Li Şirnexê rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê protesto kirin. Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û hevşaredarên Silopiya, Cizîr, Gundikê Melê û Deşta Darê û gelek kesên din beşdarî daxuyaniya ku li ber avahiya DEM Partiyê hatî dayîn, bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm biaxive, tu ji kuderê yî?” hate vekirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî û got, “Desthilatdariya AKP’ê di dema dawî de cara sêyem derbeya qeyûm pêk anî, bi vê yekê dixwaze civakê jinûve dîzayn bike. Ev tayînkirinên qeyûm ne tenê xespa şaredariyan e; êrîşeke eşkere ya li dijî dîrok, çand û nirxên gel e. Qeyûm derbe ye, qeyûm dizîtî ye. Polîtîkayên qeyûm û îdîaya aştiya civakî, bi nakok in. Ne Dersim, ne jî bajarên me yên din nabe ku bi qeyûm bên rêvebirin.”
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî got, “Colemêrg berxwedan e. Êlih cihê serhildanê ye. Mêrdîn nûneriya baweriyê dike. Xelfetî ruhê lêgerîna azadiyê ye. Esenyûrt nûnerê xwesteka jiyana gelan a bi hev re ye. Dersim ruhê berxwedanê yê gelê Kurd e ku serî natewîne.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana Dersimê”, “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” bi dawî bû.
ERZIROM
Rêxistina DEM Partiyê ya Erziromê têkildarî polîtîkayên qeyûm li ber avahiya rêxistina navçeya Qereçoban daxuyanî da. Di daxuyaniyê de, pankarta “Şaredarî yên me, em ê destûrê nedin xespê” hate vekirin. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê rêxistina DEM Partiyê ya bajêr Yavuz Karabudak daxuyanî xwend û got, “Gelê me di hilbijartinan de îradeya xwe ji bo DEM Partiyê bi kar anî. Desthilatdariya AKP-MHP’ê derbeya qeyûm veguherandiye rejîmekê. Ev tê wateya êrîşa li dijî mafê hilbijartinê yê gelê Kurd.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana Dersimê” bi dawî bû.