Di ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de 11 sal derbas bûn, di 11 salvegera fermanê de rewşa siyasî û îdarî ya Şengalê û asta xwe gihandina mafên demokratîk a civaka Êzidî di rojevê de ye. Bi taybet, têkiliyên dewleta Iraqê, hikumetên navendî yên bi civaka Êzidî re mijara nîqaşê ye. Civaka Êzidî siyaseta ku Iraqê heya niha li ser wan meşandiye ji aliyê dîrokî û aktuel ve dinirxînin û li têkiliyeke nû ya li ser esasên hemwelatîbûna wekhev û statuya Şengalê digerin. Ji ber ku ji hilweşîna Împarotoriya Osmanî heya roja me ya îro li Iraqê ji sîstema Qraliyetê heya sîstema Komarî, Beasî û herî dawî sîstema parlementer ji aliyê siyasî û îdarî ve gelek model guherîne, lê têkiliyên dewleta Iraqê bi Êzidiyan re, siyaseta ku li ser Şengalê hatiye meşandin zêde neguheriye.
Ji bo em karibin fermana dawî ya 2014’an û rewşa Iraqê baştir fam bikin, divê em gereke kurt li dîroka nêz a Iraqê bikin. Weke tê zanîn, piştî ku Împaratoriya Osmanî hilweşiya, di sala 1920’an de rêveberiya Iraqê ket bin serweriya Brîtanyayê. Iraqê di 1923’yan de xwe weke Melîkî (Qraliyet) îlan kir lê rêveberiya Iraqê her dem di bin bandora Brîtanyayê de bû. Ev sîstem, di 1958’an de bi înkilabeke leşkerî ku pêşengiya wê Abdulkerîm Qasim dikir hate hilweşandin û sîstema Cumhurî (Komarî) hate îlankirin. Di sala 1968’an de vê carê Hizba Beasê dest danî ser rêveberiyê, destpêkê General Ehmed Hesen El-Bekir, piştre jî Sedam Hisên sîstema Beasê demeke dirêj rêvebirin. Ji wir û şûn ve ji aliyê herkesî ve baştir tê zanîn; bi şerê Kendavê ya 1991’an û êrîşa koalisyona navnetewî ya 2003’yan dawî li sîstema Beasê hat.
Herçend piştî hilweşîna rejîma Beasê, di 15’ê Cotmeha 2005’an de bi destûra nû re Iraq derbasî sîstemeke nû ya siyasî, sîstema parlementer bûye jî; nakokiyên mezhebî, qewmî û olî rê nedaye ku sîstemeke demoakratîk a rasteqîn li Iraqê ava bibe. Iraq di roja me de jî di nav qeyranên mezin ên siyasî, civakî û aborî de ye û nizane siberojeke çawa li pêşiya wê ye. Me jî vê mijara girîng, di 11’emîn salvegera fermanê de bi siyasetmedar Xidir Salh re nirxand û hewl da sûreteke siyasî ya 100 salên dawî bikşînin.
‘ÊZIDÎ TI CARÎ WEKE HEMWELATIYÊN WEKHEV NEHATIN HESIBANDIN’
Siyasetmedar Xidir Salih da zanîn ku dema di 1920’an de dewleta Iraqê ava bû, Êzidî jî bûn beşek ji gelê Iraqê û bi nasnameya Iraqê hatin naskirin. Xidir Salih diyar kir ku ji wê demê heya roja me ya îro, civaka Êzidî ti carî weke hemwelatiyên wekhev ên Iraqê nehatine hesibandin û wiha axivî: ‘’Sebeb ne ew e ku em Êzidî nezan in, negihiştîne, ne ku Êzidî ne kêrhatî ne. Lê sebeba esasî ew e ku çima em Êzidî ne. Hikumetên Melîkî jî hikumetên Cumhurî jî wekhev nêzîkê civaka Êzidî bûn. Kîjan sîstem an jî hikumet dibe bila bibe, heman sîstemê li ser Êzidiyan ajotin. Dema Beasiyan jî heman sîstem berdewam kir. 147 gundên Êzidiyan li derdora Çiyayê Şengalê xira kirin. Hemû kirin nav 11 komelgehan, weke bixin nav hepsekî de. Em heya niha jî bacê wê didin. Beec gundek girêdayî Şengalê bû, Rabîa gundek girêdayî Şengalê bû, her du kirin nahiye û ji erdê Şengalê qut kirin. Fermana 03.08.2014’an encama vê siyaseta dîrokî bû.’’
