Duşem, 19 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Polîsan êrîşî meşa li Amedê kirin, berxwedan li bajêr belav bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şemzînanê êrîşên li ser Rojava şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Îranê qetilkirina 5 hezar çalakvanan qebûl kiriye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên li ser Rojava: Li Semsûr, li Enqere û Stenbolê çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Kurd ên li Rûsya û Yekîtiya Dewletên Serbixwe ji bo Rojava bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salîha Aydenîz: Paradîgaya ku gelan li herêmê ava kirin hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Mexmûrê li dijî êrîşên li ser Rojava mitîngek li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li dijî xeteriyên li ser herêmê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî bersiva banga seferberiyê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Rêveberiya YNK’ê ji bo Rojava banga piştevaniyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Em ê bi ruhê azadiyê li her derê li ber xwe bidin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimê olî Şik: Mercê aştiya mayinde azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyên HTŞ’ê êrişê dibin ser Eyn Îsayê
Çeteyên HTŞ’ê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê xilas bikin êrişî Girtîgeha Reqayê dikin
Rêxistinên Kurd ên li Rûsya û Yekîtiya Dewletên Serbixwe ji bo Rojava bang kirin
Çete sivîlên birîndar direvînin
Li Tişrînê şer dewam dike: Gelek çete hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ewladê zêrîn ê têkoşîna azadiyê: Mordem
Kurdistan

Ewladê zêrîn ê têkoşîna azadiyê: Mordem

Ji fermandarên êrîşê û berxwedanê yê bijarte hevrê Mordem bi tecrûbeya xwe ya taktîkî û jêhatîbûna xwe derbên giran li dijmin xist. Li herêma Zapê dijmin asê kir û nehişt xwe bilivîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Ewladê leheng ê Çewlîkê hevrê Mordem (Bûlût Kîşîn) zarokatiya wî li nava malbeteke welê derbas bû ku welatparêz bû, berdêl dida û timî li zextên giran ên dewletê rast dihat. Hevrê Mordem ji şehadeta du apên xwe yên li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê gelekî bi bandor bûbû.

Malbata wî li ber zext û zilma dewleta faşîst a mêtinger rabû û ev yek jî bû sedem ku hevrê Mordem hîn di temenekî biçûkanî de bibe xwedî hest û hêrsa serhildêriyê. Derdora ku hevrê Mordem lê mezin bû derdoreke welê bû ku ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi bandor bûbû. Vê yekê jî rêya wî ya jiyanê diyar kir.

Kesayetiya hevrê Mordem di nava van şert û mercan de ava bû û bi sekna xwe ya fedakar û bi îrade hem li nava malbata xwe hem jî li nava derdora xwe bû cihê hezkirinê. Hevrê Mordem ku li dibistanê gelekî serketî bû piştî ku lîse qedand derfet dît ku li yek ji zanîngehên bijarte yên Tirkiyeyê bixwîne, lê belê wî berê xwe da Kurdistanê, Zanîngeha Dîcleyê tercîh kir. Gava ku li Zanîngehê dixwend weke yek ji kadroyên sereke yên karên ciwanên xwendekar ên welatparêz di nava hevalên xwe de bû kesayetekî pêşeng.

Sala 2004’an ji bo bersivê bide pêngava 1’ê Hezîranê li gel komek ji hevalên xwe weke Mertalên Zindî xwe gihand qadên azadiyê. Piştî dewreya perwedeyê ya şervanên nû ji bo pêkanîna xewn û xeyalên xwe, beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrê Mordem ku di demeke kurt de li nava hevrêyên xwe hemûyan hate hezkirin, bi sadebûn, durustî, sekna xwe ya xwezayî û jêhatîbûna xwe bal kişand ser xwe. Ji dema destpêkê ya jiyana xwe ya gerîla û pê ve li rêxistinê ferz kir ku biçe qadê herî zehmet. Ji bo wî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dihate wateya serxistina karê herî zehmet.

Di encama vê daxwaz û israrê de derbasî qada Amanosan bûn. Nêzî çar salan li vê qadê bi rengekî bê eman tevlî pratîka şer bû û xwe kir gerîlayekî şareza ku karibe li her qadê wezîfeyê bike.

Dema ku li Amanosan bû ji ber ku ji malbata xwe gelek şehîd da, rêxistinê xwest hevrê Mordem li qadên hîn ewle bi cih bike. Lê belê hevrê Mordem ji ber hêrsa xwe ya li hemberî dijmin her tim xwest li eniya herî pêş be û li ber dijmin bisekine. Hêrsa wî ya li dijî dijmin xwedî wê hêzê bû ku dikarîbû mîna lehiyekê her tiştên derkeve pêşiya xwe ji holê rake.

Her ku ev hêrsa hevrê Mordem bi têgihişt û tecrûbeya pratîkê re bû ye, veguherî fermandarekî welê ku li her qadê derbê li dijmin bixe, di xeta serketinê de xeta fermandariyê ya Apoyî temsîl bike.

Ji sala 2022’an û pê ve li hemberî êrîşên artêşa Tirk a faşîst a mêtinger ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrê Mordem weke yek ji fermandarên êrîş û berxwedanê yê bijarte yê eniya gerîla, bi hunera xwe ya taktîkî û jêhatîbûna xwe ya fermandariyê mohra xwe danî binê gelek çalakiyên serketî ku derbên giran li dijmin hate xistin. Li herêma Zapê dijmin asê kir û welê lê kir ku nikaribe xwe bilivîne.

Bi vî rengî weke fermandarê fedaî yê Eniya Şehîd Delîl çar salan li herêma Zapê têkoşîneke bêhempa meşand; bû pêşengê dîrokî yê îradeya nayê şikandin û ruhê fedaî yê Apoyî yê têk naçe. Gotin û pratîka xwe yek bû, bû fermandarekî pêşeng ku hêjayî kevneşopiya berxwedanê ya gel û malbata xwe ya welatparêz bû.

Mixabin di encama qezayeke bêşens de hevrê Mordem şehîd bû, ku vê yekê hevrêyên wî gelekî êşand. Ji ber jidestdana ewladê zêrîn ê têkoşîna me û Kurdistanê em ji dil diêşin; dibêjin ku em ê dilsozê bîranîna wî bin û êşa malbata xwe ya hêja û gelê xwe ji dil parve dikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Bakur meşên 1’ê Îlonê: Divê şert û mercên xebata azad ên Rêber Apo bên misogerkirin
Nûçeya Pişt re Îdîaya li Ûkraynayê 2.000 leşkerên ji Koreya Bakur mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrîn-Şehbayê: Serketin bi yekîtiya gelan dibe

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê destnîşan kir ku bi yekîtiya gelan wê serketina li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Meclîsê divê ‘yekîtiya li dijî tundiya li ser bingehê zayenda civakî’ were avakirin

Koma Parlamenterên Jin a DEM Partiyê êkildarî bûyera îstîsmarê ya li Meclîsê li dijî zarokên…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên dewleta Îranê ciwanekî Kurd qetil kir

Hêzên Îranê li nêzî bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ciwanek qetil kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xelkê Mexmûrê li dijî êrîşên li ser Rojava mitîngek li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê li dijî xeteriyên li ser herêmê bang hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwanên Êzidî bersiva banga seferberiyê dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamê Rêveberiya YNK’ê ji bo Rojava banga piştevaniyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?