Çarşem, 22 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş: Em ê beriya ku Meclîs bikeve betlaneyê, vesazkirinê bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saratovê bîranîna Şoreşa 19’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êrîş bir ser meşa karkeran: 2 sendîkavan hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tataroglû: Dixwazin kekê min Hasan Basrî Yildiz bi tecrîdê bikujin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogû Ergîl: Qanûna çarçoveyê divê nasname, ziman û îradeya xwecihî ewle bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi mûşekan êrîșî Kampa Dola Alane hat kirin: 4 kes birindar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roket li gundekî Helebceyê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di destê wan de dar û nobetê digirin: Em ê siberoja xwe biparêzin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê banga mezinkirina kampanyaya rêxistinên jin ên Êzidî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê Fermandar Şevger Çiya bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê Fermandar Şevger Çiya bi bîr anî

HPG’ê Fermandar Şevger Çiya bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Hevrêyê me Şevger heta nefesa xwe ya dawî, têkoşîna azadiyê bi serketî meşand.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Gulan 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayê şehîd ev tişt diyar kirin:

“Em hevrêyê xwe Şevger Çîya, leheng ê gelê Kurdistanê, şervanê qehreman û fermandarê xwe yê hêja, di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevrêyê me Şevger ku bi exlaqê partiyê û hişmendiya kûr a welatparêziya ku bi dest xistibû, li ser bingehek watedar û rast dest bi têkoşînê kir, heta nefesa xwe ya dawî têkoşîna azadiyê bi awayekî serketî meşand. Hevrêyê me yê ku 24 salan di nava têkoşînê de cih girt, ji Mêrdînê heta Gabarê, ji Cûdî heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek herêmên Kurdistanê ji bo erkên xwe yên şoreşgerî pêk bîne, kedeke mezin da. Hevrê Şevger ku ji bo azadiya Rêbertiyê û Kurdistana Azad bêyî navber têkoşiya, ji bo pêkanîna vê armancê di bin her şert û mercî de bû leşkerekî bêhempa yê xeta partiyê.

 

Kesayetiya hevrêyê me Şevger a fedakarî, sadebûn û karekterê fermandariya wî her tim ji aliyê me hevrêyên wî ve bibe mînak û em ê xeyalên hevrêyê xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, gelê me yê welatparêz ê Mêrdînê û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me Şevger Çiya wiha ne:

Nasnav: Şevger Çiya

Nav û Paşnav: Sedat Aksû

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik û Bav: Xensê – Nûrî

Cih û Dîroka Şehadetê: 22’ê Çîleya 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Şevger Çiya di malbateke welatparêz de li gundê Eqres ê navçeya navendî Artûklû ya Mêrdînê ji dayik bû. Hevrêyê me yê ku di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû, bi nirxên xwe yên bingehîn mezin bû. Hevrêyê me yê ku demeke kin çû dibistanên pergalê, jiyana xwezayî ya gundê xwe esas girt. Hevrêyê me yê ku di zarokatiya xwe de bi gerîlayên ku dîtiye mezin bû, xeyala gerîlatiyê dike. Wek şahidê şewitandina gundan û kuştinên kiryar nediyar ên di salên 90’î de li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin kirin, mezin bû. Ji ber ku malbata hevrêyê me Şevger cerdevaniyê qebûl nedikir, piştî ku derbasî navenda Mêrdînê bû têkiliya wî ya bi partiyê re demeke kurt qut bû. Lê paşê ew bi rêya zindanê têkiliyên xwe ji nû ve danî. Hevrêyê me yê ku di nava xebatên milîsan de cih digire, hemû erkên xwe bi baldarî û cidiyeteke mezin bi cih tîne. Hesasiyeta wî ya di nêzîkbûna erkan de bala hevrêyên xwe yên gerîla dikşîne. Serkeftina wî ya di xebata bajêr de û xebatên wî ji gelek kesan re bûne mînak. Hevrêyê me ku di çalakiyên bajaran de jî cih girtiye, bi lêgerîn û xeyalên xwe yên derbên mezin li dijmin xisti û her tim çalak bû. Sonda xwe ya ji bo tola pismamê xwe Ferhat Aksû yê di sala 1991’an de li Mêrdînê şehîd bû û apê xwe Celal ê di sala 1994’an de li Bismilê şehîd bû û di nava xebatên milîsiyê de cih girt, her tim zindî kir. Piştî ku bi salan li bajêr xebitî, di sala 1998’an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Şevger ku di sala 1998’an de li herêma Bagokê gihişte çiyayên azad, di demeke kin de ji bo her kesê ku bi motîvasyona tevlîbûna jiyana gerîla bibe, bû milîtanekî amade. Piştî perwerdeya yekem li vir bi awayekî aktîf beşdarî xebatên pratîkî bû. Di perwerdeyan de bi balkişandina li ser analîza kesayeta Rêbertiya me di xwe de guhertinên mezin afirand. Tevî ku gerîlayekî nû bû jî, bi beşdarbûna çalakiyan ve pêşketina wî ya leşkerî derket pêş. Hevrêyê me yê ku di sala 1999’an de derbasî herêma Gabarê bû û bi coşeke mezin çalakiyên xwe yên gerîla berdewam kir, bi biryara vekişînê ya di heman salê de li herêma Heftanînê erka xwe ya şoreşgerî berdewam kir. Hevrêyê me yê ku li herêma Heftanînê di dewreya peywirdarkirinê de cih girt, ji bo ku gelek hevalên xwe bi silametî bigihêjin cihên xwe, hewl da. Du salan di Şehîdgeha Heftanînê de xebitî. Xebat, temîrkirin û paqijkirina goristana şehîdan kir. Hevrêyê me yê dilsozê şehîdan û nirxên partiyê bû, bi baldarî li gora her hevrêyên xwe yên şehîd nêrî. Dizanibû ku PKK partiya şehîdan e, erka xwe bi giranî bi cih anî. Hevrêyê me yê di sala 2001’an de li herêma Heftanînê di operasyonekê de birîndar bibû, bi lez sax bû û şerê xwe berdewam kir. Hevrêyê me yê ku di Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an de vegeriya herêma Botanê, beşdarî çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin bû. Hem bi ezmûna xwe ya leşkerî hem jî bi zanebûna xwe ya bîrdozî di qada Botanê de bû milîtanekî mînak. Li hemberî êrîşên dijmin bi moraleke bilind, bi bawerî û îradeya Apoyî têkoşînê di her warî de pêş xist. Di dema ku şer gur dibû jî, ew weke milîtanekî nemir ê pîvanên partiyê dihat bibîranîn. Hevrêyê me yê ku di bin her şert û mercî de xeta Apoyî bi cih anî, li derdorên ku lê bû da jiyandin

Piştî demeke giran a pratîkê, di sala 2007’an de derbasî Akademiya Hakî Karer dibe. Bi balkişandina li ser kêmasiyên pratîkî yên di hawîrdora perwerdeyê û şêwaza ku digihêje serkeftinê dixwest bibe Apoyiyên fedaî. Hevrêyê me piştî 5 salan li Akademiya Şehîd Îbrahîm perwerdeya xwe ya fermandariyê bi dawî kir. Wî bi xwendina parêzname û analîzên kesayeta

Rêberê me muhesaba wijdanî kir. Bi balkişandina li ser perspektîfa gerîla ya serdema nû û Şerê Gel ê Şoreşger pêşniyarên qadên şer ên germ kir. Bi sekna xwe ya exlaqî, cesaret, durustî û kedkariya xwe bi şêwazê Apoyî erkên xwe yên fermandariyê bi cih anî. Wî gelek kar û berpirsiyarî hilda ser xwe. Bû fermandarekî serketî ku di her qada ku lê bû de hemû hevrêyên xwe bi pêşengiya şehîdên serdemê ji xwe re mînak girt. Hevrêyê me Şevger ku her kêliya jiyanê bi hemû hêza xwe jiya, bi ked û fedekariya xwe dîrokek têkoşînê ya jibîrnekirî ji me re hişt.

Hevrêyê me Şevger di 22’ê Çileya 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên şehîdên xwe bişopînin û têkoşîna ku ji me re mîras dane bigihînin serkeftinê.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtinê li Rêberê Gelê Kurd hat birîn
Nûçeya Pişt re Şoreş Alan: Em ê têkoşîna şehîdên sêdarê bigihînin serketinê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fîlên Asyayê golikên xwe yên mirî vedişêrin û şîna wan digirin

Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê zanyarên li Hindistanê ve hatiye kirin, fîlên Asyayê golikên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li bajarê Kobanê çinîna dexil û danan destpê kir

Li Kobanê ku ji aliyê çandiniyê ve yek ji deverên herî berhemdar ên Rojavayê Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo gerîlaya YJA Starê şîn hate danîn

Ji bo gerîlaya YJA Starê Ayşe Dagdelen (Nalîn Dilgeş Çiya) ku li Herêmên Parastinê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi mûşekan êrîșî Kampa Dola Alane hat kirin: 4 kes birindar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Roket li gundekî Helebceyê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di destê wan de dar û nobetê digirin: Em ê siberoja xwe biparêzin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?