Berdevka Komîteya Rêbertî ya Helebê Emnê Xidro bersiv da pirsên ANF’ê.
Pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de li asta navneteweyî destpê kir, di qonaxa duyemîn de ye. Di çarçoveya pêngavê de li Helebê karekî çawa hate meşandin?
Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêbertî li Şêxmeqsûdê bi xurtî destpê kir. Mirovên li vê derê ji xwe dilsozên Rêbertî û fikrên Rêbertî ne. Tevkariyeke mezin a Rêbertî li Helebê heye. Piraniya gelên li vê derê Rêbertî ji nêz ve nas dikin. Ereb, Kurd, Suryan, her wiha partiyên li vê derê wî nas dikin. Ji aliyê manewî ve bi Rêbertî ve dilsoz in û pêngav bi xurtî pêşwazî kirin. Destpêkê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kampanya îmzeyan destpê kir. Piştre li navçeyên din ên Helebê jî belav bû. Me pişte hashtaq dan destpêkirin û ji ber ku ev karê me li ser înternetê bû li nava girseyeke hîn berfireh belav bû. Li Rojhilata Navîn, li gelek dewletên Ereb û ji Ewropayê tevlîbûneke xurt çêbû. Her wiha bi pêşengiya jin û ciwanna meşên girseyî hatin lidarxistin. Gelê li vê derê ji xwe yekser tevlî karên ji bo Rêbertî dibe. Gelên Ereb, Kurd, Suryan, Ermen bi coşeke mezin tevlî dibin. Ji ber vê jî meşên girseyî yên li Helebê her tim bi rengekî bi heybet pêk tên. Bi taybetî jin gelekî tevlî dibin. Li gel vê yekê karên îdeolojîk jî hatin kirin. Kampanyayên xwendina pirtûkên Rêbertî, alakiyên kon hatin lidarxistin. Bi taybetî karê me yê xwendina pirtûkan tenê bi xwendinê derbas nebû. Bi xwendinê re nîqaşên xurt jî hatin kirin. Nîqaş li ser destketiyên Rêbertî yên li Şêxmeqsûdê hate kirin. Yanî hate nîqaşkirin ku gelek tiştên li vê derê bi saya fikir û felsefeya Rêbertî pêk hatine, destketiyên jin, ciwanan û tevahiya civakê hatin nirxandin. Bi pêşengiya ciwanan festîval hatin lidarxistin. Bêguman ne tenê ciwan tevlî van festîvalan bûn, ji her beşên civakê û navçeyên din ên Helebê tevlîbûn li festîvalan çêbû. Vê yekê pêngav derbasî qonaxeke cuda kir. Pêngav li Şêxmeqsûdê dewam dike. Her roj çalakî têne lidarxistin. Ji bo ev yek dewam bike, her kes bi erk û berpirsyarî radibe. Ev kar jî li gorî plansaziya rojane, heftane û mehane tê kirin.
Di çaçroveya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî karên me hebûn. Weke Komîteya Rêbertî têkiliya me li Ewropayê, li welatên Ereb jî heye. Her wiha ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve jî karê me dewam dike. Em hewl didin xwe bigihînin her beşê û têkiliyê dînin. Me bi partiyên siyasî re hevdîtin kir, serdana wan kir. Me ji wan re qala asta pêngavê kir, pirtûkên Rêbertî diyarî wan kir. Hema bibêje hemû partiyên siyasî yên li Rojava piştgirî dan vê pêngavê, piraniya wan jî tevlî bûn. Me ji gelek meclîsên li Ewropayê re name şandin. Bang li wan kirin ku li ber tecrîdê rabin. Her wiha me ji wan xwest ku bi berpirsyariya xwe ya dîrokî zanibin û erkên xwe bi cih bînin. Me ragihand ku tecrîd ji rêzê nîne, divê helwestê li dijî vê yekê nîşan bidin. Têkiliyên me hîn jî dewam dikin. Hem li tevahiya cîhanê hem jî di asta Rojhilata Navîn de dema ku fikir û felsefeya Rêbertî tê nasandin, dema ku fikir û rêyên çareseriyê yên Rêbertî têkildarî pirsgirêkên jin, ciwan, civakê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê têne vegotin, hîn bêhtir dipejirînin û piştgiriyê didin.
Şoreşa Rojava xwe li ser projeya neteweya demokratîk ava dike. Em zanin ku bingeha vê projeyê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gelo bandora vê felsefeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser hemû gelan çi ye?
