În, 28 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yegen: Erdogan û AKP êdî neçar in ku bi temamî xwedî li pêvajoyê derkevin û ji civakê re vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘HTŞ divê li gorî Peymana 10’ê Adarê tevbigere; peyman ji bo Elewiyan destkeftiyek girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza komkujiya 19’ê Kanûnê: Dem di ser sûcên li dijî mirovahiyê re nabihure

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo du şehîdan li Amedê çalakiya bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Careke din xwîn çû ser mejiyê rojnamevan Aykol

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Heyeta Iraqê wê serdana Qada Gazê ya Kormorê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakûş: Divê dema pêvajoya qanûnî destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PKK dîrokeke berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Berxwedana Neteweyî: Gelê me ber bi azadiyê ve dimeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mako Cejna Berxwedana Neteweyî hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gulsume Ogûz: Dixwazim qala bandora şer a li ser jinan bikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsal li Rojhilatê Kurdistanê 30 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Beyrûtê konferansek li ser tundiya li ser jinan hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stockholmê li dijî tundiyê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê ji jinan çalakiyên şevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di salekê de 110 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ekofemînîst Prof. Laura Corradi: Tevgera jinên Kurd rê li ber têkoşîna femînîst dixe
Rojane

Ekofemînîst Prof. Laura Corradi: Tevgera jinên Kurd rê li ber têkoşîna femînîst dixe

Civaknas û Ekofemînîst Prof. Laura Corradi diyar kir ku tevgera jinên Kurd rê li ber têkoşîna femînîst dixe û got: ‘’Jin hê jî di hedefa her cure tundiyê de ne; tekane tişta ku guheriye ew e ku hişmendî zêde bûye.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Civaknas û Ekofemînîst Prof. Laura Corradi têkildarî mijarên azadiya jinan, tundiya li ser jinan, paradîgmaya azadiya jinan a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin ji ANF’ê re axivî. Prof. Laura Corradi di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku jin bi her cure tundiyê re rû bi rû dimînin û ev yek anîn ziman: ‘’Ji ber ku me roja 25’ê Mijdarê weke roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan birêxistin kiriye, di mijara tundiya li ser jinan de zêdetir hişmendî heye. Lê belê rewşa tundiya li ser jinan neguheriye, gelek neguheriye. Hê jî gelek tundî heye. Tundiya nava malbatê, tundiya zayendî, tundiya fîzîkî û tundiya psîkolojîk. Gelek jin jî ji aliyê dergistiyê xwe berê  yan jî hevalê xwe yê berê ve tên qetilkirin. Yanî di rastiyê de gelek tişt neguheriye.  Weke siyasî hişmendî zêde bûye lê belê hê jî di hemû rewşan de- siyasî, civakî, li cihê kar, li dibistanê û li her derî- jin di bin gefa tundiyê de ne.’’

‘MEZINTIRÎN MEXDÛRÊN ŞER Û MILÎTARÎZMÊ JIN IN’

Prof. Laura Corradi piştre bal kişand ser bandorên şer, milîtarîzm û komkujiya ekolojîk ên li ser jinan û got: ‘’Di rastiyê de, di nava şerekî de tundiya li ser jina tim zêde dibe. Hemû cureyên tundiyê zêde dibin, lê belê bi taybetî tundiya li ser jinan zêde dibe. Di rewşeke krîzê de, di dema bobelatên ekolojîk, krîzên civakî de bedêlên herî giran jin didin. Di van rewşan de zêde serî li tundiyê tê dayîn. Gelek nexweşiyên ji ber bombeyanî çekên kîmyewî û çekên nukleerî derdikevin holê. Ji ber vê yekê milîtarîzma zêde tê wateya şerê zêde û ev yek jî tê wateya zêdebûna tundiya li ser jinan. Ev hêman hemû bi hev ve girêdayî ne.’’

‘OCALAN TÊKARIYÊ LI TEORIYA FEMÎNÎST DIKE’

Laura Corradi di dewama axaftina xwe de bal kişand ser analîzên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinan û wiha pêde çû: ‘’A rastî, xebat û nivîsên Abdullah Ocalan yên beriya girtîgehê û xebatên li girtîgehê ku ev zêdetirî 25 salan e têkariyeke mezin li analîzkirina kolekirina jinan dike. Diyar kiriye ku ev yek ji ku hatiye û di xalên diyar ên dîrokê de jin çima hatine kolekirin. Û teoriya sosyolojiya azadiyê ya Ocalan, azadiya jinan weke xala yekemîn di nava xwe de dihewîne.  Di gel ku gelek şoreşger azadiya jinan di dawiya pêvajoya şoreşê de bi cih dike jî Abdullah Ocalan azadiya jinan di destpêka pêvajoya şoreşê de bi cih dike. Abdullah Ocalan li dîrokê dinêre û bi awayekî eşkere diyar dike ku dema hemû pirsgirêkên din tên çareserkirin divê meseleya ku di destpêkê de were çareserkirin, meseleya jinan be. Li gorî Abdullah Ocalan azadiya civakê li gel azadiya jinan pêkan e. Ev yek jî pir girîng e û balê dikşîne. Ji ber wê yekê di çarçoveya teoriya femînîst de têkariyeke zêde kiriye û divê em ji bo vê yekê spasiyên xwe li Abdullah Ocalan bikin.’’

