Li dijî Çiyayê Gulanê yê li navçeya Derbendîxan a girêdayî Silêmaniyê bi SIHA’yan êrîş hate kirin.
Qeymeqamê Derbendîxanê Amanc Mihemed têkildarî êrîşa berbehs bi Roj Newsê re axivî û got ku beriya niha bi demeke kurt bi droneyan li ser çiyayê Gulanê yê li ser sînorê navçeya Derbendîxanê êrîş hatiye kirin. Amanc diyar kir ku heya niha ziyana êrişê nayê zanîn, lê belê ji bo lêkolînê tîmekê berê xwe daye cihê bûyerê.
Qeymeqamê navçeyê têkildarî cihê bûyerê agahî dan û ev yek anîn ziman: ‘’Li Çiyayê Gulanê xetên telefon û înternetê hene. Lê belê ji ber êrîşan santralên ceyranê hatin qutkirin. Ji ber vê yekê li gundên sînor ên li herêmê şebekeya înternet û radyoyê tune ye.’’ ka xêra xwe ve biweşine

