Şemî, 11 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: 16 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tugçe Tatarî: PKK’ê tiştê dikeve ser milê xwe kir, dora dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi ser Şaredariya Çankaya ya CHP’ê de hate girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Encamnameya Konferansa Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê hat eşkerekirin
Rojane

Encamnameya Konferansa Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê hat eşkerekirin

Di encamnameya Konferansa Meclisa Jinan a DEM Partiyê de peyama, "Şerê li Herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin îlhaqkirin û dagirkerî ye. Nîşaneya herî girîng a faşîzmê tecrîd e. Em ê rêxistina herî xurt misoger bikin" hat dayîn

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, em xwe bi rêxistin dikin” di navbera 12-13’ê Îlonê de 1’emîn Konferansa xwe ya Navendî li Enqereyê li dar xist û encamnameya konferansê hat eşkerekirin.

Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Em konferansa xwe ya bi dirûşma “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, em xwe bi rêxistin dikin” hat lidarxistin, diyarî rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ku di encama êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin, dikin. Em berxwedana li dijî faşîzma 12’ê Îlonê bi taybetî li girtîgehan silav dikin û hemû hevrêyên xwe yên di vê dozê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di konferansa me ya du rojan de; Pêşketinên siyasî û rojeva jinan li cîhanê û erdnîgariya me bi awayekî berfireh hatin nirxandin. Qadên pirsgirêkê yên jinan bi berfirehî hatine destnîşankirin. Dîsa çareseriya sereke ya van pirsgirêkan berfirehkirina rêxistinên jinan e. Di konferansê de li ser mekanîzmayên me yên rêxistinî yên ji bo rakirina van kêmasiyan û xurtkirina rêxistinbûna jinê nîqaş hatin kirin û li ser modela rêxistinbûnê pêşniyar hatin kirin.

‘EM Ê TORA HERÎ BERFIREH A TÊKOŞÎNA NAVNETEWÎ AVA BIKIN’

Şerên desthilatdarî û parvekirinê yên ku ji aliyê desthilatên serdest ên mêr ên kapîtalîst ve tên meşandin, bi taybetî li Rojhilata Navîn li dijî destkeftiyên jinan û jinan berdewam dikin. Hewldana bêdengkirina dengê jinan bi ‘qanûna fezîletê’ ya ku ji aliyê rejima Talîbanê ya mêtinger ve li Efganistanê hat derxistin, danasîna zagonên îstîsmarê yên di bin navê zewaca di temenê biçûk de li Iraqê, kuştina Jîna Mahsa Emînî ji aliyê rejîma melayên faşîst ên Îranê ve. Darvekirina rojnamevan û aktîvîstên jin ji vê polîtîkaya şer ne serbixwe ye. Dîsa dema ku êrîşên Îsraîlê yên li ser gelê Filistînî û jinên Filistînî li ber çavê hemû cîhanê berdewam dikin, bêdengiya van dewletan li dijî komkujiyê ne tesaduf e.

Desthilata siyasî ya AKP-MHP’ê dixwaze bi yekperestî, zayendîperestî, neteweperestî, talankirina xwezayê û mêtingeriyê desthilatdariya xwe ya faşîst biparêze. Polîtîkayên şer û dagirkeriyê yên li Rojava û Herêma Kurdistana Federe nîşaneya vê yekê ne. Şoreşa bi pêşengiya jinên Rojava jiyana nû ya hatî avakirin e. Şerê ku li Herêma Kurdistana Federe tê meşandin îlhaq û dagirkerî ye. Qetilkirina rojnamevan, siyasetmedar û aktîvîstên jin careke din nîşan didin ku; ev şer jî şerên bi armanca bêdengkirin, tirsandin û tinekirina jinan e. Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bûn hedefa van êrîşan. Soza me ji bo hemû rêhevalên me yên jin ên di têkoşîna wekhevî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ev e. Em ê tora herî mezin a têkoşîna jinan a navneteweyî ava bikin ku wê zextê li dewlet û desthilatên serdest ên mêr ên cîhanê bike.

‘TECRÎD RÛYÊ DESTHILATA FAŞÎST RADIXE BER ÇAVAN’

Polîtîkayên tecrîdê yên li ser Birêz Ocalan ê li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê meşandin, nîşaneya herî girîng a karakterê faşîst a vê rejîmê ye. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin pirsgirêkeke ewqas jiyanî û civakî ye ku tenê weke pirsgirêka mafên mirovan nikare bê nirxandin. Muxatabê aştiya bi rûmet a li van xakan; Bi paradîgmaya ku daye pêş birêz Ocalan e. Israra rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya di polîtîkaya kûrkirina tecrîd û şer de ye. Şikandina tecrîdê tê wateya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd. Dîsa israra di vî şerî de tundiya li ser jinê, komkujî û xizaniya jinê kûrtir dike. Em ê êrîşên dewletê yên li ser ziman, çand, govend û dirûşmên gelê Kurd qebûl nekin. Bingeha paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê vê berpirsyariyê dixe stûyê me. Li ser vê hişmendî û îradeya xwe em ê weke jin ji bo parastina aştiya bi rûmet a li dijî şer, dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bînin û ji bo azadiya rêhevalên xwe yên jin ên dîl hatine girtin, rêxistinbûna xwe berfireh bikin, weke jin, em ê tevgera aştiyê ya herî xurt a li dijî şer pêk bînin.

