Şemî, 15 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Modela jiyaneke nû: Entegrasyona Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, îro bi gava me ya Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE: Ti planek ji bo nû ve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 4 bajaran çalakiya xizmên windayan: Têkoşîna me dê heta dawî bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Em ê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş timî edaletê bixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Rêber Apo ji civaka Êzidî zanist û zanebûnê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya Kongra Star û PYD’ê piştgirî dan kampanyaya ‘Sûriyeya Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Şiyar Serdar hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşanî cîhanê da ku gelê Kurd aştiyê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal: Astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tecrîda li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgeha Qerçekê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê festîvala ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Em ê heta dawiyê xwedî li 15’ê Tebaxê û ruhê Egîd derkevin’
Kurdistan

‘Em ê heta dawiyê xwedî li 15’ê Tebaxê û ruhê Egîd derkevin’

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê destnîşan kirin ku armancên fermandar Egîd bi ser ketin û gotin, “Weke şervanên hevrê Egîd, em ê bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê banga Rêber Apo xurt bikin. Em ê azadî û têkoşîna gelan mayinde bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tebax 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li ser şopa fermandarên xwe meşa azadî û serketinê dimeşînin, 15’ê Tebaxê bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî dikin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an ji ANF’ê re axivîn.

EM Ê BIBIN GERÎLAYÊN PÊVAJOYÊ

Berfîn Êrîş: Em destpêkê salvegera 41’emîn a Cejna Vejînê li mirovahiyê û Rêber Apo pîroz dikin. Pêngava 15’ê Tebaxê piştî ku fermandar Egîd li Dihê fîşeka destpêkê teqand destpê kir û kir ku gelê Kurd ji xewa mirinê hişyar bibe û ji bo hebûna xwe şer bike. Di heman demê de çalakiya li Dihê nîşanî tevahiya cîhanê da ku gelê Kurd ji bo hebûna xwe derketiye ser dika dîroka têkoşînê. Ev berxwedana ku bi pêşengiya fermandarê nemir Egîd hate destpêkirin, îro li tevahiya cîhanê ji bo hebûna gelê Kurd, têkoşîn û civaka demokratîk bûye mînakeke modelê. Bi taybetî weke şervanên ku li çiyê li ser şopa fermandarên xwe dimeşin, em ê dest ji xewn û xeyalên wan bernedin, bi baweriyeke mezin em ê têkoşîna azadiyê dewam bikin. Em ê her tim li ser şopa fermandarê xwe bin, weke şervanên wî em ê bi hezaran Egîdan biafirînin. Bi taybetî li gorî pêvajoya heyî em ê weke gerîla bi rola xwe rabin.

ARMANCA HEVRÊ EGÎD GIHÎŞT SERKETINÊ

Şoreş Kobanê: Beriya her tişî bejna xwe li ber ked û nirxên fermandar Egîd ditewînim, wî bi hurmet bi bîr tînim. Di heman demê de hemû hevalên ku di pêngava Dihê de şehîd bûn bi minet û hurmet bi bîr tînin, soza ku me dane wan ku li ser şopa wan bimeşin dubare dikin. Weke ku tê zanîn çalakiya 15’ê Tebaxa 1984’an bi fîşeka destpêkê ya fermandar Egîd destpê kir. Ev çalakî gelekî mezin û bi wateyeke hêja bû. Gelê Kurd hişyar kir, kir ku bi hêza xwe bihese. Bi taybetî ji bo me girîng e bê em îro Pêngava 15’ê Tebaxê çawa pêşwazî dikin. Ji sala 1984’an heta 2025’an têkoşîna me ya çekdarî ya ku fermandar Egîd da destpêkirin dewam dike. Bi banga Rêber Apo ya ji bo bidawîkirina têkoçîna çekdarî re em fêhm dikin ku armanca hevrê Egîd bi ser ketiye. Ji niha û pê ve em ê bi ruhê 15’ê Tebaxê têkoşîna xwe ya siyasî û îdeolojîk dewam bikin. Têkoşîn û berxwedana ku hevrê Egîd da destpêkirin, nîşan da ku têkoşîna gelê Kurd têkoşîna mirovahiyê ye. Weke şervanên hevrê Egîd em ê bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê banga Rêber Apo xurt bikin. Em ê têkoşîn û azadiya gelan mayinde bikin.

