Operasyonên leşkerî yên koordîneyî yên DYE û Îsraîlê li dijî Îranê dikevin qonaxeke nû, daxuyaniyên ji her du aliyan nîşan didin ku pevçûn wê hîn kûrtir bibin. Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr di hevdîtina bi Fermandarê Fermandariya Navendî ya DYE (CENTCOM) Brad Cooper re îdia kir ku êrîşan “rejîma Îranê qels û tenê maye”.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat destnîşankirin ku êrîşên berfireh li dijî tesîsên hilberîn û pêşvebirina mûşekên balîstîk ên li Îranê hatine kirin û hat diyarkirin ku hin navendên leşkerî yên girêdayî Pasdarên Şoreşê jî hatine hedefgirtin. Hat gotin ku di êrîşan de bi dehan teqemenî hatine bikaranîn û hat bibîrxistin ku operasyon bi awayekî koordîneyî bi DYE’yê re hatine kirin.
Îsraîlê bi eşkereyî diyar kir ku êrîş wê berdewam bikin û hat destnîşankirin ku planên ji bo “tunekirina tevahî ya hedefên krîtîk” berdewam in. Artêşa Îsraîlê ragihand ku beşek girîng ji hedefên beriya şer hatibûn destnîşankirin hatine lêdan.
ÎRANÊ BI ÊRÎŞKIRINA ŞÎRKETAN Û BERSIVDANÊ GEF XWAR
Pasdarên Şoreşê yên Îranê ragihand ku ew ê şîrketên girêdayî DYE’yê ne hedef bigirin. Di daxuyaniyê de bi eşkereyî navên şîrketên wekî Microsoft, Google, Apple, Intel, IBM, Tesla û Boeing hatin rêzkirin û hat gotin ku xebatên van şîrketan ên li herêmê wê hedef bên girtin.
Di daxuyanî hat destnîşankirin ku êrîş wê tenê bi qadên leşkerî re sînordar nemîne û wê li aliyê aborî û kûrewî jî belav bibe.
ÊRÎŞÊN LI SER ÎSRAÎLÊ BERDEWAM IN
Bandora pevçûnan li qadê her ku diçe zêde dibe. Şarapnelên ku tê gotin ji hêla Îranê ve hatine avêtin li navenda Îsraîlê ketin û herî kêm 8 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku di nav birîndaran de zarokên biçûk jî hene.
Her wiha di êrîşên Hizbûllahê yên li ser bakurê Îsraîlê de kesek birîndar bû. Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku Hizbûllah hin gundewarên başûrê Lubnanê bi armancên leşkerî bi kar tîne û operasyonên li dijî van herêman berdewam in.

