Rêber Apo, ji salên 90’î yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, heta beriya wê jî, li ser rexnekirina koletiya jinê, asteke girîng a azadiyê di jina Kurd de derxist holê. Di peyama xwe ya 8’ê Adara borî de, ligel ku anî ziman ku çanda jina azad hatiye afirandin û jin niha nêzî vê çandê ne, got: “Hûn hîn jî bi ji sedî 10ê çanda azadiyê re îdare dikin.” Endama Akademiya Jînenolojiyê Elîf Kaya, di çarçoveya mijarê de, tespîta Rêber Apo ya li ser mijara jin a komunal, ji aliyê perspektîfa azadî û veguherîna civakî ve nirxand.
Beşa sêyemîn û dawî ya hevpeyvîna me wiha ye:
Heke em tespîta Rêber Apo ya derbarê asta azadbûna jina Kurd de, ku “çanda jina azad hatiye afirandin” lê tenê ji sedî 10’ê wê hatiye bicîhanîn esas bigirin, jineke gihiştiye çanda azadiyê ya ji sedî sed divê xwedî helwest, hişmendî û pratîkeke jiyanî ya çawa be?
Azadî, lêgerîna xwebûn, vedîtina xwe, raman û çalakiya wê ye. Rêveçûna di azadiyê de, berî her tiştî bi dayîna bersivên li ser em kî ne û em kî nîn in, gengaz dibe. Yanî bêyî pêşxistina zanîna em kî ne, em nikarin gavekê ber bi azadiyê ve biavêjin. Wekî ku min berê jî anî ziman, ne hêsan e ku mirovên ku ji xwebûna xwe hatine derxistin, ji hebûna xwe re xerîb bûne û her dem di bin metirsiya destdirêjiyê de dijîn, azad bibin. Ji ber ku ji xêncî fikirîna hebûna cîhaneke cuda, ew nikarin xeyal jî bikin. Ew cîhanê tenê wekî tiştên ku jiyane dihesibînin. Mînak, gotina ku em ji devê gelek jinan dibihîzin, “zilamê te ye, hem hez dike hem jî lêdide”, nîşaneya vê ye. Yanî ji rastiya ku li gel evînê ne pêkane ku tundî hebe, û li cihê tundî heye jî jiyan tê kuştin, dûr e. Nêzîkatiyek derdikeve holê ku têkiliya anormal a ku dijî normalîze dike û wê dike tiştekî pejirandî. Bi gotineke din, em dikarin vê yekê wekî koletiya pejirandî bi nav bikin.
LÊGERÎNA AZADIYÊ BI XWESTINA NÎVÎSANDINA ÇARENÛSA XWE DEST PÊ DIKE
Ji ber vê yekê, destpêkirina lêgerîna em kî nîn in û em kî ne, di hiş de girîng e. Lêgerîna azadiyê, dikare bi xwestina nîvîsandina çarenûsa xwe dest pê bike. Rêber Apo, ev rewş salên berê bi ‘arkeolojiya jinê’ pênase kiribû. Yanî çawa ku em bi xebateke pir hûrgilî digihîjin şopa tiştên ku di paşerojê de qewimîne bi kolandina arkeolojîk, wî jî wekî rêbaz ji bo ku jin xwe nas bikin û bersivê bidin pirsên derbarê kîbûna xwe de, arkeolojiya jinê pêşniyar kir. Ji ber ku zanîna hebûnê û pênasekirina hebûnê ji bo destpêkirina têkoşîna azadiyê mercê bingehîn e. Ji ber vê yekê Jînenolojî demek e bi kitekitî û baldarî, dest bi lêgerîna agahdariyê kiriye ku hebûna jinê pênase bike. Hewl dide ku bersivên ontolojîk û epîstemolojîk ji pirsên em kî ne re bibîne.
Bi rastî, lêgerîn û berxwedana jinan di dirêjahiya pêvajoya dîrokî de her hebûye. Ev lêgerîn tu carî dawî nebû ye. Yên ku îro li azadiyê digerin, bi vê kevneşopiya berxwedanê têkoşîna xwe didomînin. Nemaze di du sedsalên dawî de, bilindbûna tevgera femînîst li seranserê cîhanê, di vê kevneşopiya têkoşînê de çandeke redkirinê û xwenaskirinê ya girîng afirandiye. Lê divê were gotin ku hewldana tevgera femînîst a ji bo avakirina jiyana azad, bi qasî redkirinên wê xurt nebû ye. Ji ber vê yekê, aliyekî wê kêm maye, û aliyê wê yê ku dê tevahiya civakê bigire nava xwe û veguherîna civakî pêk bîne, lawaz maye.
