Di serî de bi wesîleya roja cîhanî ya zimanê dayikê em hemû deyndarê dayikên xwe ne, ji ber zimanê me parastin û heyanî vê rojê anîn. Her wiha em weke mirovahî jî deyndarê jindayikê ne, ji ber bi têkiliya di navbera dayik û zarok de û bi armanca zarokê xwe biparêze, yekem car gotin ji devê jin derketiye, bi vê wesîleyê hemû mirovahî fêrî axaftinê bûye û bûye xwedî ziman. Li ser vê bingehî em careke din rêzdariya xwe bo hemû dayikan raber dikin ku bûn wesîle em bibin xwedî ziman û em bîr û baweriya xwe bi lêv bikin.
JIYAN LI DORA JINDAYIKÊ AVA BÛYE
Di hemû gerdûn û cîhana zîndîwaran de şêweya xwe îfade û bi lêv kirinê heye. Çi bi reng, deng, awaz, bangkirinê, hemû heyîtî zimanekî wan ya hest, tevgerîn û ramana xwe îfadekirinê heye. Dibe em weke mirov ji zimanê wan fêm nekin, lê ew baş ji hev fêm dikin û têkiliya di navbera wan de bê hempaye. Mirov jî di navê de hemû lêgerîn li ser bingehê xwe dana fêmkirinê ye, dibe ji aliyekî ve ev girêdayî pergala hişî ya mirov be, lê ji aliyê din de, di hemû zindîwaran de, zeka û hişeke hestiyarî ya avakirina têkiliyan hebûye û her dem ev lêgerîn hebûye. Hiş û zekaya hestiyarî girêdaneke wê ya pir bi hêz ya jiyanê heye û ji ber jiyan li dora jindayikê avabûye, lewma girêdana jin, jiyan, ziman û wateyê, girêdaneke gelek kûr e û di hin pêvajoyan de ziman û jiyan dibin yek wate. Loma divê em ji bîr nekin ku yekem şoreş di dîroka mirovahiyê de şoreşa ziman e.
Dema em behsa yekem şoreşa di dîroka mirovahiyê de dikin û em li pêşketinên roja îro temaşe dikin û em qedexeyên li ser zimanê dayikê, zimanê Kurdî tînin beranber hev, emê bi paradokseke kûr re rû bi rû bimînin. Bi yek gotinê di dema ku hemû cîhan pêşwaziya roja cîhanî ya zimanê dayikê dike, hîn jî li ser civaka Kurd qedexeya axaftina bi zimanê Kurdî tên ferzkirin. Gelo zindîwar deng û şêwaye axaftina hev qet qedexe dikin? Tu zindî ji bilbil re dikare bêje bila awazan ji nava nikilê xwe dernexîne, an jî ew dîkê ku sibehê gundiyan ji xewa şêrîn şiyar dike, qet we dîtiye ku kes jê re dibêje; banga xwe bibire? Ma ne şivan bi dengê kuçikan pê dihese ku gur nêzî keriyê pez bûye, we qet dîtiye ku şivan ji segê xwe re dibêjê; dengê xwe bibire? Tiştekî wiha nebûye û wê nebe.
DIVÊ EM BIZANIBIN KU ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE
Hemû zindîwarên di nava xwezayê de û xweza bi xwe jî dengê wê heye. Dema em behsa deng dikin ev tê wê wateya ku zar û zimanê wan heye û heyanî niha em weke mirov, me nedîtiye ku ajalan qedexeya ziman li ser hev sepandiye. Bi awayekî serbest hemû zindî dengên xwe derdixînin, tenê di mirovan de têgîn û siyaseta qedexe kirina ziman weke hişmendî pêşketiye û di nava hemû mirovahiyê de jî herî zêde li ser gelê Kurd siyaseta qedexeya ziman hatiye ferzkirin û meşandin. Pisîk bi bangkirinê çêlîkan li dora xwe kom dike, ji ber ew deng asta têkiliya di navbera wan de diyar dike. Wê demê ger zimanê dayikê bê qedexekirin, em ê çawa li hev kom bibin û berdewamiya hebûna xwe pêk bînin? Lewma divê em bizanin ku zimanê me hebûna me ye û ger zimanê me tê qedexekirin bi vê yekê perçebûna me tê armanckirin û armanca perçebûnê windabûn û tunebûna me ye.