EM Ê BIKIN KU PÊVAJOYA AŞTIYÊ BIGIHÊJE ENCAMÊ

Hogir Cûdî: Bi taybetî Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Apo û gelê me pîroz dikim. Pêngava ku fermandar Egîd da destpêkirin, jiyaneke nû da afirandin. Ji bo gelan, bi taybetî ji bo gelê Kurd dihate wateya jinûve vejînê. Ji bo gelekî ku bi sedan salan hate parçekirin û tinebûn lê hate ferzkirin, bi vî rengî dikare bê pênasekirin. Li gel ku gelek caran raperîn û têkoşîn hate meşandin jî Pêngava 15’ê Tebaxê guherîneke gelekî meizn bi xwe re anî. Li Kurdistanê navê Egîd li hezaran zarokan hate kirin. Ev yek encama Pêngava 15’e Tebaxê ye. Eger em îro li çiyê li ber xwe didin, eger gelê me ji bo azadî û zimanê xwe têdikoşe, ev yek encama vê pêngavê ye. Ji sala 1984’an û vir berdêlên gelekî giran hatin dayin, serketin û destketiyên mezin hatin bidestxistin. Em her sal vê rojê weke jinûve vejînê û destpêka avakirina nû pîroz dikin.

Em îsal jî 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin pêşwazî dikin. Ji ber vê yekê divê her kes, bi taybetî jî gelê me li her devera ku lê ye vê rojê bi coşeke mezin pîroz bike. Ji ber ku rojeke gelekî bi wate ye, roja raperîna li hemberî dagirkeriyê ye. Êdî Kur dne Kurdê berê ne; li hemberî serwer û dagirkeran serî hildane. Kurd îro li her qadê xwe bi pêş ve biriye, ji bo azadî û mafên xwe têdikoşe. Kurdên îro ji mirinê natirsin, Kkurd ji mirinê hîn mezin e û êdî xwe nas dike. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re êdî Kurdên zane derketine ser dika dîrokê. Eger şer tê kirin, ev şer şerekî bi zanebûn ê ji bo azadiyê ye. Ji ber vê yekê em Cejna Vejînê careke din li gelê xwe, li Rêber Apo û hemû hevalan pîroz dikin. Em ê bi tevlîbûneke xurt, bi têkoşîneke xurt vê salê bi ser bixînin. Em ê bikin ku pêvajoya hatiye destpêkirin bi ser bikeve. Em ê Rêberê xwe azad bikin, armancên şehîdên xwe pêk bînin.

EM Ê HER TIM XWEDÎ LI RUHÊ HEVRÊ EGÎD DERKEVIN

Şahîn Gabar: Di sala 1984’an de pêngava 15’ê Tebaxê hate destpêkirin. Ev yek li Kurdistanê û di nava tevgerê de gaveke nû bû. Bi giştî hişyarbûna Kurdan ji xewê bû. Gelê Kurd bi wê fîşeka destpêkê re careke din xwedî li hebûna xwe derket. Bêguman ev gav bi fermandariya hevrê Egîd hate avêtin. Vê gava dîrokî bandoreke mezin kir, ji aliyê leşkerî ve jî encamên gelekî mezin bi xwe re anî. Destketiyên ku îro me bi dest xistine bi saya keda wan rojan bû. Hebûna me hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê civakî ve bi bandora 15’ê Tebaxê ye. Em hebûna xwe di nava Cejna Vejînê de dibînin; çawa ku 27’ê Mijdarê ji bo me mîladeke nû ye, 15’ê Tebaxê jî xwedî heman wateyê ye. Lewma ji bo me vejîneke nû ye; li Kurdistanê kir ku em xwe jinûve bi rêxistin bikin. Weke şervanên fermandar Egîd em soz dikin ku em ê her tim li ser vê rêyê bimeşin û her tim xwedî li ruhê hevrê Egîd derkevin.

EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BI SER BIXÎNIN

Lezgîn Qoser: Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd gelek destketî bi xwe re anî. Em îro bi saya ked û destketiyên wê demê li ser piyan e. Bi ruhê 15’ê Tebaxê me xwe ji her alî ve nû kir, li ser wê bingehê şer kir, jiya û gihîştin vê astê. Îro bi pêşengiya Rêber Apo pêvajoyek hate destpêkirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo me gelekî hêja û bi wate ye. Piştî demeke dirêj dîtina Rêbertî û bihîstina dengê wî ji bo me bû cihê kêfxweşî û moralê. Ji ber vê yekê tevlîbûna li vê pêvajoyê bi ruhê 15’ê Tebaxê ji bo me gerîlayên HPG’ê gelekî hêja û bi wate ye. Em bi pêşengiya Rêber Apo û keda şehîdan gihîştin vê astê. Têkoşîn û berxwedana me heta roja îro li ser şopa Egîdan dewam kir. Li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn dewam dike, berxwedan tê kirin. Ji bo hêjayî şehîdan û Rêberê xwe bin, em tevlîbûna bi ruhê 15’ê Tebaxê ji xwe re dikin esas û soz didin ku em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin. Ev yek jî wê bi azadiya Rêber Apo, gelê Kurd û Kurdistanê be.

