeta tenduristiyê werbigirin.”
Dr. Ulgen anî ziman ku bi pêvajoya taybetîkirina li tenduristiyê re ku 12’ê Îlonê destpê kir, pêşî li sektora taybet hate vekirin û tenduristî veguherî xizmeteke kirînê. Dr. Ulgen got, “Dawiya bazirganiya li tenduristiyê çetebûn e. Em îro vê yekê dibînin. Welê lê hatiye ku li gorî pereyê xwe tu dikare xizmetê werbigire. Pereyê te hebe jî xizmeta tenduristiyê bi destê te nakeve.”
‘REWŞ GIRAN DIBE’
Dr. Ulgen destnîşan kir ku rewşa nebaş a li sektora tenduristiyê giran dibe û got, “Çetebûyîna li qada tenduristiyê niha di rojevê de ye. Em gihîştin demeke welê ku li nexweşxaneyên taybet jî êdî xizmet nikare bê dayin. Li nexweşxaneyên cemaweriyê ji xwe nexweş gelekî zêde ne. Hûn neçar in 5 deqeyan li nexweş binihêrin. Krîza randevûyê heye. Li hin branşan doktor nîne. Di sektora tenduristiyê de newekhevî heye. Di hejmarên saziya dewletê TUÎK’ê de ev newekhevî tê dîtin. Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê hîn bi pirsgirêk e. Heta ku ev polîtîkayên bi çavê bazirganiyê li tenduristiyê dinihêre dewam bikin, wê li her qada wê binpêkirin hebe.”
‘DOKTORÊN MALBATÊ VEGUHERÎN BAZIRGANAN’
Dr. Ulgen ragihand ku doktoriya malbatê veguherî sîstemeke mûayene ya taybet û destnîşan kir ku ev rewş zemînekê ji kiryarên ne zanistî re amade dike Dr. Ulgen diyar kir ku di sîstema heyî de doktorên malbatê veguherîne bazirganan û got, “Doktor bazirgan nînin. Bazirganî karê me nîne. Em doktor in.”
‘AVAHIYÊN XIZMETÊ KÊM IN’
Dr: Ulgen weke li tevahiya bajarên Kurdan bal kişand ser kêmaniya hebûna nexweşxaneyên cemaweriyê yên li Amedê û got, “Avahiyên nexweşxaneyê yên heyî dûrî bersivdayina li pêwîstiyê ye. Ji aliyê pêşkêşkirina xizmetê ve nexweşxaneyên cemaweriyê kêm dimînin. Bi taybetî mercên fîzîkî yên avahiyên heyî gelekî nebaş e. Gilî û gazinên hevalên me yên doktor di vê mijarê de gelekî zêde ne. Kapasîteya textan a nexweşxaneyan gelekî kêm e. Ji bo Amedê projeya nexweşxaneya bajêr heye, lê belê em dibêjin, xizmetên tenduristiyê yên li bajarên mezin ên metropol divê li navendeke bi tenê neyên asêkirin, ev çareserî nîne. Eger nexweşxaneya bajêr a tê plankirin jî bibe xwedî mejiyekî bazirganiyê, ev yek wê pirsgirêkên tenduristiyê çareser neke.”
‘WEZÎRÊ TENDURISTIYÊ JI DIYALOG Û PÊŞNIYARAN GIRTÎ YE’
Serokê Odeya Tabîpan a Amedê Dr. Veysî Ulgen ragihand ku Wezareta Tenduristiyê polîtîkayeke ku karibe pirsgirêkên tenduristiyê çareser bike danîne holê, polîtîkaya ‘Di tenduristiyê de veguherîn’ê dewam dike û got, “Wezîrên beriya niha kêm jî be ji diyalogê vekirî bûn. Wezîrê tenduristiyê yê dawî hem ji diyalogê hem jî ji pêşniyaran girtî ye. Eger guh bida hişyarî û pêşniyarên me wê di sektora tenduristiyê de gelek pirsgirêk çareser bibûya. Wezaret di taybetîkirina tenduristiyê û bazirganiya wê de israr dike. Bi têrkerî razemenî li tenduristiyê nayê kirin. Mirov bêyî ku ji bêrîka xwe bide nikare xizmeta tenduristiyê werbigire. Pereyê xwe hebe jî her roj zehmetiyan dikişîne ku xizmetên tenduristiyê werbigire.”

