Li ser cadeya sereke ya bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dikaneke ku dema mirov çawa ji deriyê wê dikeve hundirê wê bêhna rabirdûyê xwe li nava rûyê mirovî dide, heye. Li serrefikan, dîwaran û li erdî bi sedan alavên li ser hev hatine rêzkirin… Berikên Kurdan li gel sîniyên paxir ên Ermeniyan, dîzikên Ereban li gel sembolên Êzidiyan, hawinên Suryanî û Aşûriyan li gel destkariya Çerkezan li rex hev disekinin.
Mihemed Hac Xidirê ji civaka Ereban û xwediyê vê dikana ku ev 8 sal in vekiriye, bi demê re mereqa zarokatiya xwe veguherandiye koleksiyoneke berfireh û piştre jî veguherandiye mekaneke taybet. Dikan, di bin siya şerî de weke perçeyekî zindî yê mîrateya çandî ya rengîn a Sûriyeyê ye ku hewl dide hebûna xwe bidomîne.
Her çend dema ku mirov ji der ve lê dinêre weke dikaneke jirêzê xuya bike jî lê belê dema ku mirov dikeve hundirê wê xwe di mala xwe ya 100 heya 120 salan beriya niha de hîs dike. Cerên ji axê hatine çêkirin, mesînên paxir, cezwe, sindoqên kevnar, berikên bi destan hatine çêkirin, şûrên dekoratîf, lalîkên li ser portreya Nefertîtî heyî û hê gelek perçeyên têkildarî rabirdûya çanda rengîn a herêmê li vir li ba hev tên nîşandan.
‘RIHÊ HER EŞYAYEKÎ HEYE’
Hac Xidir dibêje ku ev ji 10-12 saliya xwe ve ye alavên kevnar berhev dike û bi van gotinan kurteya çîroka xwe vedibêje: ‘’Min tiştên biçûk berhev dikirin. Rojekê hevalênmin ji min re gotin ku ‘Te ev qas tiştên xweşik berhev kirine, tu çima dikanekê venakî?’ Li gel vê pêşniyara hevalên min, min pêşiyê cihekî biçûk vekir û piştre min ev der mezin kir.’’
Li dikanê alavên aîdî gelên weke Aşûrî, Ermenî, Suryanî, Kurd, Ereb, Êzidî û Çerkez ên 50, 80, 100 û heta 120 salî hene. Hac Xidir anî ziman ku wî koleksiyona xwe, ne li gorî komeke diyar berovajî wê li gorî çanda jiyana hevpar a herêmê çêkiriye û ev yek anîn ziman: ‘’Ruh û çîroka her alavekê heye. Berê gel bi hev re jiyan, bi hev re dawet dikirin û bi hev re şîna xwe digirtin. Ev alav jî wî ruhê hevpar hildigirin. Mirov nikare ferq û cudahiyê bixe navbera wan.’’
Piraniya koleksiyonê ji gund û herêmên bejahî tên. Hin ji wan xwediyên wan dixwazin wan bifiroşin û hin ji wan xwediyê wan dibêjin ku ‘’Min dil neda ez biavêjim, bila winda nebin’’ û weke emanet dihêlin. Hac Xidir jî ji bazirganekî wêdetir xwe weke parêzgerê mîrateya çandî dibîne û dibêje: ‘’Ez di çarçoveyeke bazirganiyê de lê nanêrim, ev hobiya min e. Min ji Helebê, Şamê, Qamişlo, Reqa, Idlib û heya Başûrê Kurdistanê perçe anîn.’’
Yek ji kevintirîn alava li dikanê hawineke Aşûriyan a ji sed salan beriya niha ye. Hac Xidir bi van gotinan çîroka hawina berbehs tîne ziman: ‘’Aşûriyeke ku wê biçûna seferê, xwestibû bifiroşe. Buhayê wê nedizanî. Min jî ji bo ku winda nebe, jê kirî. Gelek kesan xwest wê bikirin lê belê ez nafiroşim.’’
‘DI SERDEMA BAASÊ DE NEPÊKAN BÛ’
Hac Xidir piştre anî ziman ku ne pêkan bû ku di serdema rejîma BAAS’ê dikaneke bi vî rengî were vekirin û bi van gotinan wan rojan bi bîr dixe: ‘’Me alav dibirin malê. Tirs hebû. Rejîmê bac distand, êzên ewlehiyê her tiştê ku dixwestin, dibirin û mirovan nedikarî tiştekî bibêje.’’ Hac Xidir di dewama axaftina xwe de diyar kir ku wî li gel aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeyala xwe pêk aniye û biryardariya xwe ya di pêkanîna xeyala xwe de bi van gotinan eşkere kir: ‘’Dema şer qediya ezê cihekî mezintir vekim. Mezintirîn xeyala min ew e u ez muzaxaneykê vekim; vê mîrateyê ji zarokên zarokên me re bihêlim.
‘BILA DÎROKA ME WINDA NEBE’
Hac Xidir di dawiya axaftina xwe de vê bangê dike: ‘’Bila dîroka me winda nebe. Bila saziyên meyên çandî zêdetir xwedî li vî karî derkevin. Bila tu kes alavên xwe yên kevnar neavêje, bila winda nebin. Bila jimin re bînin. Ez ê wan nefiroşim, ez ê wan veşêrim. Roja ku em muzaxaneyê vedikin, ez ê navê wê malbatê li binê wê perçeyê binivîsim.’’
Di kêliya ku mirov gava xwe diavêje hundirê dikanê de mirov xwe di nava mozaîkekê de dibîne: Alavên kevnar ên aîdî gelên weke Kurd, Ereb, Êzidî, Ermenî, Aşûrî, Suryanî û Çerkez li rex hev û li ser hevûdu disekinin. Qapûtên ji hiriya miyan hatine çêkirin, berikên bi destan hatine çêkirin, fîncanên bi paxirê hatine xemilandin ên ji Heleb û Şamê hatine anîn, cerên nayên şikestin ên ji Qamişloyê… laliyên portreya Nefertîtî li ser, xemlên dîwaramn ên şûrê Zulfîqar, radyo û kasetjenên kevn, telefonên berê û hê gelekên din.