Fikir û felsefeya Rêbertî li Sûriyeyê gelekî belav bûye. Beriya her tiştî Rêbertî zêdeyî 20 salan li vê derê ma, kedeke mezin da. Her wiha bi Şoreşa Rojava re karê me hemû li ser bingeha fikir û felsefeya Rêbertî hate meşandin. Eger fikir û felsefeya Rêbertî nebûya krîza Sûriyeyê wê hîn giran bibûya. Niya yekane devera ku gel hemû li dora projeyeke demokratîk a hevpar dicivin û dibin yek, Rojava ye. Dema ku mirov bala xwe didin ser herêmên din, dibînin ku hîn jî şerekî giran lê diqewime. Gelê ku di bin kontrola hikumeta Şamê de ye di nava pirsgirêkên gelekî cidî de ye. Hem ji ber şerê rojane hem jî ji ber pirsgirêkên madî û manewî di nava rewşeke cidî de ye. Sîstema demokratîk a ku li Rojava li ser bingeha felsefeya Rêbertî pêk hat, kkir ku pêkhateyên gelan bi hev re bijîn. Bicihkirina vê sîstemê li nava hemû saziyên me, bêguman ji aliyê jiyana civakê û aramiya herêmê ve bandoreke cidî ya erênî kir.
Bandora herî girîng jî ew bû ku asteke cuda da şer. Civakê li şûna kûrkirina şer, berê xwe da aştiyeke li ser bingeha yekîtiya gelan. Civakê bi hemû pêkhateyên xwe giranî da ser têkoşîna ji bo afirandina atmosfereke aştiyane ya demokratîk. Eger ev felsefe û feraset nebûya wê trajediyên hîn giran rû bida, krîza Sûriyeyê wê hîn mezin bibûya. Ti proje tine bû ku ji neteweya demokratîk re bibe alternatîf.
Mirovên li ser vê xakê her ku felsefe û îdeolojiya Rêbertî nas kirin, dîtin ku ji bilî vê yekê çareseriyek ji bo wan nîne. Lewma hem ji bo projeya neteweya demokratîk hem jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî şer û têkoşîneke mezin dimeşînin. Ya mirov wê li dora projeya neteweya demokratîk bicivin û pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin, yan jî pirsgirêka Sûriyeyê wê gav bi gav hîn kûr bibe. Mirovên ku felsefeya Rêbertî nas dikin, haya xwe ji vê heye. Ji ber vê jî mirovên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dora vê felsefeyê karê xwe dikin.
Vê pêngavê bi taybetî bala jinan kişand. Jin hîn bêhtir li dora felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civiyan. Gelo çima jin ewqasî li dora vê felsefeyê dicivin?
Di nava 13 salên şoreşê de gelek tişt qewimîn. Me gelek şehîd dan. Her wiha me gelek destketiyên mezin jî bi dest xistin. Kurd, Ereb û gelên din bi hev re ev pêvajo derbas kirin, têkoşiyan û xwedî li vê projeyê derketin. 13 sal in têkoşîna projeya neteweya demokratîk bi hev re dimeşînin. Di nava vê de têkoşîna esasî jî ji aliyê jinan ve hate meşandin. Rêbertî û felsefeya wî deriyê azadiyê ji jinan re vekir. Bi pêşengiya jinên Kurd berxwedaneke mezin hate kirin. Vê têkoşîna wan zemîneke xurt û bingehîn ji me re amade kir. Bi Şoreşa Rojava re gelek deriyên mezin ji jinan re hatin vekirin. Lewma jin herî zêde li dora felsefeya Rêbertî civiyan. Rêbertî pêşengî da jinan. Mîsyona pêşengiyê da jinan. Ji ber vê jî jin bi erka pêşengiya şoreşê rabûn. Jin ji aliyê siyasî, leşkerî ve gelekî bi pêş ketin. Jinên di mijarên siyasî, leşkerî û civakî de pêşeng in bûn hedefa dijmin. Dijmin ev jin ji bo xwe weke metirsiyeke mezin dît û ji ber vê jî ew kir hedef. Xwest tasfiye bike. Di nava 13 salan de gelek hevalên me yên jin ên pêşeng şehîd bûn. Dijmin xwest bi vî rengî îradeya jinê bişikîne. Her ku dijmin êrişî jinê kir, jinê jî bi hêza ji Rêbertî wergirtî hîn bêhtir xurt bû. Her ku dijmin jinek şehîd xist, bi dehan jin li şûna wê tevlî nava têkoşîna jinê bûn. Niha li Rojava li her qada jiyanê jin bi erka pêşengiyê radibin. Jin vê hêz û îradeya xwe ji Îmraliyê werdigire. Ji ber vê jî jinên li Rojava ti carî paşve gav neavêtin. Bi fedakarî, îrade û biryardariyeke mezin têkoşiyan. Ber bi azadiyê ve meşiyan. Zarokên xwe şehîd dan, li şûna wan du zarokên din jî dan. Dayikan di merasîmên zarokên xwe yên şehîd de tilîlî kirin. Jin vê hêz û îradeyê ji ku werdigirin? Bêguman ji fikir û felsefeya Rêbertî wergirtin. Di vê têkoşînê de jinan ti carî paşve gav neavêtin wê neavêjin. Têkoşîneke me ya mezin heye. Şerê vê têkoşînê bi rengekî mezin tê kirin. Armanca me mezin e. Haya me jinan ji vê heye, li pêşberî vê tecrûbeyê, li pêşberî têkoşîna Rêbertî û hevalan a li çiyê, em ê paşve gavê neavêjin.
