Hiqûqnas û parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn bal kişand ser dosya Gulistan Dokû ku şeş salan tiştek nehat kirin û bûyerên vê dema dawiyê li ser mijarê diqewimin bi gotina “jihevketineke derengmayî” pênase kir. Eren Keskîn qala rola dewletê ya di bûyerê de kir û ragihand ku hewldanên tarîkirina delîlan û bûyera kuştinê tenê bi şexsekî yan jî bi walî nikare bê vegotin, ji Wezareta Karên Hundir heta bi demokrasiya xwecihî avaniyeke sîstematîk di nava meseleyê de ye.
Eren Keskîn ji dosyayên kuştinên kiryar nediyar û destavêtina salên 1990’î mînak da û destnîşan kir ku bûyera Gulistan Dokû jî parçeyek ji vê polîtîkaya giştî ya bêcezahiştinê ye.
Parêzvana mafên mirovan li ser mijarê got, “Ya rast, bûyerên diqewimin bi lez nîne, lê jihevketineke derengmayî ye. Bêguman tiştekî balkêş e ku ji nişka ve destpê kir û ewqasî bi lez bi pêş ve çû. Bûyera Gulistan Dokû yek ji bûyerên tundiyê ye ku li herêmên şer jin bi rêk û pêk lê rast tên. Ji ber vê yekê em xwedî buroyeke hiqûqê ne ku ji sala 1997’an û vir ve bêpere parêzeriyê ji wan jinan re dikin ku li êşkenceya zayendî ya hêzên dewletê rast tên.
Di salên 1990’î de ev rêbaz gelekî dihate bikaranîn. Mînak di destpêka salên 1990’î de li herêma Mêrdînê di dema Mûsa Çîtîl de di binê çavan de destdirêjî li gelek jinan hate kirin. Têkildarî van yek bi yek doz hate vekirin; bi giştî dosya hemû hatin girtin. Çawa çêbû nediyar e lê weke ku tê bîra raya giştî, ji nişka ve li hemberî 405 leşkeran doz hate vekirin ku Mûsa Çîtîl jî di nav de bû. Lê belê hemû jî bi beraatê bi encam bû. Baş e piştre çi bû? Payeya Mûsa Çîtîl hate bilindkirin. Di bûyerên Sûr û Cizîrê de weke fermandar derkete pêşiya me, weke fermandarekî payebilind.”
Eren Keskîn ragihand ku bûyerên bi heman rengî berê jî qewimîn û diyar kir ku bûyerên di dosya Gulistan Dokû de qewimîn ji ber şerê navbera hêzên nava dewletê ye. Eren Keskîn mînaka Êlihê ya salên 1990’î bi bîr xist û got, “Bûyereke bi heman rengî qewimî; ji ber vê yekê bûyera Gulistan Dokû ne bûyereke tekane ye. Di salên 1990’î de em Êlihê weke ‘bajarê xwekuştinan’ dizanin. Gelek jinan xwe kuştin; ji ber ku li wê herêmê ev rêbaz gelekî hate bikaranîn. Kesên ji hêzên dewletê bi taybetî jî leşkeran têkilî bi keçên ciwan re datanînin û ji her alî ve bi kar dianîn, di encamê de biûn sedema mirina wan. Ev demekê gelekî hate axaftin, yanî ev polîtîkayek e.
Bûyera Gulistan Dokû piştî şeş salan hate eşkerekirin. Bi dîtina min sedema wê ev e: Kîjan hêzê ev bûyer veşartibe, hêzeke din a di nava dewletê de biryar da ku vê bûyerê eşkere bike. Ev bûyer encamek ji şerê nava hêzan e. Naxwe nepêkan bû ku sûcekî beriya şeş salan bihata eşkerekirin.”
Eren Keskîn diyar kir ku di dosya Gulistan Dokû de berpirsyar ne tenê şexs in û destnîşan kir ku mekanîzmaya dewletê bi giştî di nava vê pêvajoyê de ye. Keskîn ragihand ku bûyer ji aliyê avaniyeke bi rêk û pêk ve hatiye meşandin. Her wiha anî ziman ku pêvajoya tarîkirina delîlan jî bi hêza dewletê hatiye kirin.
Parêzvana Mafên Mirovan Eren Keskîn diyar kir ku sedema xwe çi dibe bila bibe eşkerebûna bûyer Gulistan Dokû girîng e û got, “Jihevketina vê pirsgirêkê ji bo me girîng e. Ji ber ku mafdariya me nîşan dide. Ne tenê ji bo Gulistan Dokû, em îro bi Dayikên Şemiyê re jî li wê qadê li cenazeyên zarokên wan digerin. Li pişt wan windayan hemûyan dewlet heye.
Em vê yekê bi salan e dibêjin û vaye di bûyera Gulistan Dokû de rastî derkete holê. Delîl têne tarîkirin, di nava xwe de mirovên xwe diparêzin, nahêlin bêne cezakirin. Eger li erdnîgariyekê ewqasî kuştinên kiryar nediyar, kuştin, windakirina di binê çavan de û kuştina jinan hebe, nepêkan e ku mirov bûyeran ji dewletê cudatir binirxînin. Encama ku îro di bûyera kuştina Gulistan Dokû de derkete holê nîşaneya şênber a mafdariya me ye.”

