Nûnerên eşîrên netewî yên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek çapemeniyê piştgirî dan berxwedana Rojavayê Kurdistanê.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Zerdeşt Celal ve hatî xwendin de, eşîran banga rawestandina êrişên ser Rojavayê Kurdistanê kirin û hate gotin, “Em banga yekîtiyê li gelê xwe dikin, divê ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî parastina rûmeta gelê me bibin. Herwiha bang li hemû eşîran dikin ku li herêmên lêne, piştgiriya madî û manewî bidin Rojavayê Kurdistanê.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin; “Kurdistan yek e, eger Rojava bikeve metirsiyê, tê wateya ku hemû Kurdistanê ketiye metirsiyê. Lewma divê li hemberî metirsiyan yek bin.”