‘ÊRÎŞ SEDEMA MEZINKIRINA RÊXISTINIYA ME YE’

Paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, li hemberî van hemû êrîşan parastina me ya herî mezin a rêxistinbûna me ye. Em ê bi vê hêza xwe di dema pêş de tora rêxistinên herêmî, platformên jinan û rêxistinên jinan ava bikin. Em meclîsa xwe ya jinan a bajêran û navçeyan bi hêztir bikin.  Em ê bi komîsyonên xwe yên herêman rêxistinbûna xwe xurt bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Rêxistinbûna jinên ciwan erka sereke ya meclisa me ya jinan e. Êrîşên li ser jinên ciwan, bi taybetî jî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê li ser jinên ciwan tên meşandin, îro jiyana jinên ciwan li hemû welat dixe xeteriyê. Em baş dizanin ku rêya li hemberî van êrîşan mezinkirin û xurtkirina rêxistina jinên ciwan e. Em pirsgirêkên li pêşiya rêxistina jinên ciwan weke pirsgirêka xwe dibînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bi jinên ciwan re di vî warî de rêxistinbûnê mezin bikin. Li dijî êrîşên li ser xweza û qadên jiyanê em ê bi rêxistinên di vî warî de dixebitin têkoşîna herî xurt a ekolojîk bimeşînin. Em ê bi hev re li hemberî polîtîkayên rant û talanê daristan û çemên xwe biparêzin. Ji Cûdî heta Akbelen, ji Îkizdereyê heta Rîzeyê em ê dev ji parastina xwezaya xwe bernedin.

Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên vî welatî xizaniya jinê ye. Polîtîkayên şer û tundiyê yên hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê vê feqîriyê kûrtir dike. Li dijî hemû polîtîkayên ku keda malê paşguh dike, jinan ji qada giştî derdixîne û bi mêr ve girêdayî dike. Em ê tora têkoşînê ya herî xurt bi rêxistin bikin. Em ê bi polîtîkayên xwe yên rêveberiyên herêmî qadên xwe yên hilberînê ava bikin. Em ê bi hev re têbikoşin da ku daxwazên mafên ku dê hevgirtina bi jinên ku li dijî îstîsmara kedê li qadan, kargeh û qadên cemaweriyê li ber xwe didin, pêk bînin.

Şerên ku ji aliyê pergalên kapîtalîst ve hatine afirandin, bûne sedema koçberiya bi zorê ya giran. Koçberên ku ji ber şer neçar man cih û warên xwe biterikînin li cîhanê bûne hedefa zêdebûna nîjadperestî û hedefa li dijî koçberan. Îro jinên koçber û penaber her ku diçe bi her cure tundî, îstismarkirina kedê û xizaniyê re rû bi rû ne. Navendên vegerê yên welat ji bo jinên koçber bûne navendên êşkence û tundiyê. Em ê bi avakirina tora têkoşînê ya herî xurt a li dijî cudakarî, tundî û xizaniya jinên koçber û penaber re hevgirtinê mezin bikin.

‘EM DI JIYANA AZAD Û WEKHEV DE BI ISRAR IN’

Em ê xwedî li mîrateya ku me ji têkoşînê dewr girtiye derkevin û bi hev re jiyanek nû, azad û wekhev ava bikin.

Em ê bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê re rêxistinbûna jinê mezin bikin; polîtîkayên dijminatiya jinan a zayendperest ên desthilatên serdest ên mêr pûç bikin.

Em ê bibêjin ku her jina tê qetilkirin serhildana me ye û xwe bi rêxistin bikin.

Em ê nehêlin keda me bê xwarin.

Li dijî cudakariya jinên astengdar em ê hevgirtinê mezin bikin.

Têkoşîna rêxistinbûyî ya jinên ciwan têkoşîna me ye. Em ê dev ji vê yekê bernedin.

Em ê nehêlin ku xwezaya me were talankirin.

Di rêya 3’yemîn de em ê têkoşîna xwe ya azadiya jinê mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Çar parçeyên Kurdistanê li Kobanê bûn yek’
Nûçeya Pişt re ‘Bêyî azadiya Rêber Apo nabe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora Neteweyên Yekbûyî: Bi cezayê dîsîplînê hevdîtin nayê sînordarkirin

Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, destnîşan kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeda li Dersimê di roja 2’yemîn de ye

Li Dersimê, nobeda ku piştî birîna cezayê girtîgehê yê li Hevşaredar Cevdet Konak destpê kir,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?