Lê belê, bi derbirîna Rêber Apo, serhildana “koloniya yekem û dawî” ya jinê, taybetmendiyek heye ku hemû şêwazên mêtingeriyê dide pirsiyarkirin. Ji ber ku hemû şêwazên koletiyê li ser koletiya jinê hatine avakirin. Bidawîhatina koletiya ya herî bingehîn, hemû têkiliyên koletiyê vediguherîne. Ji ber vê yekê, têkoşîna azadiya jinê ne têkoşîneke ku tenê bi azadiya jinan ve tixûbdar e. Divê di wî çarçove û naverokê de be ku armanc dike mêtingeriya li ser tevahiya civakê û heta li ser xwezayê jî rake.
ÇANDA AZADIYÊ BI ZÎLANÊN KU HER ZEREYÊN XWE VEGUHERANDINE ÇAREYÊ HATIYE AFIRANDIN
Di têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo ya nêzî nîv sedsalê de, azadiya jinê her dem li cihekî navendî cîh girt. Tespîta ku civak bêyî azadbûna jinê azad nabe, di vê wateyê de girîng e. Bi nirxandinên dîrokî-civakî yên li ser jinê, hewl hate dayîn ku bi têkoşîneke zor berfireh ku diçe bîrdoziya rizgariya jinê, derfetên azadiyê werin afirandin. Jinên Kurd bi têkoşîna nîv sedsalê, bi ked û berdêlên mezin, çanda jina azad afirandin. Ev çanda azadiyê bi keda bi hezaran jinan, ji Sakîne Cansiz heya Bêrîtanên ku li şûna teslîmiyetê xwe ji zinarê avêtin, heta Bêrîvanên ku gel rakirin serhildanê, heta Zîlanên ku çarenûs red kirin û her zereya xwe veguherandin çareyekê, hat afirandin. Bi vê têkoşînê, jinan dîwarên tirs û çarenûsê yên ku li dora wan hatibûn xêzkirin hilweşandin, û derfetên azadbûnê afirandin. Îro Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê ji ber vê yekê li cihekî ye ku îlhamê dide hemû jin û bindestên cîhanê. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd nîşan da ku yê herî bêçare jî bi hişmendiya azadiyê çawa dikare guhertin-veguherîneke çêbike.
TÊKOŞÎNA TEVGERA JINÊN KURD VEGUHERÎNA CIVAKÎ JÎ DI NAVA XWE DE HEWAND
Cûdahiyeke girîng a ku di ezmûna Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê de derketiye holê, pêşxistina têkoşîneke ku veguherîn û guhertina civakî jî di nava xwe de dihewîne ye. Yanî bi perspektîfeke ku jiyanê di nav tevahîya wê de digire dest de, têkoşîn pêş xistin e. Di vê çarçoveyê de, Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê hem xebatên têgehî-teorîk û hem jî xebatên sazî-rêxistinî bi hev re meşandin. Sîstema hevserokatiyê ya ku niha di her qadê de tê bikaranîn, bi rastî jî serhildaneke li dijî têkiliyên newekhev ên bi hezaran salî ye û tevgereke avakirina wê ji nû ve li ser bingeha azadiyê ye.
Lê heke were pirsîn ka asta têgihiştin û bicîhanîna wê çiqasî bi serkeftî ye, em nikarin bibêjin ku ew pir bi hêz tê bicîhanîn. Gotina Rêber Apo ya “hûn bi ji sedî 10ê çanda azadiyê re îdare dikin” vê yekê derbirîn dike. Yanê derfetên pir girîng ji bo azadiyê hatine afirandin, lê em hîn jî pir dûr in ku em wê bi tevahî bi kar bînin. Em tenê beşeke piçûk a wê bikar tînin, û em hemûyî armanc nakin.
Jinên Kurd di dîrokê de tu carî ewqasî nebûne xwedî rêxistinî, xwedî hêza pênasekirina xwe, xwedî hêza saziyên li her qadê û gihîştine asteke ku dikarin sîstemê biguherînin. Lê em hîn jî dûr in ku em vê potansiyelê bi wêrekî bikin pratîkê. Dibe ku tirs, edetên berê, û nekarîna rîskgirtinê, wekî astengî li pêşiya bidestxistina encamên bi bandortir derkevin holê.
Derfeta pêkanîna azadiya jinan a ji sedî sed, bi rastî jî bi civakeke komunal û azad a ku tê de mêtingehî, desthilatdarî û rêzepiletî tune ye, gengaz e. Ji bo vê jî pêwîst e ku rêxistinbûn û têkoşîn zêdetir were bilindkirin.
Rêber Apo dibêje, “Ji bo ku dîrokê bi dest bixin, divê jina komunal derkeve holê.” Her wiha bi gotina “Bêyî azadiya jinê sosyalîstbûyîn nabe, sosyalîzm nabe” diyar dike ku azadiya jinê bingeha hemû azadiyan e. Hişmendî, şêwaza jiyanê û sîstema têkiliyên civakî ya ku jina komunal pênase dike, çawa dikare were ravekirin?
