Êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dikin. Li gorî nûçeya ANHA’yê ragihandiye herî kêm 3 top li deverên cuda yên herdu taxan ketin.
Her wiha di nûçeyê de hat diyar kirin ku komên çekdar ji welatiyên li taxa Celaa ya başûrê taxa Şêxmeqsûd xwest ku ji malan derkevin da ku xalên xwe yên leşkerî li herêmê bi cih bike.
Berî topbaranê rêbendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çerxerêya Şîhan hat hedefgirtin û komên çekdar ên hikûmeta veguhêz jî tank û wesayîtên xwe anîn derdora herdu taxan.
Têkildarê mijarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê, ragihand ku komên çekdar ên hikûmeta veguhêz êrîşeke dijwar bi topan û çekên giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kir. Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn rewş li derdora her du taxan aloz e û ragihand ku hikûmeta veguhêz berpirsyarê her encameke xirab e.

