Komîsyona Meclîsê civîna xwe ya dawî ango civîna 21’an li dar xist. Di encama civînê de rapora hevpar bi deng dayînê hate pejirandin. Ji 51 endamên komîsyonê 47 encaman weke “erê” deng dan. 2 kesan neyînî deng da û kesek jî ne erênî û ne jî neyînî deng da. Bi vî awayî rapora hevpar hat qebûlkirin. EMEP û TÎP’ê bi awayekî neyînî deng bikaranîn. Endama Komîsyonê ya CHP’ê Turkan Elçî jî ne erênî û ne jî neyînî deng bikar neanî. DEM Partî, MHP, AKP’ê û Koma Yenî Yol û endamên din ên CHP’ê weke “erê” deng dan. Piştî qeûlkirina rapora hevpar xebatên Komîsyonê bi dawî bû.
Endamên komîsyonê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî pejirandina raporê daxuyanî da.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê anî ziman ku tevî kêmasiyan jî Komîsyona Meclisê erka xwe bikar aniye û wiha got: “Xalên 6 û 7 pir girîng in. Ji niha şûn ve pir girîng e. Divê Meclîs ji niha şûn ve pêşniyarên qanûnan ku di rapora hevpar de cih girtine bi awayekî lezgînî bike qanûn.”
Koçyîgît li ser pirsa der barê peyama Rêber Apo de ev bersiv da: “Birêz Ocalan banga 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Birêz Ocalan aktorê herî sereke yê pêvajoyê û aştiya herêmî ye. Em ji nêrîn û pêşniyarên birêz Ocalan cuda nafikirin. Pirsgirêkeke dîrokî ye. Aliyên wê yên siyasî, aborî, çandî û hiqûqî hene. Ji bo çareseriya van gav hatine avêtin. Ji bo wê jî divê em zimanê xwe jî rast bikin. Bi gotina ‘terorê’ em nikarin bi pêş ve biçin.”
Endama Komîsyonê Meral Daniş Beştaş jî destnîşan kir ku erêkirina rapora hevpar dîrokî ye û wiha got: “Bi 47 dengan qebûlkirina raporê pir girîng e. Ev jî nîşan dide ku bi milyonan kes piştgiriya pêvajoyê dikin. Ji bo pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, daxwaza avakirina mekanîzmayeke pir girîng bû. Herwiha pênaseya azadiya raman û fikir di çerçoveya ‘terorê’ de nayê binavkirin. Ji bo hiqûqa Tirkiyeyê pir girîng e. Yek jî xala girîng ji bo mafê hêviyê ye û penaseya berdana bi şert e. Divê aktorê serekê yê pêvajoyê birêz Ocalan bi awayekî azad bikaribe bixebite. Ji niha şûn ve divê êdî xebatên qanûnî demildest bên kirin.”

