Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê di aseta gerdûnî de tiştek zelal heye ew jî, “Azadiya çapmenî di bin gefa otorîteya siyasî de ye.”
Ketina giştî ya nîşaneyên siyasî bandorê li sê welatên herî baş ên Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê jî dike.
Rêjeya azadiya çapemeniyê ya Norwecê ku di rêza yekem de cih digirt, kêm bû. Her wiha li Îrlandayê ji ber ku saziyên medyayê ji aliyê partiyên siyasî ve rastî çavtirsandina dadgeriyê hatin daket rêza 8’an. Yekîtiya Ewropayê pozîsyona xwe ya pêşeng winda kir û Danîmarka 2’yemîn û Swêd jî derbasî rêza 3’yemîn bû.
Di dawiya rêza de, welatên Asyayê yên wekî Çîn, Vîetnam û Koreya Bakur rê didin sê welatên ku nîşanên wan ên siyasî ketiye asta herî jêr: Efganîstan (di aliyê siyasî de daket rêza 44’an, Sûriye daket rêza 8’an) û Eritrea jî (hem di aliyê siyasî û hem jî giştî daket rêza 9’an).
RSF’ê, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji nû ve hilbijartina partiya Recep Tayyîp Erdogan rê li ber fikaran vedike. Tirkiye ya di rêza 158’an de cih digire, windakirina pûanan di endeksê de dewam dike. Tevî ku Tirkiye di rêza giştî de li gorî sala bihurî 7 rêz bi pêş ve çûye jî, bi taybetî di endeksa siyasî û qanûndanînê de pûan xwe winda kir.
RSF’ê got, “Tirkiye di girtina rojnamevanan, bi rêya sansura înternetê û kontrola edlî re qelskirina medyayê berdewam dike.”
RSF’ê di agahdariya xwe yên der barê Tirkiyê de dibêje, “Ji % 90’ê medyaya neteweyî di bin kontrola hikûmetê de ye” û ev tişt jî tîne ziman: “Her ku desthilatdarî li Tirkiyê bihêz dibe, ewqas medya giştî ketiye rewşa lêpirsînê. Ji bo ya herî krîtîk bê qelskirin hemû rê û rêbaz tên bikar anîn.”