Guherînên ku piştî tecrûbeya ERNK’ê rû dan, nîşaneya wê yekê bûn ku li Kurdistanê guherînin bingehîn dewam dikin.
Di vir de divê ev yek bê gotin: Li cografyayeke ku di herikîna dîrokê de timî talan û tinebûn lê hate ferzkirin û gel hatin qirkirin, afirandina jiyaneke nû ne tiştekî welê ye ku di nava çend salan de pêk were.
Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Rêber Apo dema ku gavên destpêkê yên guhertina rêveçûna dîrokê avêtin, ku weke “Destwerdana li dîroka serberjêrbûyî” pênase kirin, baş bi vê rastiyê zanî bûn. Lê belê bi nêzîkatiyên rast di nava demeke kurt a bi qasî pêncî salî de guhertinên mezin kirin. Gotina “Em bi welatparêziya welatekî welê rabûn ku kesî newêrî bû navê wê jî bilêv bike” ya Rêber Apo işaretê bi vê hewldana mezin û zehmet dike.
Rêber Apo ku got, “Bêyî utopyayên mezin pratîkên jiyaneke mezin jî pêk nayên” ji roja destpêkê heta niha her tim li çend gav wêde fikirî, li gorî wê pratîkeke jiyanê danî holê û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi pêş ve bir.
Piştî salên 2000’î îdeolojiya Rêber Apo bi pêş ve çû; bû demeke welê ku kêmasiyên karên heta niha hatin kirin sererast û nû kir. Ji van guhertinan a herî girîng jî rêxistiniya komunan û girîngiya komunan a li nava feraseta sosyalîzmê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû.
ISRARA LI SER FERASETA DEWLETÊ LI PÊŞIYA SOSYALÎZM Û KOMUNÊ ASTENGÎ YE
Rêber Apo ku ji salên 1990’î û vir ve li ser feraseta ‘sosyalîzmeke bê dewlet’ disekine û ji bo vê hewl dide, anî ziman ku feraseta dewletê û israra li ser wê li pêşiya sosyalîzmê astengiya herî mezin e, lingê herî mezin ê rêxistiniya sosyalîzmê rêxistiniya komunê ye ku heta niha biçûk dihate dîtin.
Rêber Apo di analîzeke xwe de got, “Em dewletê naxwazin. Eger em dewletê bixwazin, weke Iraqê em ê bi dijwarî bikin. Ez qala sînoran nakim, weke li Iraqê em ne li pey wezaretan e. Ya ku em dixwazin ew e ku li taxan, li gundan, li bajaran li pêşiya demokratîkbûna gelê me nebin asteng. Ne tenê ji bo Kurdan, konfederalîzma demokratîk a Tirkiyeyê hîn rasteqîn e. Ji bo tevahiya Tirkiyeyê vê yekê pêşniyar dikim. Pirsgirêka me bi avaniya unîter re nîne. Ez qala dewletê nakim; demokratîkbûn şêweyê avakirina demokrasiya xwe ya civakê ye. Kurd wê vê sîstemê li hemû parçeyan bi pêş bixînin, li gorî wê pêk bînin.” Rêber Apo tecrûbeya Rojava jî bi israr weke mînaka pratîkî ya vê yekê destnîşan dikir.
Di analîzeke xwe ya din de jî digot, “Dîrok ji aliyekî ve weke çîroka şaristaniyê ya li dora bajêr hate vegotin. Jiyana bajêr a beriya endustriyalîzmê bi jiyana gund-çandiniyê de timî di nava hevsengiyê de bû. Di navbera wan de nakokî hebe jî ewqasî tûj nebû ku bituniya civakî bixe nava xeteriyê. Ev nakokî ti carî negihîşt wê astê ku civaka çandinî-gund hilweşîne. Girêdayî hev bû û hev xwedî dikir.
Endustiryalîzmê bi armanca xwe ya qezenca zêde ne tenê ev hevsengî xera kir; bi mezinbûna nenormal a di du sed salên dawî re bi navê bajêr bajarvaniyeke dûrî ji bajêr afirand. bi hilweşandina civaka çandinî-gund re qaşo di bin navê ‘civaka bajar-pîşesaziyê’ bûyerên kanserolojîk afirand. Ev diyardeya ku teqîna çîna navîn jê re tê gotin, bi ti awayî kêrhatî nebû.”
Rêber Apo bi vê tespîtê re işaret bi şaşitiya feraseta dîrokê kir ku komunê tine dihesibîne û destnîşan kir ku li şûna vê yekê komunbûyîn rêya rizgariyê û rêxistiniya herî girîng e.
GOTINA ‘CIVAK NEBE ŞEXS JÎ NÎNE’ BINGEHA KOMUNÊ YE
Li ser girîngiya avakirina jiyaneke komunal û komunbûnê Rêber Apo ev tespît dikir, “Şexs-welatiyên neteweya demokratîk bi qasî ku azad in divê komunal bin. Şexsê azad ê sexte ku ezeztiya kapîtalîst li hemberî civakê sor kiriye, bi esasî di nava koletiya herî giran de ye. Lê belê bi îdeolojiya lîberal re îmajeke welê afirand ku weke şexs di nava civakê de xwedî azadiya bê dawî ye. Lê di rastiyê de şexsê koleyê kedê yê bi mûçe bi meyla qezenca herî zêde veguherand sîstemeke hegemonîk ku şêweyê herî mezin ê koletiyê ye. Kesayetên bi vî rengî di nava pratîka jiyan û perwerdeyê ya bêrehm a netewe dewletperestiyê de têne afirandin.
