Diziya herî mezin dizîna hêvî û baweriyê ye. Dema ku hikumdarên destpêkê talan, dagirkerî û mêtingerî li bindestan ferz dikirin, rewşa wê demê ji rewşa niha gelekî baştir bû. Bindestên destpêkê li gorî dema ‘nûjen’ a niha hîn bêhtir nêzî azadiyê bûn. Mirovahiyê piştre teslîmiyet nas kir, ji ber ku wê demê feraseta ya berxwedan, ya jî mirin hebû. Tirs, xapandin, xiyanet û teslîmiyet piştre hatin afirandin. Lewma di vê serdemê ji sedî 10 ê mirovan bi tirs, xiyanet û teslîmiyetê li ser ji sedî 90 ê mirovan serweriyê ava dike. Rêber Apo li hemberî vê rewşê şoreşa felsefeya heqîqetê pêk anî. Dema ku em bala xwe didin ser gerîla, wêrekiyeke bêtirs dibînin. Ev wêrekî li gel tinekirina tirsa hezaran salî her wiha şoreşa herî mezin e.
Bûyera ku par li navenda Enqereyê rû da, ne tenê çalakiyeke leşkerî bû. Tişta ku Şehîd Rojhat û Erdal ispat kirin, lawazbûna tirsê bû. Yên ku digotin ‘textê’ dewletê ti carî naheje, bi çalakiya Erdal û Rojhat a li paytexta wan re dîtin ku dilê dijmin çawa tê teqandin. Çalakiya wan ji bo mirovên ku teslîmiyetê qebûl nakin şoreşa herî mezin afirand. Wan peyama wê yekê dan û gotin, ‘Em şopdarên Zîlan in û ne yên destpêkê ne. Ji ber vê yekê em li paytexta we çalakiyê dikin û rêya şopdarên xwe ronî dikin. Ji ber ku em zanin ev ronahî wê wêrekî û baweriya ji xwe mezin bike, lewma em ne yên dawî ne.”
Hevrê Erdal û Rojhat çalakiyeke leşkerî ya bêqisûr kirin. Bêyî ku kes pê bihese ji çiyayên Kurdistanê xwe berdan nava dilê Enqereyê. Mîna çîroka Sîmurgê ji gelek deşt û geliyên bi zehmet derbas bûn. Beriya her tiştî di wî temenê xwe yê ciwan de teslîmiyet red kirin, bi îrade û bawerî ji geliyan derbas bûn, hilkişiyan, di bajaran re derbas bûn û ti carî li paş xwe nenihêrîn. Ji hev re bûn dayik û bav, bûn mamoste, bûn pêşeng, bûn hevrêyên rast, piştgirî dan hev. Bi hev re rabûn, bi hev re rûniştin, heman xewn dîtin, heman armanc danîn pêşiya xwe. Çalakî bi hev re plan kirin. Yek bû parçeyê yê din û bi vî rengî wê bi xwînsarî bi ser dijmin ve biçûna.
BI ÇALAKIYA XWE YA FEDAÎ MIZGÎNIYA ROJÊN AZAD DAN
Di ser çalakiya fedaî ya hevrê Erdal û Rojhat salek derbas bû. Di nava salekê de dewleta Tirk çi qezenç kir, çi winda kir? Di daxuyaniyên gerîla de bîlançoya vê yekê heye. Dewleta Tirk îsal li hemberî gerîla gavek jî bi pêş ve neavêt û lawaz bû. Peyama ‘Ne ya destpêkê ye, ne jî ya dawî ye’ ya şehîd Rojhat û Erdal ku li Enqereyê çalakiya fedaî kirin, di têkoşîna Serxwebûn û Ekînan de careke din şênber bû. Gelê Tirkiyeyê ji bo vê rastiyê bibîne divê guh nede medya şerê taybet, lê bala xwe bide ser kiryarên dewletê. Kiryarên dewletê naşibin kiryarên serketî û cihê baweriyê. Madem ji serketinê ewqasî bawer in, hingî çima ji bo dijminatiya li gelê Kurd di nava liv û tevgereke ewqasî zêde ye?
Gotinek heye ku dibêje, kêliya ku serketina şoreşê herî nêz e, ew kêlî ye faşîzm gihîştiye asta herî bilind. Heval Erdal û Rojhat sala 2023’an ku faşîzm di asta herî bilind de bû bi çalakiya xwe ya fedaî mizgîniya rojên azad dan.