Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Fermandariya Başûr a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ve hate dayin, operasyon bi hikumeta Ekvadorê re di nava koordînasyonê de hate kirin. Hate ragihandin ku keştî piştî ku ji aliyê hêzên DYE’yê ve hate ewlekirin, hate binavkirin.
Hate gotin, ev operasyon bû operasyona duyemîn ku DYE û Ekvador di nava hefteyekê de li hemberî keştiyên Los Chonerosê dikin. Serokdewletê Ekvadorê Daniel Noboa bi piştgiriya leşkerî ya DYE’yê li hemberî bazirganiya narkotîkê têdikoşe û welatê xwe tevlî koalîsyona têkoşîna li dijî narkotîkê ya bi navê “Mertalê Emerîkayê” kir ku rêveberiya Donald Trump pêşengiyê jê re dike.
Piştî operasyonê hin malbatên li Bendergeha Mantayê li xizmên xwe yên masîgir geriyan ku nekarîn agahiyê ji keştiya wan werbigirin. Malbatan diyar kirin ku xizmên wan ji wan re gotine helîkopter û keştiyên leşkerî xwe nêzî wan kirine.
DYE nêzî salek e li Karîbîk û rojhilatê Pasîfîkê li hemberî keştiyên ku gumana bazirganiya narkotîkê jê dike, êrişên hewayî dike. Di van operasyonan de zêdeyî 200 kes hatin kuştin.

