Duşem, 19 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrîşên li ser Rojava: Li Semsûr, li Enqere û Stenbolê çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Kurd ên li Rûsya û Yekîtiya Dewletên Serbixwe ji bo Rojava bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salîha Aydenîz: Paradîgaya ku gelan li herêmê ava kirin hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêwîstî çima bi komunan heye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Tirkiye bi êrîşkirina Kurdan li Rojhilata Navîn ti tiştî bi dest naxe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanên Êzidî bersiva banga seferberiyê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Rêveberiya YNK’ê ji bo Rojava banga piştevaniyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimê olî Şik: Mercê aştiya mayinde azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila dêriyê sînor ê Sêmalka ji bo piştevaniya Rojava were vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên li ser Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Helo Sûrên li Şarezûrê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyên HTŞ’ê êrişê dibin ser Eyn Îsayê
Çeteyên HTŞ’ê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê xilas bikin êrişî Girtîgeha Reqayê dikin
Rêxistinên Kurd ên li Rûsya û Yekîtiya Dewletên Serbixwe ji bo Rojava bang kirin
Çete sivîlên birîndar direvînin
Li Tişrînê şer dewam dike: Gelek çete hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Em ê bi ruhê azadiyê li her derê li ber xwe bidin!
Kurdistan

Em ê bi ruhê azadiyê li her derê li ber xwe bidin!

Platforma Saziyên Demokratîk, Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û partiyên Kurdî têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û gotin, "Em ê bi ruhê azadiyê li her derê li ber xwe bidin, li qadan bin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Çile 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Platforma Saziyên Demokratîk, Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û partiyên Kurdî têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Baroya Amedê daxuyaniyek dan. Li gel Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Keskîn Bayindir, nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Li salona daxuyaniyê pankarta bi nivîsa “Êrişan bisekinînin. Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye” hate daliqandin.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir anî ziman ku ji 6’ê Çileyê û vir ve li Sûriyeyê li ser Kurdan êrişeke hovane tê kirin û gelê Kurdistanê û aştîxwazên li Rojhilata Navîn li hemberî van êrişan li ber xwe didin.

Keskîn Bayindir got, “Tirkiye jî piştgiriyê dide van êrişan. Dijminatiya li Kurdan ti carî encameke baş ji bo Tirkiyeyê bi xwe re neanî. Wê ji niha û pê ve jî nîne. HTŞ ku bi hemû hêza xwe ji 6’ê Çileyê û vir ve êriş dike, ji Tirkiyeyê piştgiriyê werdigire. Ev yek jî gelê Kurd dişikîne. Têkildarî pêvajoya li Tirkiyeyê jî baweriyê dişikîne. Banga me ew e ku Tirkiye dawî li piştgiriya bi HTŞ’ê bîne ku xwedî mejiyê DAÎŞ’ê ye.”

Keskîn Bayindir anî ziman ku ev yek wê encameke neyînî ji bo paşeroja Tirkiyeyê bi xwe re bîne û got, “Em careke din hişyar dikin: Bila hikumet û dewleta Tirk polîtîkayeke rast bimeşîne. Ji bo aştî û azadiya gelê Kurd û Rojhilata Navîn bila di nava hewldanan de be û bi roleke bi vî rengî rabe. Bila roleke welê nelîze ku agirê li Rojhilata Navîn gur bike. Heta niha roleke nebaş lîst.

Tirkiye bi her awayî piştgirî da HTŞ’ê ku dixwaze ev pêvajo biqede û xwedî mejiyê DAÎŞ’ê ye. Lê belê em ji feraseta gelê xwe her tim bawer dike ku aştî, azadî û wekheviyê dixwaze. Eger em dest bidin hev em ê bi ser bikevin. Êrişên li ser gelê Kurd, êrişên li ser Rojava Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê kir yek dil. Ji bo gelê Kurd, ji bo me ev yek hêviyeke mezin e. Em di wê baweriyê de ne ku bi vê hêviyê gelê me wê xwedî li statu, rûmet û destketiyên xwe derkeve. Bi derfetên xwe em ê xwedî li destketiyên gelê xwe derkevin. Em ê biparêzin. Êriş bi rengekî hovane jî be, em ê bi ruhê yekîtiyê, bi ruhê aştî û azadiyê li her derê li ber xwe bidin. Em ê li qadan bin, em ê çalakiyên demokratîk li her derê lidar bixin. Israra li ser dijminatiyê heta niha bi kêrî kesî nehat. Banga me ya herî girîng jî ew e ku dawî li polîtîkayên qirêj bê anîn ku şer sor dike, koçberiyê ferz dike. Em vê xakê bikin cihê azadî û aştiyê.”