‘JINÊN KURD PÊŞENGIYÊ JI TÊKOŞÎNA FEMÎNÎST RE DIKIN’

Civaknas û Ekofemînîst Prof. Laura Corradi diyar kir ku jinên Kurd ji tevgera femînîst a li çapa cîhanê re pêşengiyê dikin û xweparastinê weke ruheke jinê ya kolektîf dibînin.

Prof. Laura Corradi destnîşan kir ku xweparastin têkildarî xwerêxistinkirinê jî ye û got, “Divê di navbera jinan de bawerî jinûve were avakirin. Bawerî, ji xwe bawerbûn, xwerêxistinkirin û xweparastin… Ev encex bi jiyaneke azad re dikare bi ser bikeve. Ev encex bi pratîkê dikare bi ser bikeve; ne bi teorî, gotin û nivîsê. Gundê Jinwar a li Rojava tê bîra min; ew cihê ku jin xwedî derfetê bi tena serê xwe jiyankirinê ne… Li gorî min ev pêşketin hemû çavkaniya xwe ji hêza mezin a Abdullah Ocalan daye jinan digire.”

Laura Corradi ev tişt jî got, “Ez li zanîngehê têkildarî zanist û zayenda civakî ders didim û nîvê refa min xwestin tezên xwe yên qedandinê li ser jineolojiyê çêbikin; ji ber ku radîkaltiya têgeha jineolojiyê fêm kirin. Jineolojî tevkariyê li tevgera femînîst a kûreyî dike; ji ber ku jineolojî pratîkek ji mêtingeriyê qut e. Pratîkeke ekolojîk a jinûvehilberandinê ye. Lewma tevkariyeke pir mezin e û li gorî min beşekî mezin ê tevgera femînîst a kûreyî ji tevgera Kurd û jineolojiyê îlhamek mezin wergirtiye.

Ez piştevaniyê çawa dinirxînim? Di rastiyê de li gorî min ev ji piştevaniyê hîn zêdetir e. Erê, piştevanî ye lê di heman demê de ev e: Mesele tişta ku em ji bo jinên Kurd dikin, ne tenê ji bo jinên Kurd e. Bi taybetî ji bo wê yekê ye ku em dikarin di nava tevgerên xwe de çawa mezin bibin, çawa pêş bikevin û ji bo vê em amûran bi dest bixin û bi zane bibin. Lewma bi rastî jî pir girîng e. Ez hêvî dikim ku komên din ên femînîst ên herêmî jî yên ku hîna jineolojî û tevgera jinên Kurd nas nekirine, vê şêwazê fikirîn û pratîkê nas bikin û bi hev re pratîk pêş bixin.”

‘OCALAN JÎ PIR GIRÎNGÎ DAYE HEQÎQETÊ’

Prof. Laura Corradi di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li her devera cîhanê zexta li ser jinan dewam dike û got, “Hêvî pir kedê dixwaze. Ez li zanîngehê ders didim û di heman demê de aktîvîstek im. Ez têkildarî azadiyê ders didim, têkildarî heqîqetê perwerde didim; ji ber ku bi rastî jî heqîqet pir girîng e. Abdullah Ocalan jî pir girîngî daye heqîqetê. Eger em xwe negihînin heqîqetê û heqîqetê nebêjin, em bi ser nakevin. Lewma hêvî bi têkoşînê re girêdayî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN CENEVRE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yegen: Erdogan û AKP êdî neçar in ku bi temamî xwedî li pêvajoyê derkevin û ji civakê re vebêjin
Nûçeya Pişt re Li Hong Kongê di şewatê de herî kêm 28 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şenyaşar: Eger kurê min neyê berdan ez ê çalakiya xwe bidomînim

Emîne Şenyaşar a ku 4'emîn fitara xwe li ber Wezareta Dadê kir diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Birêxistinbûna jinan bersiva êrîşên dagirkeriyê ye’

Jinên ku li navçeya Amûdê beşdarî meşa 8’ê Adarê bûn, peyama ‘Birêxistinbûna jinan bersiva êrîşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî: Ger pêvajo ser bikeve wê demê hincetên Tirkiyeyê ji bo êrîşê jî namînin 

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku ger di navbera PKK û Tirkiyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Yegen: Erdogan û AKP êdî neçar in ku bi temamî xwedî li pêvajoyê derkevin û ji civakê re vebêjin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘HTŞ divê li gorî Peymana 10’ê Adarê tevbigere; peyman ji bo Elewiyan destkeftiyek girîng e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Doza komkujiya 19’ê Kanûnê: Dem di ser sûcên li dijî mirovahiyê re nabihure

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?