Berdevka Civata Jinan a Zenobiya Xuleyîsa El Elî anî ziman ku divê jin tevlî destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê bibin, bi kotaya ji sedî 50’î bêne temsîlkirin û got, “Eger em Sûriyeyeke demokratîk û wekhev dixwazin modela herî rast Rêveberiya Xweser e.”
Xuleyîsa El Elî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku divê jin tevlî hikumeta nû û nivîsandina destûra bingehîn a nû bibin. Xuleyîsa El Elî ragihand ku dema bê komxebateke neteweyî ya ji gelên Sûriyeyê dikare bê lidarxistin û got, “Di komxebatê de divê kotaya ji sedî 50’î ji jinan re bê veqetandin. Bi taybetî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê karibin girîngiya destketiyên xwe yên piştî têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bi dest xistin vebêjin. Piştî vê têkoşînê jin bûn parçeyek ji jiyanê. Li gel siyaset, dîplomasî û aboriyê tevlî hemû saziyan bûn. Ya herî girîng jî di encama têkoşînê de sîstema hevserokatiyê li her qada jiyanê bi cih hate anîn.”
Xuleyîsa El Elî destnîşan kir ku modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye afirandin divê li tevahiya Sûriyeyê bi cih bê anîn û got, “Bûyerên ku salên dûr û dirêj li Rêveberiya Xweser qewimîn nîşan didin ku ev rêbaza rêveberiyê tê çi wateyê û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk çiqasî rola xwe girîng e. Eger em Sûriyeyeke demokratîk û wekhev dixwazin, modela herî rast Rêveberiya Xweser e. Eger em dixwazin mafên jinan bêne parastin modela herî baş Rêveberiya Xweser e.”
‘DIXWAZIN DÎROKA JINÊ TINE BIHESIBÎNIN’
Xuleyîsa El Elî têkildarî derxistina navê qralîçe Zenobiya ji mufredata perwerdeyê jî got, “Zenobiya sembola azadiyê ye. Rêveber û qralîçeyeke pêşeng bû. Nûnera wekhevî û demokrasiyê bû. Pêşenga gel bû. Weke jinekê pêşengî ji civakê re kir. Şareza û têgihiştî bû. Derxistina navê Zenobiya ji mfredatê êrîşek li dijî jinên pêşeng e. Bi vê yekê re xwestin peyamekê bidin jinan. Careke din hate dîtin ku nikarin xwe li bîranîna jinên pêşeng jî rabigirin. Ev yek tê wateya tinehesibandina nasname û dîroka jinên li Sûriyeyê.”
WEZÎRÊ EDALETÊ YÊ KU JIN QETIL KIR
Xuleyîsa El Elî destnîşan kir ew Wezîrê Edaletê yê rêveberiya HTŞ’ê red dikin, ku hate piştrastkirin wî jin qetil kiriye û got, “Îdeolojiyeke ku jinan qetil dike, teqez nayê qebûlkirin. Wezîrê Edaletê yê ku edaleta civakî pêk tîne ye. Wezîrekî ku jin qetil kiriye wê çawa karibe edaletê pêk bîne? Li gel vê yekê edalet hêza civakê ye. Pêşenga civakê jî jin e. Wezîrekî ku hêza civakê, jinê tine dihesibîne, ji aliyê me jinan ve nayê qebûlkirin.”
ÊRÎŞKARIYA DEWLETA TIRK
Xuleyîsa El Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tinekirina paradîgmaya neteweya demokratîk êrîşî jinên pêşeng û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û got, “Hem bi polîtîkayên şerê taybet hem jî bi rengekî leşkerî êrîşî jinên pêşeng dike. Li hemberî van êrîşan jinan ji bo rojekê jî serî netewandin. Berdêlên giran dan. Di êrîşên dawî de endamên Civata Jinan a Zenobiyayê bi hovane hati qetilkirin. Êrîşa li dijî jinên Ereb êrîşa li dijî paradîgmaya neteweya demokratîk e. Dagirkerên ku ji rêxistiniya jinê ditirsin, hewl didin jinan bitirsînin û ji têkoşînê vegerînin. Dixwazin rêxistiniya jinê têk bibin. Her wiha jinên pêşengên şoreşê li hemberî berjewendiyên xwe metirsîdar dibînin. Yên ku pêşengiyê ji şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dikin jin in. Bi saya têkoşîna jinan gel gihîşt vê astê û karîbû azadiya xwe bi dest bixe. Bi êrîşa li dijî jinê dixwazin civakê birizînin.”
DIVÊ DAGIRKER JI XAKA ME DERKEVIN
Xuleyîsa El Elî destnîşan kir ku li hemberî îdeolojiyên cîhadîst wê dest ji destketiyên jinan bernedin, têkoşîna xwe mezin bikin û got, “Li Sûriyeyê her hebûn, mezheb û ol xwedî cihekî ye. Di Sûriyeya nû de divê hurmet ji gelan hemûyan re bê nîşandan. Her wiha daxwaz û azadiya civakan divê li pêş be. Divê modela Rêveberiya Xweser esas be; em hêvî dikin Sûriyeyeke demokratîk, ne navendî bê avakirin. Ji bo vê jî divê diyaloga Sûriye-Sûriye bê kirin. Her wiha divê em nehêlin hêzek ji derve destwerdanê bike û herêmên dagirkirî rizgar bikin, şêniyên van herêman li cih û warê xwe vegerin.”