Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li Başûrê Kurdistanê bi desteka PDK’ê ya bi her awayî hatiye berfirehkirin, nerazîbûna gelê Kurd li her aliyê Kurdistanê û cîhanê zêde dibe. Der barê mijarê de endamên Saziya Malbatên Şehîdan ên Kantona Cizîrê ji ANF’ê re axivîn û destnîşan kirin ku ew ê heta dawiyê xwedî li gerîlayên ku ji bo hebûna gelê Kurd li ber xwe didin, derkevin.
‘ÎXANETA PDK’Ê BI SALAN E LI DIJÎ DOZA AZADIYÊ DEWAM DIKE’
Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê û di heman demê de xwişka şehîd Diyar Leyla Xelîl helwesta xwe nîşan da û ev tişt gotin, “Em di serî de îxaneta PDK’ê û hevkariya wan bi dewleta Tirk re li dijî gerîlayên azadiyê şermezar dikin. Îxanet PDK’ê bi salan e li dijî doza azadiyê berdewam dike. Gerîla li çiyayên azad, ji bo parastina maf û azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest bi salan e li li ber xwe dide û şer dike. Ji bo her şervanek azadiyê ku îro ji bo me canê xwe feda dike, em her tişt bikin. Gerîlayên li çiyayên azad bi salan e li ber xwe didin. Bi berdêlên giran destketiyên girîng bi dest xistin. Lê mala Barzanî li hember wan bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin û li dijî gerîla şer dikin. Em ê heta dawiyê xwedî li gerîla derkevin.”
BANG LI GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HATE KIRIN
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Siyabend Silêman, jî nêrîna xwe anî ziman û wiha got, “Rewşa ku niha li Başûrê Kurdistanê diqewime ev e; PDK xwe dide pêşiya dewleta Tirk û îxanetê li tevahî gelê Kurd dike û rê li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk vedike. PDK berjewendiyên xwe yên malbatî li ser mafê Kurdiyetiyê re girtiye û tu car ji bo gelê Kurd û nirxên gelê Kurd tiştek nekirine. Banga me, ji gelê me yê li Başûrê Kurdistanê re ew e ku neyên lîstika mala Barzanî û li hember zarokên xwe şer nekin. Divê li dijî îxanet û dagirkeriyê helwesta xwe raber bikin û xwedî li gerîlayên azadiyê derkevin. Yên ku li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiya me şer dikin, ewladên me ne. Ji her çar aliyê Kurdistanê ciwan diherikin çiyê û ji bo mafê gelê Kurd şer dikin. Mafê Kurdan heye ku bi ziman, çand û nasnameya xwe ya Kurdîtiyê bijîn. Ev maf ji aliyê dewletan hatiye desteserkirin. Ji bo ev maf were bidest xistin gerîla şer dikin. Em ê heta dawiyê xwedî li gerîlayên azadiyê derkevin. Em weke endamên Saziya Malbatên Şehîdan hêz û moralê xwe ji gerîla û afsaneyên ku di wan çiyayan de tên nivîsandin digrin.”