Endamê Rêveberiya YNK’ê Salar Mehmud derbarê rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistan û Suriyeyê peyamek belav kir.
Salar Mehmud destnîşan kir ku di nava Suriyeyê de bazariyek heye, Îsraîl wê ji Başûr ve, Şera wê ji Bakur ve beşek bi dest bixe. Salar diyar kir ku bi vî awayî peymanek din di rê de ye, lê vê carê cûda ye û got, “Suriye bêyî mîsogerkirina mafên Kurdan aram nabe û divê Şera nenavendiyê qebûl bike, yan jî wê her tim çarenûsa wê bê aramî be.”
Salar diyar kir ku rewş ji bo Kurdan zehmet e, lê pêwîst nake xemgîn bibin û hîn jî şer li herêmên Ereban e. Salar got, “Kurd li hemû beşên dinyayê rewşê dişopînin û hezkirinek zêde ji bo Rojavayê Kurdistanê heye. Ya ku rû dide destpêka werçerxek nû ye û Kurd jî di nav de ne. Zextên li ser Kurdên Rojava ji bo derfeta serkeftinek xurtire. Lê divê her Kurd di vê mijarê de piştgiriya gelê xwe bike. Piştgiriya ji bo Rojava, di heman demê de tê wateya xurtkirina statûya Herêma Kurdistanê jî.”

