Fadil Şenyaşar ê ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di êrîşa parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz de bavê xwe Hacî Esvet Şenyaşar û kekên xwe Celal û Adil Şenyaşar winda kir û ew jî bi giranî birîndar bû 3 roj şûnde hat girtin.
Şenyaşar ji ber şaştiya belgeyan dereng hat berdan. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku Şenyaşar ji ber dozeke din hatiye girtin nexwest pêvajoya berdanê bide destpêkirin. Di encama hewla parêzeran hat îspatkirin ku Şenyaşar ji ber dozeke din ne girtî ye û bi vî awayî pêvajoya berdanê hat destpêkirin.
‘ME ENCAMA TÊKOŞÎNA XWE BI DEST XIST’
Şenyaşar ê ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Amedê hat berdan, ji aliyê dayika xwe Emîne Şenyaşar, kekê xwe parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Rihayê Ferît Şenyaşar û gelek kesan ve hat pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de Emîne Şenyaşar kurê xwe demeke dirêj hembêz kir û hêsir barand.
Piştî pêşwazîkirinê parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar axivî û got: “Ev 6 sal û 4 meh in em li benda vê kêliyê ne. Ger darazek bêalî hebûya birayê min mehekêjî di girtîgehê de nedima. Dayika min 6 sal û 4 mehin têdikoşe. Bi saya têkoşîna dayika me birayê min hat berdan. Dayika min wê li malê bimîne lê têkoşîna me wê bidome. Bi hezaran kesên ku weke birayê min bi neheqî hatine girtin hene. Girtiyên siyasî bi neheqî girtî ne. Têkoşîna me ji bo wan jî wê berdewam bike. Têkoşîna dayika min ji bo kesên ku li edaletê digerin û bû ronahî.”
Fadil Şenyaşar ê ku hat berdan jî got, “Kesên bûn wesîleya hêsirên dayika min em wan efû nakin. Têkoşîna me wê ji cihê ku lê maye wê bidome. Em spasiya her kesê ku heta îro li gel me bûn, dikin.”
Malbat piştre ber bi Pirsûsê ve bi rê ketin.