‘ŞENGAL 106 SAL IN QEZA YE Û NIHA JÎ BÊ QEYMEQAM E!’
Xidir Salih bibîr xist ku piştî ku Iraq bûye dewlet heya roja me, 2 ferman bi ser Êzidiyan de hatine û wiha berdewam kir: ‘’Di bin navê rêveberiya demokratîk de ev tişt hatin serê me. Di 1919’an de Şengal qeza (nahiye) bû, ev bû 106 sal hê jî qeza ye! Hinek wilayetên niha, wê demê gund bûn. Hikumetên Iraqê ji gund û nahiyeyan, bajarên mezin çêkirin. Lê Şengal ev 106 sal in qeza ye û bê qeymeqam e!’’
‘ÇEND HIKUMET GUHERÎN LÊ REWŞA ŞENGALÊ Û ÊZIDIYAN XIRABTIR BÛ’
Xidir Salih destnîşan kir ku di 2014’an de DAÎŞ’ê piraniya axa Iraqê dagir kiribû lê tenê Çiyayê Şengalê mabû û li ser berxwedana Şengalê ev nirxandin kir: ‘’Bi berxwedana Şengalê re DAÎŞ li Iraqê şkest. Piştî berxwedana Şengalê destê DAÎŞ’ê kurt bû. Me got wê Iraq ji ber vê berxwedana Şengalê serbilind be. Lê mixabin, ew malbatên bi DAÎŞ’ê re tehde li Iraqiyan kirin, zarokên wan kuştin, malên wan talan kirin mafê xwe beriya Êzidiyan û xelkê Şengalê birin. Niha jî di hikumetan de ne, zilamên wan di Parlemena Iraqê de ne. Nexwe em Êzidî emê ji kê hêvî bikin ku bo me tiştekî were kirin? Me hêvî ji hikumeta Iraqê nîne, bila ti hêviya civaka me ji hikumeta Iraqê nebe. Ne ji hikumeta niha, ne ji hikumeta ku were. Ev çend hikumet guherîn, çi guherîn çêbûn? Pirsgirêka Êzidiyan û Şengalê xirabtir dibe. Pêwîst e civaka Êzidî û gelê Şengalê ji xwe bawer be. Berhem berhema min e, xwîn min daye, ezê çima biçim hêviyê jê bikim? Rast e nasnameya Iraqê li gel min e, lê min divê ez Iraqiyeke xwedî keramet bim. Ez heqê xwe bi destê xwe jê bibim. Min heq lê heye, mineta wê li ser min nîne.’’
‘ÊZIDÎ PÊWÎST E JI BO MAFÊN XWE ŞERÊ SIYASÎ BIKIN’
Siyasetmedar Xidir Salih herî dawî jî bang li civaka Êzidî kir ku ji bo mafên xwe yên demoakratîk têkoşîna xwe bilind bike û got: ‘’Pêwîst e civaka Êzidî bê tirs gavên xwe bavêje û li ber sîngê dijmin bisekine. Em behsa întîqamê nakin lê me heq divê. Me çawa li ber DAÎŞ’ê şer kir, me divê wisa di ber maf û hiqûqê Şengalê de jî em şerê siyasî bikin. Eger em vê şerê siyasî nedin, Iraq jixweber mafên me nade. Di şerê Îran-Iraqê de her roj şehîdek Êzidî dihate Şengalê. Li gorî nifûsa xwe, bi qasî hemû pêkhateyên Iraqê şehîd dan. Wext hatiye ku sekneke dilsoz a Êzidiyan pêş bikeve, berjewendiyên hizbî bidin aliyekî û parastina mafên xwe bikin.’’