Dayika Aştiyê Delal Aktaş jî bang kir ku bi ruhê Kobanê rabin ser piyan û got, “Dixwazin ku em pêvajoyê xera bikin. Lê belê em ê pêvajoyê xera nekin, lê em ê li ber xwe bidin. Em ê têkoşîna xwe bimeşînin. Bila her kes bi berpirsyariya xwe rabe. Bila kes li malê rûnenê. Em hemû xwedî ruhê Kobanê ne. Em hemû bi Rojava re ne.”

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç jî diyar kir ku Rojava nîşaneya Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê ye û got, “Destketî di rojekê de bi dest neketin, bi berdêlên giran bi dest ketin. Berxwedana Rojava ne tenê berxwedana gelekî ye, berxwedana rûmeta mirovahiyê ye. Ev êriş li hemberî Kurdan hemûyan, li hemberî parêzvanên mafên mirovan têne kirin. Bi êrişên hovane yên li ser gelê Kurd xwestin Kurdan tine bikin. Lê belê Rojava bi berdêlên giran bi ser ket. Divê yekîtiya Kurdan destpêkê pêk were. Yekîtî ji bo Kurdan ji nan, av û hewayê bêhtir pêwîst e. Li çar parçeyên Kurdistanê baweriya me, saziyên me çi dibin bila bibin, divê li ser rûmeta neteweyî ya gelê Kurd yekîtî bê afirandin. Li dijî van êrişan dilê 60 milyon Kurdî li Rojava lê dide. Em zanin ku ji bo gelê Kurd Rojava xeta sor e. Bersiva herî mezin a gelê Kurd a li hemberî êrişan wê yekîtiya Kurdan be.”

Ji Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Fatoş Stêrk jî anî ziman ku bi rêya êrişan tê xwestin ku şoreşa jinê bê fetisandin ku ji cîhanê re bûye hêvî û got, “Hewl didin destketiyên me ji me bistînin. Di pêvajoyên krîtîk de bêdengî xizmetê ji dagirkeran re dike. Ji bo paşeroja Kurdan beriya her tiştî bi pêşengiya jinan pêwîstî bi yekîtiyê heye. Ji bo Rojhilata Navîn ji bo Kurdistanê çareya herî mezin yekîtiya Kurdan e. Ev nebe em ê li hemberî êrişan bêparastin bimînin. Lê belê eger em bibin yek, wê ti hêz nikaribe li hemberî azadiya me bisekine. Werin em daxwaza yekîtiyê mezin bikin, xwedî li destketiyên xwe derkevin. Îro roja xwedîderketina li rûmeta gelê me ye.”

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyeyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş li hemberî êrişan bal kişand ser girîngiya yekîtiyê û destnîşan kir ku partiyên Kurd ên li Tirkiyeyê divê bibin yek.

Berdevkê Bajarê Amedê yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Mûrat Daniş êrişên li ser gelê Kurd ên lit axên Helebê şermezar kir û got, “Em bang li gelê xwe ye li tevahiya Kurdistanê, raya giştî ya herêmê û cîhanê dikin ku piştgiriyê bide gelê me yê li Rojava. Banga me li gelê me yê li çar parçeyan û dîasporayê ev e: Bi ruhê yekîtiya neteeyî piştgiriyê bi gelê me yê li Rojava re bikin.”

Ji Partiya Azadî Cemal Sati jî diyar kir ku rizgariya Kurdan bi yekîtiyê dibe û berxwedana Rojava silav kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çeteyên HTŞ’ê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê xilas bikin êrişî Girtîgeha Reqayê dikin
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê: Bêyî xweparastinê aştiyeke rasteqîn nabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tola komkujiya 3’ê Tebaxê bi rêxistinî û xweparastina jinê dikare bê hilanîn

Koordînasyona KJK'ê ji ber salvegera 10'emîn a fermana 3'ê Tebaxê ya li Şengalê daxuyaniyek da…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Parlamentoya Ewropayê û DEM Partiyê serdana Şengalê kir

Şandeya Parlamantoya Ewropa û Nûnerê DEM Partî yê Ewropayê serdana Şengalê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirkerê Esenyûrtê nehişt endamên meclîsa CHP’ê bikevin şaredariyê

Li ser fermana qeyûmê dagirker destûr nehat dayîn ku endamên meclîsê yên CHP’ê bikevin Şaredariya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ciwanên Êzidî bersiva banga seferberiyê dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamê Rêveberiya YNK’ê ji bo Rojava banga piştevaniyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Alimê olî Şik: Mercê aştiya mayinde azadiya Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DBP’ê: Em bang li gelan dikin ku ji bo parastina Rojava û mirovahiyê bikevin tevgerê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?