Ji ber ku jiyana xwe bi serweriya pere ve hatiye girêdan, sîstema mûçeyan weke benekî di stuyê kûçik de pê ve hatiye girêdan û bi vî rengî berê şexs dide her alî. Ji ber ku ji bo karibe bijî wekî din çareyeke xwe nîne. Eger bireve yanî xwe bêkar bike ev yek jî wê ji bo şexs bibe jiyana li ber mirinê.
Her wiha ezeztiya kapîtalîst li ser bingeha înkarkirina civakê ava bûye. Jê heye ku çiqasî çand û kevneşopiya civakê ya dîrokî înkar bike, wê ewqasî jî xwe misoger bike. Têgihiştina herî berevajî ya îdeolojiya lîberal ev e. Dirûşma xwe ya sereke jî bi rengê ‘Civak nîne, şexs heye’ anî ziman. Kapîtalîzm bi esasî sîstemeke nexweş e ku xwe dispêre çikandina civakê.”
Rêber Apo di vê daxuyaniya xwe de çanda komunbûyînê dispêre azadiya şexs, sekneke polîtîk û exlaqî û bi şênberî avanî û pratîkên reel sosyalîst red dike.
Rêber Apo destnîşan kir ku bi komunbûnê re civak jî dikare jinûve ava bibe, şexs dikare azad bibe û xwedî sekneke exlaqî be.
Li gorî nêzîkatiya îdeolojîk a Rêber Apo, komun ne ew qad in ku tenê komek lê dicive; komun ew qad in ku her beşa civakê lê hevpar dibe û di mijarên hevpar de dikarin xwe lê birêxistin bikin.
Ji ber vê yekê pênaseya komunê ya Rêber Apo pênaseyeke klasîk nîne; yek ji hêmanên bingehîn ên feraseta sosyalîzma serdema nû ye. Li gel vê yekê modela rêxistinbûnê ya herî guncaw e ku demokrasiya muzakerevaniyê lê bi cih bê anîn ku sîstema fikrî ya herî guncaw a serdema ji bo derbasbûna li sosyalîzmê ye.
DEMOKRASIYA MUZAKEREVANIYÊ YA LI SER BINGEHA KOMUNÊ
Rêber Apo di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de got, “Modela ku di dîrokê de mînaka xwe nîne yekdestî û homojeniya netewe dewletê ye. Me karakterê hov û ne mirovî yê vê modelê li gel sedemên wê analîz kir. Lewma konfederasyona neteweya demokratîk a ku xwe dispêre nasnameyên neteweyan ên nem û vekirî, ne tenê li rastiya civakî û dîrokî tê; di heman demê de vegotina wê ya îdeal e. Divê mirov konfederasyonê ne weke yekîtiya dewletan, lê belê weke yekîtiya komunên demokratîk bibînin. Komunên demokratîk divê weke rêveberiya yekîneyên civakî yên neteweyî bê nirxandin.” Bi vê tespîtê re Rêber Apo anî ziman ku komun bingeha feraseta sosyalîzma nû ye.
Di metna herî dawî de ku ji TJA’yê re şand, têgeha ‘demokrasiya muzakerevaniyê’ weke xeta dema nû diyar kir. Ev têgeh yek ji kevirên bingehîn ên rêxistiniya komunan e.
Rêber Apo komunan weke parêzvanê desthilatdariya derdorekê nabîne, li şûna vê yekê weke qadeke welê dibîne ku her kes, her derdor dikare lê xwedî mafê gotinê û biryardanê be.
Ev sîstem modeleke rêxistinî ya ji bingehê ve ye û li ber hiyarerşiyê radibe. Di nava vê sîstemê de nûner ji aliyê her beşa civakê ve têne hilblijartin û eger pêwîstî pê bê dîtin dikare ji wezîfeyê bê wergirtin û yên nû bêne hilbijartin. Modela rêxistiniya pehn-ji bingehê ve yek ji kevirên bingehîn ên rêxistiniya komunê ye.
Di rêxistiniya komunê de divê girêdan bi dewletekê nebe. Ev yek jî wê derfetê dide komunê ku serbixwe be û li gorî şert û mercên xweser ên qada lê ye tevbigere. Komun bi vî rengî dikare qala lê ye li ser bingeha jiyaneke demokratîk ava bike. Yek ji gavên girîng ên vê yekê jî sererastkirina aboriyê. Rêber Apo bal kişand ser girîngiya komunê ji bo aboriyê û destnîşan kir ku komun di heman demê de rêxistineke aboriyê ye.
Modela komunê ya Rêber Apo rêxistiniya li her qada jiyanê û jinûve birêxistinkirina her qadê ji xwe re dike esas. Ji bo vê jî divê jiyaneke nû bibe armanc û hişmendiya sosyalîzmê li nava girseyan bêhtir belav bibe. Demokrasiya muzakerevaniyê ku şêweyê rêxistiniya komunê ye, yek ji qonaxên herî girîng ên derbasbûna li nava sosyalîzmê ye.

