Ji destpêka alozî û êrişên komên hikumeta demkî li dijî Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gel bi coş û ruhekî berpirsiyariyê li kêlek zarok û şervanên xwe sekiniye, parastina herêmên xwe dike.
Di çarçoveya seferberiya giştî de şêniyên tevahî herêmên Rojavayê Kurdistanê li ser pêyan in, bi şev û roj nobedariyê û parastinê li hember gefên heyî dikin.
Girêdayî mijarê nobedarekî ji bajarê Qamişloyê axivî.
Nobedar got: “Em piştevaniya şervanên xwe dikin. Her çar parçeyên Kurdistanê li hember van gefan bûne. Em û şervanan moral ji hev digirin. Em eniya hundirîn diparêzin.”
Nobedar diyar kir ku “Wê berxwedana me bi ruhê berxwedana Kobanê bi ser bikeve. Em dev ji parastina herêmên xwe bernadin, em ê xurttir bikin.”

