Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Saîme Aîşeoglû û Namzetê DEM Partiyê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Celalettîn Erkmen anîn ziman ku ji ber bûyerên li Bêrecûkê lêpirsîna nava partiyê dewam dike, lê belê divê rexnedayin ji xelkê Bêrecûkê re bê dayin.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl da ku li navçeyên Rihayê yên li ser sînorê Rojava rêbazên şerê taybet bixe meriyetê û encamê ji hilbijartinan werbigire. Li gel dengên veguhestî û hîleyên hilbijartinê jî desthilatdariya AKP-MHP’ê nekarî li Xelfetiyê bi ser bikeve. Li navçeya Curnê Reş jî hilbijartin dubare kir û xwest dest dîne ser şaredariyê. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi hîleyên li van navçeyan xwest encamê bi dest bixîne, li Bêrecûkê jî komployeke cuda kir. Mehmet Begît ê ku ji DEM Partiyê ji bo Hevşaredariyê hate hilbijartin 3 roj piştî hilbijartinê ji partiya xwe îstifa kir û çend roj berê derbasî nava AKP’ê bû. Namzetê DEM Partiyê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Celalettîn Erkmen û Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Saîme Aîşeoglû bûyerên li Rihayê ji ANF’ê re nirxandin.
SENARYOYA BERIYA HILBIJARTINÊ HATE PLANKIRIN
Erkmen diyar kir, desthilatdariyê nekarî rê û rêbazên beriya hilbijartinê plan kiribû bixe meriyetê, lewma piştî hilbijartinê senaryoyeke nû xiste meriyetê. Erkmen bi bîr xist ku DEM Partî sê serdem in li Bêrecûkê bi ser dikeve, dihate payin ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de jî bi ser bikeve û got, “Dewletê ji xwe zanîbû ku DEM Partî wê li Bêrecûkê bi ser bikeve, lewma senaryoyeke bi vî rengî amade kir. Ji ber kêmasiyekê vê yekê rû da. Lê belê pirsgirêka mezin ew e ku haya me ji vê nebû, ev yek kêmasiya me ye. Navenda Giştî wê komîsyona lêkolînê ava bike û hin tiştan eşkere bike, em ê ji raya giştî re ragihînin. Ev yek ne lîstikeke ku piştre eşkere bû, senaryoyeke ku berê hatibû plankirin.”
‘EV LÎSTIK WÊ BI SER NEKEVE’
Erkmen diyar kir ku li ser xeta Bêrecûk lê ye planên stratejîk hene û got, “Rojava heye, pireke ji bo Dîlokê. Xeta Serêkaniyê, Akçakale, Pirsûs û Rojava ye. Ji ber vê yekê naxwaze van navçeyan bide. Me gelek lîstik têk bir. Piştî ku hin bûyer qewimîn ku dewlet êdî nikare veşêre û ji bin rabe, paşve gav avêt. Xwest Xelfetiyê bi dest, bixe lê nekarî. Li Hîlwanê hilbijartin betal kir, lîstikeke mezin lîst. Tevî van hemûyan nekarî bi ser bixîne. Ev lîstik wê bi ser nekevin.”
‘DIVÊ EM REXNEDAYINA XWE BIDIN XELKÊ BÊRECÛKÊ’
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Saîme Aîşeoglû jî destnîşan kir ku beriya her tiştî divê ew rexnedayina xwe bidin xelkê Bêrecûkê û got, “Mehmet Begît sal û nîvek bû bi fermî nebe jî li qadê di nava karê çalak ê partiyê de bû. Rewşeke welê ye ku di nava me de hate plankirin, birêxistinkirin û projeyek bû. Heman piştî hate hilbijartin rûyê xwe yê rast nîşan da. Hevdîtinên me yên ku di asta hevserokatiya bajêr de me kir, bi ser neket. Wî bi xwe senaryoya berê hatibû plankirin xist meriyetê.”