HÎN JÎ ZIMANÊ 60 MILYON MIROVAN QEDEXE YE
Ger em derveyî ajal û lawiran mînak bidin; Çima dema em mirovekî lal dibînin di warê hestiyarî de em bandor dibin? Bo em wan mirovan fêm bikin, em dikevin lêgerînê, bi wan re mijul dibin tenê ji bo di warê fêm kirin û hestan de em yekîtiyekê ava bikin û ji wan kesan re bibin alîkar. Ji ber ku em mirov in. Her wiha di serdema me de ji bo ew mirovên ker û lal (astengdar) kesayeta xwe, hest û ramanên xwe bînin ziman, taybet zimanek û şêweyeke perwerdê heye û ji wan re dibistanên taybet hatine vekirin. Ji bo çi ev dibistan ji bo mirovên astengdar tên vekirin? Ma ne hemû di oxira ku mirov ji zimanê hev fêm bikin û ew mirov xwe ji mirovên din kêmtir nebînin. Balkêşe ji kesên bê ziman re dibistan tên vekirin (ku divê bê vekirin û di vê mijarê de mafdarin), lê netewa Kurd ku îro 60 milyon mirov e, civakeke xwedî zarave û zimanekî ewqas dewlemende, lê hîn jî zimanê wan tên qedexekirin û dibistaneke fermî ya Kurdî li tu welatî nîne. Ev bi serê xwe nakokiyeke mezine û bin vê rastiyê de siyaseteke taybet tê meşandin heye.
NE TENÊ QEDEXE DIKE BI HELANDIN Û TUNEKIRINÊ RE RÛ BI RÛ DIHÊLE
Di dîroka mirovahiyê de, hemû rêbazên tundiyê ya li dij mirovî, dij çandî û dij exlaqê mirovahiyê, hatine ceribandin. Rêbaz neman û mirovan li ser hev bi kar ne anîn. Bi taybet li ser netewa Kurd hemû rêbazên înkarê hatin rewa dîtin, bi veşartî û eşkereyî hebûna wan hate qedexekirin û polîtîkayên ta asta qirkirina fîzîkî û çandî hatin bi kar anîn û heyanî vê kêliyê jî berdewam dikin. Li gel siyaseta înkarê ya topyekûn li ser hemû mijarên ku Kurdan eleqeder dike, polîtîka bi rêve çûn û diçin, bi taybet di warê ziman de rêbazên pir zirav ketin meriyetê. Li gel qedexekirinê, siyaseta bişaftinê jî yek ji rêbazên sereke yên dijmin bûn. Ne tenê qedexe dike di heman demê de bi helandin û tunebûnê re jî rû bi rû dihêle.
JI KURDAN RE DIBÊJIN ‘LAL BE Û SIYASETÊ NEKE’
Heyanî niha destûr nayê dayîn ku dibistanek bi zimanê wan were vekirin. Ger destûr were dayîn jî tenê li ser bingehê qebûlkirina siyaseta wê dewletê dikare pêk were. Yanê divê Kurd xwe înkar bikin, heyanî ku dibistenek bi zimanê wan were vekirin. Derveyî wê gelê Kurd bi vekirina saziyên derveyî saziyên dewletê tên tewanbarkirin û weke welatiyên derveyî dewletê tên hesibandin û di bingehê vê de cudahiyeke netewî ya pir kûr heye û heyanî asta netewperestiyê diçe. Dema tê gotin bi zimanê dayika xwe ne axive, ev tê wê wateyê ku hebûna netewekî bi temamî tê înkarkirin. Lê ev yek çiqas exlaqiye û aqlane ye? Dema tê gotin bi zimanê xwe nepeyîve, ji wê netewî re tê gotin lal be û polîtîka neke.
Ji xwe di vê mijarê de siyaseta di pêvajoyên dawiyê de li ser gelê Kurd tê ferzkirin wiha ye; tê gotin hûn mafê xwe dixwezin? Dibe, lê hûn ê weke em dixwazin bibin xwedî maf. Bi rêbazên xwe têkoşînê nekin. Ji xwe dema weke me xwest, me mafê we da, wê demê gotineke hûn bikin jî namîne. Di roja îro de hemû pergal di warê siyasî de vê yekê li gelê Kurd ferz dikin, ev yek di hemû beşên jiyanê de li ser Kurdan tê ferzkirin û derbarê mijara zimanê dayikê jî heman siyaset di meriyetê de ye.