Weke jineke ku ji destpêka şoreşê ve di nava têkoşînê de ye, belavbûna projeya neteweya demokratîk û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nava gelan çawa dinirxînin?
Li tevahiya cîhanê pirsgirêk û krîzên gelekî mezin hene. Mirov çareseriya hemû pirsgirêkan di pirtûkên Rêbertî de dibîne. Ji xwe Rêbertî dibêje ‘Pirtûkên min li ku derê be ez li wir im’. Niha gelek hevalên me yên akademîsyen pirtûkên Rêbertî dixwînin û dipejirînin. Ji bo guherîna li Rojhilata Navîn Rêbertî zemînek ava kir. Di vê pêvajoya pêngavê de me xwedîderketinek li Ewropayê dît. Bêguman haya cîhanê, haya dewleta Tirk ji vê rewşê heye. Ji ber vê jî her 6 mehan carekê cezayê dîsîplînê li Rêbertî dibirin. Tecrîdê giran dikin. Li hemberî van kiryarên dewleta Tirk cîhan û CPT bêdeng e, em weke gel vê bêdengiyê şermezar dikin. Astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re ya mirovekî li giravekî dîlgirtî li dijî hiqûqa cîhanê ye. Dewleta Tirk bi piştgiriya kê van biryaran li dijî Rêbertî werdigire? Êdî gel van hemûyan zane, fêhm dike. Ji aliyê hiqûqî ve mafê dewleta Tirk nîne. Êdî ne tenê gelê Kurd, her wiha li tevahiya cîhanê ji bo Rêbertî têkoşîn tê meşandin. Cîhan xwedî lê derdikeve. Rêbertî rûyê rast ê dewletên kapîtalîst, dewleta Tirk û saziyên mîna CPT nîşanî cîhanê da. Li hemberî van hemûyan çavên me kê vekir? Bêguman Rêbertî. Bi xwendina pirtûkên Rêbertî me maf û hiqûqa mirovahiyê fêhm kir. Em her tim gelan ji bo xwe dikin esas. Baweriya me ya bi gelan her tim heye. Yê ku vê pirsgirêkê çareser bike gel e.
Yekane armanca dijmin ew e ku me ji Rêbertî dûr bixîne. Ji xwe armanca tecrîdê ev e, lê belê dijmin ti carî negihîşt armanca xwe. Wê negihêje armanca xwe. Berevajî vê yekê me bi pêngavê re dît ku piştevanên Rêbertî her roj zêde dibe. Her gavê hinekî din mezin dibe. Fikirê Rêbertî bi Îmraliyê re bi sînor nema. Li her devera cîhanê fikirên Rêbertî têne xwendin. Ji welatên Ereb heta gelek welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê têne xwendin. Fikirên Rêbertî li akademiyan, li nava zanyaran belav dibe. Pirtûkên Rêbertî têne çapkirin û li her devera cîhanê têne belavkirin. Dibe ku destpêkê tenê Kurd xwedî li Rêbertî derdiketin, lê belê niha cîhan xwedî lê derdikeve. Lewma em êdî Rêbertî nikarin tenê weke şexsekî pênase bikin. Rêbertî ji bo tevahiya cîhanê ked da. Cîhan jî deyndarê Rêbertî ye. Ji bo mirovekî ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên cîhanê ewqasî kedê dide û têdikoşe, bêguman divê cîhan jî xwedî lê derkeve. Ji ber vê jî hîn bêhtir mirov xwedî lê derdikevin. Hejmara mirovên ku ji bo azadiya Rêbertî têdikoşin zêde dibe.