Sêşem, 15 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Em biryardariya xwe ya ji bo xwedîderketina li armanc û têkoşîna şehîdan dubare dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Armanca min ew e ku aştî û siyasîbûn pêk werin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang li Meclîsê kir ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E: Li dijî rageşiya li Rojava em yekîtiya gelan biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kiliç: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û pêwîstiyeke pedagojîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya Azadiya Îranê piştgirî da greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê di salvegera Şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ de zextên xwe zêdetir kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Rejîma Îranê endamekî me li Kamyaran revandiye û êşkence kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi fuze û droneyan êriş bir ser Silêmaniyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Qadên berxwedanê dagirin, xwedî li şoreşê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Şehîd Jiyan û 4 gerîllayan bi çalakiyekî hunerî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Bavê Jîna Emînî: Hezkirina mirovan bi hezaran ewlad tevlî malbata me kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Îradeya azadiyê ya jinan nikare bê tepisandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zaxoyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Divê em bi rêxistinbûnek xurt xwedî li şoreşê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo têkoşîna jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Serhildana Jin, Jiyan, Azadî dewama têkoşîna jinên Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Zekî Îrmez: Ekolojiya Botanê bi rêk û pêk tê talankirin
Civak & Ekolojî

Zekî Îrmez: Ekolojiya Botanê bi rêk û pêk tê talankirin

Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez bal kişand ser talankirina xwezayê ya herêma Botanê ku ji sala 2018'an û vir ve dewam dike û ev pêvajo weke qirkirina ekolojiyê pênase kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li herêma Botanê talankirina xwezayê salên dawî gelekî zêde bûye. Projeyên bendavê, çêkirina rê ji bo armancên leşkerî, lêgerîna li petrolê, rêze qedexeyên bi hinceta ewlekariyê li herêmê qadên jiyanê hem talan dike hem jî dike ku mirov ji cih û warê xwe bimînin.

Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Zekî Îrmez êrîşên pir alî yên li ser herêmê weke ‘Polîtîkaya qirkirina jiyan û xwezayê ya bi rêk û pêk a bi destê herêmê’ pênase kir.

‘EV POLÎTÎKA NÛ NÎNE, DEWAMA KEVNEŞOPIYEKE JI SED SALÎ YE’

Îrmez anî ziman ku talankirina xwezayê ya li Botanê nû nîne, dewama polîtîkayên ewlekarîperest ên kevneşop ên dewletê li ser erdnîgariya Kurdistanê ye.

Îrmez got, “Ev yek berhemek ji aqlê dewletê yê sedsalî ye” û diyar kir ku di salên 1990’î de ji şewitandina gundan heta bi şewitandina darizandin, gelek kiryaran hem zerar da jiyana gelê Botanê hem jî cografyaya wê.

PIŞTÎ SALA 2018’AN HÎN BÊHTIR DAR HATIN BIRÎN

Parlamenter Îrmez ragihand ku piştî sala 2018’an ev polîtîka hîn bêhtir bi rêk û pêk bû û got, “Hema bibeje li her devera herêma Botanê dar têne birîn. Li gorî karên hatine kirin, ji sedî 10 ê daristanan hatine tinekirin û birîna daran hîn jî dewam dike.

Bi taybetî li herêmên Besta, Gabar, Belega, Silopiya û Elkê li qadên Melesa û Hemkayê birîna daran zêde bûye.”

BEND, BENDAV Û GUNDÊN HATIN VALAKIRIN

Îrmez diyar kir ku heft bendên bi hinceta ewlekariyê li xeta Qilabanê hatine avakirin, bûne sedem ku gundên li derdorê bêne valakirin û qadên daristanî bêne tinekirin.

Îrmez ragihand ku ev bendên ku av lê kom dibe hem sîstema ekolojiyê xera dikin hem jî gel ji cih û warê wan dike. Parlamenterê DEM Partiyê anî ziman ku li van herêman ku gundên dîrokî yên weke Hîsar û Çaglayan ên Cizîrê lê ne, ji ber înşaeta Bendava Cizîrê salên dûr û dirêj e dar têne birîn.

‘DI BIN NAVÊ CIWANKIRINÊ DE DAR HEMÛ TÊNE BIRÎN’

Îrmez nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Midûriyeta Bajêr a Daristanan da ku birîna daran weke ‘karekî ciwankirinê’ pênase kir û got, li gorî çavdêriyan ne tenê darên kevn, her wiha darên ciwan jî hatine birîn.

‘DI BIRÎNA DARAN DE TÊKILIYÊN RANTÊ JÎ BI BANDOR E’

Îrmez anî ziman ku birîna daran ne tenê ji bo ewlekariyê her wiha bi armanca rantê jî tê kirin û got, “Ji Midûriyeta Daristanê ya Bajêr heta bi keyayên mohra xwe danîne binê peymanên birîna daran, heta bi hin rayedarên leşkerî û şîrketên taşeron, xelekeke ji rantê heye. Ev îdîa gelekî cidî ye û lêkolînên me yên li ser vê yekê dewam dikin.”

LI GABARÊ PETROL Û LI BOTANÊ QEDEXE

Parlamenter Îrmez ragihand ku lêgerîna li petrolê ya li Çiyayê Gabarê ku ji sala 2021’ê û pê ve destpê kir bû sedema hilweşîneke mezin a hawirdorê û got, şîrketan qadên daristanê bi rengekî bêperwa talan kirin.

Îrmez diyar kir ku qedexeyên 15 rojan carekê ji aliyê walîtiyê ve têne nûkirin jî li pêşiya gundiyan asteng e ku bigihêjin gund, bax, baxçe û çavkaniyên xwe yên avê.

‘XELKÊ ŞIRNEXÊ NERAZÎ IYE, LÊ BELÊ DIVÊ DENGÊ WAN ZÊDE BIBE’

Zekî Îrmez diyar kir ku gel li hemberî birîna daran û talankirina xwezayê gelekî bi hêrs e, lê belê ev nerazîbûn divê veguhere çalakiyan û got, “Ev yek ne tenê meseleya xelkê Şirnexê ye; ji çar aliyên Tirkiyeyê divê rêxistinên hawirdorparêz, tevgerên ekolojiyê, mirovên bi berpirsyarî radibin dengê xwe tevlî vî dengî bikin. Ji ber ku eger bi vî rengî dewam bike wê li Botanê dar nemîne. Sîstema me ya ekolojîk, qadên me yên jiyanê û dîroka me tê tinekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sembola ruhê enternasyonal: Tîjda Zagros
Nûçeya Pişt re Banga ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sê şehîd li Amed û Rihayê hatin bibîranîn

Şehîd Nûreddîn Sofî, Bahtiyar Gabar û Koçero Urfayê li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di bîranînan…

Ji aliyê Stêrk TV

Saziyên Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên Çapemeniyê bang li YE’yê kirin ku zextê li Îsraîlê bikin

Nêzî 60 rêxistinên çapemeniyê yên ku azadiya çapemeniyê diparêzin bang li Yekîtiya Ewropayê kirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Partiyên Kurd ên li Kerkûkê êrişa li ser taxa Newrozê şermezar kirin

Partiyên Kurd ên li Kerkûkê bi daxuyaniyeke hevpar êrişa artêşa Iraqê ya li ser taxa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bîranînên li Şirnexê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Rekora germê: Dibe ku dema herî germ a 125 hezar salên dawî be

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Gimgimê nobeta li dijî projeya JES’ê di roja 124’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo gerîlaya YJA Starê Girîn Taş li Cizîrê taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?