ZIMAN HEBÛN BI XWE YE
Di cewherê siyaseta li ser gelê Kurd tê ferzkirin de tenê yek hişmendî heye, ew jî ji bo jiyanê tenê yek çareyê li pêşiya gelê Kurd dihêle. Ji Kurd re tê gotin; li ser koka xwe jiyan neke, ger hûn bi rengê neyarên xwe jiyan bikin, wê demê mafê we ya jiyanê heye. Neyar dema zimanê me qedexe dike, wê demê ziman, çand û hişmendiya xwe derbasî cihê hebûna me dike û zimanê xwe weke şerbeteke şêrîn bi me dide vexwarin. Lê divê em ji bîr nekin ku dema em zimanê dayika xwe ji bîr dikin û dest bi axaftina zimanê neyarên xwe dikin, bi çanda wan ya dûrî rastiya me ye, em jiyan dikin û tevdigerin, ew şerbeta qaşo şêrîn, di eslê xwe de jehra hebûn înkar kirinê li ser me belav dikin.
GELÊ KURD ÊDÎ BIRYARA HEBÛNA XWE DIDE
Li ser vê bingehî ger zimane me hebûna me ye, wê demê bi parastina zimanê dayikê, emê parastina hebûna xwe jî pêk bînin. Gelê Kurd ên ku êdî bi aqil û dilê xwe biryara hebûna xwe didin û di oxira hebûnê de têkoşîneke bê hempa dimeşînin, divê asta têkoşîna xwe ya ziman û mafê perwerdehiya bi zimanê xwe jî derxîne asta herî jor û li hember hemû rêbazên binpêkirinê û înkarê de di nava xebat, têkoşîn û çalakiyan de bin.
BI SYA RÊBER APO ZIMAN, ÇAND Û WÊJE BI PÊŞKET
Bi saya Rêber Apoû tevgera azadiyê di kesayeta Kurd de zanebûneneke nû ya ziman, çand, wêje û hunerê bi pêşket û di asteke jor de bo parastina wan, bedelên mezin hatin dayîn. Asta derketiye holê gelek hêjaye û bûye wesîle ku di gelek waran de zimanê Kurdî her roj di nava pêşketinê de be. Lê asta heyî ne têrkere û hewce dike dewlemendiya zimanê Kurdî her zaraveyek di nava xwe de pêşketinan ava bike, lê di aliyê din de dema ku yekîtiya ziman û zaraveyên Kurdî di warê perwerdehî û hunerê de pêk bîne, wê bi xwe berhemên bê hempa derxîne û bike malê dîroka zimanê Kurdî.
DIVÊ HER KES ZIMANHEZIYÊ BIDE AVAKIRIN
Ev yek di serî de wê rê li pêşiya siyaseta bişaftinê bigire, lewma her kesê dibêje ez Kurd im, divê li hemberî siyaseta bişaftinê di nava têkoşînê de be û li hember rêbazên xwe bişaftinê re bêje na. Ji ber kesê deriyên xwebişaftinê vekirî dihêle, ew kesin ku hîn jî ne di zanebûna dewlemendiya zimanê Kurdî de ne. Ji ber bi rêbazên îşkencê, tundî û êrîşan neyaran nekarîn zimanê me tune bikin, lewma serî li rêbazên şerê taybet dan û bi vê yekê xwestin encaman bi dest bixin, divê em jî ji rêbazên vê siyasetê re nebin alîkar. Ji ber neyarên Kurdan di vê rêbazên xwe de bi ser neketin. Elbet em weke Kurd ne li dijî dewlemendiya ziman in û yên herî zêde zimanên din di nava civaka xwe de dihewînin gelê Kurd e. Lê divê em ji bîr nekin ku dema em zimanê netewên din dikin zimanê sereke û dest bi axaftinê dikin û tercîhên me zêdetir ber bi zimanên biyanî ve dişimite, ew zimanê me pêş naxîne û bi demê re wê dewlemendiya zimanê me veguhere feqîrbûnê. Ger zimanê me heyanî roja îro bi çanda berxwedanê xwe mayînde kiriye, wê demê têkoşîn di vê mijarê de riya herî rast ya zindî hiştina ziman e û di vê mijarê de têkoşîn mafekî rewa ye. Li ser vê bingehê di hemû qadên jiyanê de bi zimanê xwe axaftin û nivîsandin têr nake, divê di heman demê de em di hemû kesên derdora xwe de zimanheziyê bidin avakirin.
