Li gorî daneyên herî dawî yên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li Kobanê ya ku di bin dorpêça HTŞ û çeteyên din de ye, 5 zarok ji ber sermayê mirin. Ji ber ku ji bajarên din koçber hatine Kobanê, welatiyên nexweş nikarin bigihîjin dermanan, zarok jî nikarin bigihîjin xwarin û ava paqij, ji ber vê yekê welatî ji bo debara xwe bikin neçar dimînin ku berfê bihelînin. Tevî daxwazên ji bo korîdorek mirovî jî, pirsgirêkên li bajêr bi awayekî sîstematîk berdewam dikin û gel hewl didin ku bi keda komunal bijîn.
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Veysî Ulgen diyar kir ku di vê pêvajoyê de gel nikare bigihîje mafên tenduristî û jiyanê û daxwaza vekirina korîdorek tenduristiyê ya bilez ji bo Kobanê kir. Veysî Ulgen destnîşan kir ku mirinên ji ber dorpêçê hem sûcên li dijî mirovahiyê ne û hem jî sûcên şer in û ji ber vê rewşê bang li saziyên navneteweyî kir.
‘BERÎ KU REWŞ GIRANTIR BIBE DIVÊ MUDAXALE BIKIN’
Veysî Ulgen anî ziman ku şer pirsgirêkek tenduristiya gel e û destnîşan kir ku jin, zarok û komên dezavantaj di vê rewşê de bi giranî têne hedefgirtin. Ulgen wiha axivî: “Ji bajarê Kobanê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê astengkirina gihîştina tenduristiyê de nûçe derdikevin. Nêzîkî pênc roj in bajar bê elektrîk, av û înternetê ye. Li gorî raporên dawî, pênc zarok ji ber sermayê mirine. Her wiha tê ragihandin ku li nexweşxaneyan bi taybetî di kovezan de oksîjen qediyaye û ji ber koçberên ji bajarên din hatine, gihîştina dermanan ji bo nexweşiyên wekî penceşêr û şekir ne pêkan e. Li bajar di gihîştina tenduristiyê de pirsgirêkên cidî hene, nûçeyên derdikevin de mirov ji pêdiviyên bingehîn û mafê jiyanê bêpar mane. Dibe ku rewş hîn xirabtir bibe. Ezmûnên berê û rewşa heyî di vî warî de dibin sedema fikaran.”
‘DIVÊ KORÎDORA MIROVÎ WERE VEKIRIN’
Veysî Ulgen di vê noqteyê de bang li rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî kir û diyar kir ku divê ev sazî di cih de van sûcan bibîne. Ulgen anî ziman ku ji bo destwerda di cih de divê teqez korîdora mirovî were vekirin û got, “Pevçûn, dorpêçkirin û koçberî ku pêkanînên şer in, gefê li tenduristiya gel dixwin. Bijîşkî pîşeyek e ku di her şert û mercî de, bêyî ku ziman, ol, zayend an sînor cuda bibîne, xizmetê dide û bi peymanên navneteweyî tê parastin.
Wekî Odeya Bijîşkan a Amedê, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê korîdorek ji bo bijîşk û xebatkarên tenduristiyê were vekirin. Divê kes çavên xwe ji tiştên ku diqewimin negire. Di vê noqteyê de divê demildest şer raweste û ji bo kesên ku pirsgirêkên tenduristiyê dijîn werin dermankirin, gavên pêwîst bên avêtin.”

