Çeteyên DAIŞ’ê yên ku dewleta Tirk a dagirker navê SMO li wan kiriye li gorî saeta herêmî saet 16.30’an ji başûrê Tişrîn û herêma Sekenê êrîş birin li ser bendavê.
Çeteyên ku ji başûrê Tişrînê ber bi bendavê ve diçûn û ji aliyê Sekenê ve êrîş dikirin, rastî berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hatin.
Dewleta Tirk a dagirker jî bi êrîşên balafirên bêmirov piştgirî da êrîşên çeteyan.
Piştî pevçûna ku bi qasî 2 saetan dewam kir, hewldana êrîşa çeteyan hate şikandin.