BI KURDÎ JIYAN HÎN XWEŞTIR Û DELALTIR E
Di mijara ziman de em deyndarê dayikên xwe ne, ji ber bi saya wan zimanê me heyanî roja îro parastin û anîn, lewma erka bingehîn dikeve ser milê dayikên me ku ji her kesî re bêjin bi Kurdî bipeyive. Divê dayikên me bizanin ku erkên wan bi dawî nebûye, berovajî erkên têkoşîneke dîrokî dikeve ser milên wan. Ji ber her dayikek dibistaneke ziman e, divê zarok û ciwanên me jî baş guh bidin devokên dayikan. Em jî erkdarin zimanê xwe biparêzin û bibin pêşerojê. Xwedî li vê mîrateyê derketin xwedî li nîştîmana xwe û çanda jindayikê derketine. Ji ber vê derbarê mijara ziman de erkekî dîrokî li ser milên me ye û xwedî li vê erk û berpirsyariyê derketin xwedî li xwebûn û hebûna xwe derketine.
ZIMANÊ ME DI HIŞ Û RIHÊ DAYIKÊN ME DE VEŞARTIYE
Dema tê gotin ziman; em tenê behsa axaftina bi zimanê Kurdî nakin. Zimanê me çand, exlaq û dîroka me di nava xwe de dihewîne û ya herî girîng jî xwebûna me di zimanê me de veşartiye. Loma ziman formuleke yekpareye zimanê me, me weke netew bi cîhanê dide nasîn ku em Kurd in, em jî xwe bi ziman nas dikin ka em kîne. Ji ber vê em bê ziman û ziman bêyî me nabe. Tim em dûrî zimanê me hîştin, me jî her dem têkoşîna zindî hiştina zimanê xwe meşand, lê dem hatiye em deyînê xwe bidin jindayikê ya ku cara ewil wê em fêrî gotinê kirine. Jindayikê em fêrî gotin û axaftinê kirin, emê jî ne tenê ji gotinên wê yên ji dîrokê diherikin û tên, dibistanan ava bikin, êdî dem hatiye ku zimanê dayika me cihê xwe di zagonan de bibîne û fermî bibe. Zimanê dayikê hêjaye em di astên herî jor de di oxira wê de têkoşînên herî bi nirx bidin. Êrîşên li ser jin û dayikan ji êrîşên li ser zimanê Kurdî qut nîne, ji ber zimanê me di hiş û rihê dayikên me de veşartiye û ew me fêrî her tiştî dikin, lewma ev êrîşên ser jina Kurd û zimanê Kurdî di heman astê de ye û bi zanebûne. Çiqasî êrîşî dayikên me dikin û ji wan re dibêjin bi Kurdî nepeyivin, ewqasî ji civaka Kurd re dibêjin mafê we yê ziman nîne.
EM Ê BI PERGAŞA KOMÎNÊ ZIMANÊ XWE BIPARÊZIN
Dema em behsa jiyana komînal û parastina cewherî dikin, yekser em behsa jiyana li ser koka resen dikin. Komîna bi qasî ku li ser rihekî hevpar tên gel hev, ewqasî divê zimanê komînê hebe. Kurdî ne tenê komîneke bi zimanê Kurdî re eleqeder dibe, hemû komînên li Kurdistanê, ji komîna herî biçûk bigire heyanî komîna herî mezin, ji komîna çend demjimêran bigire heyanî komîna herî demdirêj, divê yek ji rêgezên komînê ya bingehîn parastin û pêşxistina zimanê dayikê be. Di heman demê de derbarê dîrok û çanda xwe de xwedî zanyarî bûyîn û her dem di nava lêkolînê de bûyîn, xebateke akademîk jê re pêwîst nake. Berovajî parastina devoka herêmê, gotinên pêşiyan, zindî hîştina çîrok û destanên kevnar bi serê xwe têkoşîneke parastina zimanê Kurdî ye.
