Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam dikin. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku Îsraîlê doh li ser herêmên cur be cur ên Surê êrîş pêk anîn û di van êrîşan de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 48 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji 8’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve 896 jê jin û zarok, 210 jê xebatkarên tenduristiyê, bi giştî 3 hezar û 481 kes mirin, 14 hezar û 786 kes jî birîndar bûn.