Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, da zanîn ku li Sûriyeyê sivîl bi taybetî jin û ciwan ji aliyê çeteyên girêdayî DAÎŞ’ê ve têne revandin û hat gotin ku mafê jiyanê bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hewl tê dayîn rejîmek bi serdestiya mêran, yekperest û mezhebî bê avakirin û hat gotin ku ev êrîş jiyana pirrengî û azadîxwaz a ku li Rojava di bin pêşengiya jinan de hatiye avakirin hedef digirin.
Meclîsa Jinan, bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên jinan kir ku ji bo rawestandina êrîşan bikevin nava liv û tevgerê.
Daxuyanî bi gotina,”Rojava wijdan, azadî, berxwedan e; ew ê neyê teslîm girtin” bi dawî bû.