EM Ê HETA DAWIYÊ XWEDÎ LI VÊ ROJÊ DERKEVIN

Botan Yilmaz: Îro li çiyayên Kurdistanê bi ruhê 15’ê Tebaxê em têkoşîna xwe dewam dikin. Di heman demê de em ew şervanin ku ji aliyê pêngava 15’ê Tebaxê ve hatine afirandin. 15’ê Tebaxê ji bo me gelekî bi wate û hêja ye. Ji ber ku 15’ê Tebaxê roja vejîna gelan e. Fîşeka destpêkê kir ku mirovahî careke din li hebûna xwe vegere. Ji ber vê yekê em soz didin ku em ê her tim xwedî li vê rojê derkevin, em ê her rojê bi ruhê 15’ê Tebaxê bikin têkoşîneke hîn mezin û xurt. Herî dawî em dibêjin; Bijî Serok Apo, Bijî 15’ê Tebaxê, Bijî Fermandar Egîd.

BI SAYA FERMANDAR EGÎD EM BÛN OKYANÛS

Avjîn Çiya: Salvegera 41’emîn a Cejna Vejînê li Rêber Apo, gelê Kurd û mirovahiyê pîroz dikim. Pêngava 15’ê Tebaxê gavek li dijî mejiyê dagirker û mêtinger bû. Fîşeka destpêkê ya ku fermandar Egîd teqand di heman demê de li hemberî xiyanet û nokeriyê bû; ji ber ku gelek kesên ku xwe Kurd dihesibandin her roj nirxên gel difirotin, mafên jin, zarok û ciwanan pêşkêşî bazarê dikirin. Pêngava 15’ê Tebaxê bi esasî li dijî vê zîhniyetê bû. Di heman demê de heqîqeteke civakî jî derxiste holê.

15’ê Tebaxê bersivek li berxwedan û çalakiya li zindana Amedê bû. Vê çalakiyê hebûn û heqîqeta gelê Kurd nîşanî faşîstan da. Fermandar Egîd hevrêyê heval Kemal û Mazlûm bû. Ji ber vê yekê bi çalakiya ku kir, nîşan da ku gelê Kurd û milîtanên Apoyî ti carî li hemberî xiyanet û înkarê serî natewîne. Hevalên Kemal û Mazlûm di encama vê dozê de canê xwe feda kirin. Bi saya têkoşîn û keda fermandar Egîd, em ji çem veguherîn deryayê, ji deryayê bûn okyanûs. Bi çalakiya Dihê re gelên bindest ji bo maf û azadiyê li hev kom bûn. Ji ber vê yekê îro em bi gelan re di heman dozê de têdikoşin. Weke hevrêyên fermandar Egîd em ê têkoşîna xwe her tim mezin bikin û gavên hîn xurt biavêjin.

 

         

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YBŞ’ê: Heta armanca şehîdan pêk werin ew ê berxwedana me bidome
Nûçeya Pişt re Misir û Erebistana Siûdî li hemberî gotina ’Îsraîla mezin’ bertek nîşanî Netanyahu dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hindistan û Bangladeşê lehî rabû: Herî kêm 9 kes mirin

Li Hindistan û Pakistanê ji ber baranên zêde lehî rabûn û herî kêm 9 kesan…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE û Rwandayê têkildarî mijara penaberan dest bi hevdîtinan kirin

Wezîrê Karên Derve yê Rwandayê Olivier Nduhungirehe roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump wê navê Wezareta Parastinê bike ‘Wezareta Şer’

Serokê DYE'yê Donald Trump wê roja Înê mohra xwe dîne binê biryarnameyekê û bi vî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Rêber Apo ji civaka Êzidî zanist û zanebûnê dixwaze’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûnertiya Kongra Star û PYD’ê piştgirî dan kampanyaya ‘Sûriyeya Demokratîk’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Şiyar Serdar hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşanî cîhanê da ku gelê Kurd aştiyê dixwaze’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?