Rêber Apo dibêje, “Yê ku civakî ye, dîrokî ye.” Ji ber vê yekê, girîngiya zanîna dîrokê ji bo têgihiştina îroyîn destnîşan dike. Bê guman, tenê zanîna rewşa destpêkê, ya resen, têrê nake. Lê ji bo têgihiştina pirsgirêkên îroyîn, peydakirina çareseriyan û misogerkirina ku têkilî li ser bingeha azadiyê bên avakirin, zanîna dîroka pêşveçûnê girîng e. Ev di heman demê de hewldaneke şoreşgerî jî derbirîn dike.
Min hewl da ku rave bikim ka mêtingehî di pêvajoya dîrokî de li ser kîjan têkiliyan pêş ketiye. Rêber Apo dibêje, “Ji bo ku dîrokê bi dest bixin, divê jina komunal derkeve holê.” Ji ber ku cihê ku dîrokê tê de winda kiriye, belavbûna komunalîteya ku li dora jinê pêş ketiye ye. Ji ber vê yekê diyar dike ku girîng e ku mirov bi jinê dest pê bike.
CIVAKBÛNA KU LI DORA JINÊ PÊŞ KETIBÛ BI DESTWERDANA KUJERÊ QASTÎK BELAV BÛ
Azadbûna jinê, tê wateya bidawîbûna serdestî û mêtingeriya li ser jinê. Ev jî, bi xwe re, azadbûna hemû têkiliyên civakî derbirîn dike.
Dibe ku sosyalîzm wekî têgeh di sedsalên dawî de hatibe pênasekirin, lê gewher û giyanê wê di civakbûna yekem a ku li dora jinê pêş ketiye de heye. Ev hevsengî bi destwerdana kujerê qastîk belav bû. Çanda kujerê qastîk (avaniya desthilatdariyê ya li dora mêrbûnê pêş ketiye) ber bi şaristanî û kapîtalîzmê ve diçe, dema ku civakbûna komunal a ku li dora jinê teşe girtiye lawaz dibe û heta roja me wekî hêmayên bingehîn têne veguhastin. Ji bo vegera li civaka komunal, şertê yekem bê guman azadiya jinê û ji nû ve avakirina civakbûna wê ye. Di heman demê de, ev yek tenê bi pakkirina mêr ji desthilatdariyê û pêşxistina têkiliyên bi rûmet-wekhev-azad bi jinê re gengaz dibe.
Çawa dibe ku mirov bibe jineke komunal? Bi rastî, jin bi qasî ku bersivên rast dide kîbûna xwe, dikare civakbûna xwe derxe holê. Yê ku afirînerê komunalîteyê ye û nirxên wê ava dike jin e. Heke jin karibin çanda destdirêjiyê, zext û zora li ser xwe û rewşa girtîbûnê derbas bikin, derfet heye ku jina komunal derkeve holê.
Niha di têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya ku nêzî nîv sedsalî ye, ezmûneke komunal a girîng heye ku hatiye pêşxistin. Bi salan li çiya, di zindanan, di gundan û di bajaran de bi avakirina komûnan têkoşîn hate meşandin. Ger giyanê komûnê nebûya, gelên ji bajarên cûda dikaribûn mil bi mil şer bikin? Ji bo ku termê hevalê xwe li paş nehêlin, dikaribûn canê xwe bidin, xwe ji bo hevalê xwe feda bikin? Dikaribûn bibin Zîlan, Zînarîn, Asya? Nabe. Yanê li vir giyanekî pir pak û xurt ê komunalîteyê, kevneşopiya wê heye, û jin niha li ser vê kevneşopiya çêbûyî têkoşînê didomînin.
JIN BI HEV RE ÇALAKIYÊ DIKIN Û JINA KOMUNAL AVA DIKIN
Komunalîte tê wateya bi cûdahiyan re yekbûn û yekîtî. Rêxistinbûnên taybet-xweser ên ku jin li her qadê ava dikin, îfadeya komûnên pêşketî ne. Jin bi hev re difikirin, bi hev re tevdigerin, bi hev re rêxistin dibin, komûnê ava dikin û li ser vê bingehê pêşengiya guhertina civakî dikin. Di bin şerê dijwar de gund, park, kooperatîf û akademiyên xwe ava dikin. Yanê jina komunal bi çalakiya bi hev re ava dikin. Lê divê em zêdetir bixebitin, têkoşînê zêdetir pêş bixin û belav bikin. Ji ber ku sîstema ku em pê re rû bi rû ne, bi hezaran sal e xwe dispêre kevneşopî, saziyan, hişmendiyê, nirxan û hêzê û şer dike. Ji ber vê yekê, divê em bi piştgirîkirina zêdetir, rêxistinbûna zêdetir û kûrkirina zanîna xwe têkoşînê bidomînin.