DIVÊ KOMÎNÊN ZIMAN LI KURDISTANÊ BÊN AVAKIRIN
Şêwe, rê û rêbaza jiyana komînal xwedî dîrokeke bi hezarê salane û em jî weke Kurd ji vê rastiyê dûr nînin. Lewma divê rastiya dîrokî ya jiyana resen a komînal di warê pêşketina ziman de çawa pêk hatiye û di dirêjahiya dîrokê de xwe çawa berdewam kiriye, weke endamê komînê ev zanebûn di me de were avakirin. Di heman demê de hewce pê heye komînên zimanê Kurdî li Kurdistanê bên avakirin û di hemû komînên ziman de hêza cewherî ya parastina li hember êrîşên li ser zimanê me pêk tên hebin. Yêk kêliyê çavên xwe ji êrîşên ser zimanê me re negirin. Em ê bi pergala komînê zimanê xwe pêşbixin û bi hêza cewherî jî zimanê xwe biparêzin. Ji ber parastina ziman, xwe parastin e.
DIVÊ HEJMARA ZAROKAN DI KOMÎNÊN ZIMAN DE ZÊDE BIN
Di nava civakekê yan jî di nava malê de ji bo em ji hev fêm bikin yan jî bo diya me tiştekî ji me re bêje bi zimanê neteweke din dipeyîvî, na! Wê demê emê jî bi zimanê xwe hemû kar û barê xwe bimeşînin ji bo em baştir ji hev fêm bikin. Ger em ê bi pergal û hişmendiya komînê hebûna xwe biparêzin, wê demê hewcedarî pê heye komînên zimanê dayikê beriya hemû komînan werin avakirin û ji hemû temenan di vê komînê de cihê xwe bigirin. Bi taybet hewce dike ku hejmara zarokan di komînên zimanê dayikê de zêde bin, ji bo şaneyên bingehîn yên ziman ji zaroktiyê de dest bi avabûnê bibin.
Zimanê me yekîtiya me ya komînal ava dike û dewlemendiya me bi cîhanê dide nasîn. Wê zimanên din jî di komîna me ya ziman de hebin, lewma xwedî li zimanê xwe derketin xwedî li hebûna xwe û hebûna netewên din jî derketine û ew hebûn bi qasî zane bibe, ewqasî dikare ber bi azadiyê ve meşekê di dîrokê de bi tîpên zêrîn xêz bike ku ji hemû mirovahiyê re bibe mînak. Di roja îro de em şopên zimanê xwe di dîrokê de dibînin, lê ji bo ev şop ji dîrokê rabin, dagirker hemû şêweyên siyasetê dimeşîne, lê bi pergala jiyana hevpar ya komînê em ê bikarin parastina hebûna zimanê xwe pêk bînin.
BI KURDÎ BIJÎN Û XWEDÎ LI ZIMANÊ DAYIKÊ DERKEVIN
Kurd di şerê hebûnê de bi ser ketin wê di şerê azadiyê de û fermî kirina zimanê dayikê de jî bi ser bikevin, ev ne xeyale lê hêviyeke mezin ya pêşerojê ye. Li hember hişmendiya ku dibêje; ne li ser bingehê têkoşîna hûn dimeşînin, ne li ser hişmendiya hûn dixwazin, ne li gorî we li gorî em dixwazin emê mafê we bidin; bi hişmendiya min li azadiya xwe bigere, dev ji hişmediya xwe berde, azadiya di hişmendiya min de ji azadiya di hişmendiya te de hîn baştir e. Wê gelê Kurd bi xwedî derketina li hebûn û zimanê xwe li hember vê siyasetê derkeve û jiyana hevpar ya mafdar tercîh bike heyanî hemû mafên xwe yên xwezayî bi dest dixîne. Kêliya em kêfxweş dibin, an jî xemgîn dibin zimanê sereke ku em hestên xwe pê tînin ziman gelo zimanê dayikê ye? Dema hate bîra me em guhdarî stranekê bikin, yan jî stranekê bêjin, beriya her tiştî kîjan stran tê bîra me û em bi kîjan zimanî guhdarî stran û helbestan dikin? Golo Kurdî ye? Kengî me xewnên xwe bi Kurdî dîtin wê demê em parêzvanê herî rast yê zimanê dayikê ne. Sira zimanê me ji kevnarbûna zimanê me tê, bi Kurdî bijîn û xwedî li zimanê dayikê derkevin.

