Yekşem, 1 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Jinên Hindistanî bang li piştgiriya Şoreşa Jinê ya Rojava kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Canan Demir: Li Kobanê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heger deriyê sînorê Mûrşîtpinar venebe, ji mirinên ku bên jiyîn, Tirkiye berpirsiyar e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên ji bo Rojava dewam dikin: Bila deriyên sînor werin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Di lihevkirina Sûriyeyê de aktorê herî bingehîn Abdullah Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên li ser Rojava li Ermenîstanê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kurdistaniyên li Osloyê piştgirî dan serhildana li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bi ser malan de hate girtin: 5 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer gihişte Kerkûkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Ewropî ku ji bo piştevaniya Rojava çûn bakurê Kurdistanê, hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Rewandizê: Statuya Rojava nas bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa VIM çû serdana Kongra Star

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê ya Ereb: Me Kurd û Ereban timî bi hev re jiyan kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya Jinan a Rojhilat: Bûyerên li Îranê û Kurdistanê diqewimin sûcê li dijî mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan gotinên nefretê yên li hemberî jinên şoreşger şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Fermandar Sozdar Hacî: Entegrasyon helandin nîne, divê hevpariya demokratîk be
Rojava

Fermandar Sozdar Hacî: Entegrasyon helandin nîne, divê hevpariya demokratîk be

Endama Fermandariya Giştî ya QSD û YPJ'ê Sozdar Hacî destnîşan kir ku Peymana 10'ê Adarê ji bo hevpariya neteweyî ya xwe dispêre temsîliyeta wekhev firsendeke girîng e û got, mejiyê redkar ê berê divê jinûve neyê nîşandan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Sozdar Hacî anî ziman ku QSD bêyî cudahiya etnîkî û olî bixe nava pêkhateyan, ji bo parastina hemû Sûriyeyiyan bi berpirsyariyeke neteweyî tevdigere. Fermandar Sozdar Hacî ji ANF’ê re ev nirxandin kir:

“Salek li ser hilweşandina rejîma BAAS’ê ya ku di şexsê her du Esadan de hatibû çêkirin, derbas bû. Tevahî gelên Sûriyê ji êş, azar û helandineke gelek mezin rizgar bûn. Mirov dikare bibêje xelasbûna ji rejîmeke ewqas înkarker û desthilatdar, rojekî xweşiyê bû. Ji ber ku ev 60 sal in wekî gelê Kurd û gelên din yên ku li vir jiyan dikin, di bin zextekî mezin de jiyan kirin. Înkara nasname û hebûna me hebû. Bi giraniya gelê me yê li Sûriyê jiyan dikir, rastî înkarekî gelek mezin dihat û zêdeyî nîviyê gelê me wekî ecnebî dihatin binavkirin. Weke hemwelatiyê Sûriyê nedihatin naskirin an jî qet nedihatin naskirin. Bê nasname bûn, bê hebûn bûn û tiştekî wan tunebû. Li ser vî esasî ji bo me, weke gelê Kurd, serkeftinekî gelek mezin bû û her wiha ji bo tevahî gelan xilasbûna ji zilm û zordariya BAAS tiştekî mezin bû. Lê beriya wê jî em weke civakên ku bindest jiyan dikin, me tiştekî pir jê cudatir jiyan nedikir. Me dîsa bindestî, dîsa înkar jiyan dikir. Weke pêkhate û gelên li ser wê axê, çi rejîmeke hatî yan jî serwer bibe, ji Osmaniyan bigire û pê ve heta roja hilweşandina Beşar jî, me xêr ji jiyana xwe nedît.

Lê ji bo me, weke Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em dikarin bibêjin ku şoreşeke pêkhatî hebû, gelek destkeftiyên gelê me ku li ser vê axê jiyan dikirin hene û ji bo me hilweşîna rejîmê ne ji wê rojê ve destpê kiribû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilweşîna rejîma BAAS’ê ji 2011’an ve pêk hatibû. Ji ber ku em êdî bibûn xwedî rewşeke jiyanê yê azadtir, demokratîk û hîn zêdetir nûnertiya xwe dike. Ango weke gelê Kurd, gelê Ereb, Sûryan, Asûrî, Ermenî, Tirkmen û tevahî gelên ku li ser vê axê jiyan dikin bûbûn xwedî nasnameyekî. Bêyî ku cudahî hebe, bi ziman, çand û baweriya xwe, bi rengekî gelek azad van 12-13 salan derbas kir. Rêveberî û meclîsên xwe yên xweser ava kirin. Em dikarin bêjin helwestekî neqebûlkirina sîstema BAAS’ê jixwe çêbûbû. Wisa bibû ku êdî nedikarîn xwe li herêmên me bidine jiyankirin. Tişta esas a sala derbasbûyî pêk hat ji bo gelên me yên li herêmên din ên Sûriyê jiyan dikin, xwe xilaskirinekî ji sîstema desthilatdariyeke pir dijwar e. Li ser vî esasî ez dîsa têkçûyîna vê sîstemê li tevahî gelên me yên ku li Sûriyê jiyan dikin, ji Heleb, Humis, beravê, Şamê, Siwêda bigire û tevahî li herêmên me yên din û li gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pîroz dikim.

Ji bo me jî bû cihê kêfxweşî û şanaziyê ku em bikaribin di vê pêvajoyê de sîstemekî demokratîk û azad a hîn baştir ava bikin. Lê eger em werin rastiya ku me vê salê jiyan kir jî, dîsa me pir êş û azarên mezin jiyan kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji serê salê ve heta tifaqiya 10’ê Adarê, êrîşên pir dijwar ên ji aliyê pergala ku xwe weke ‘hikûmeta vegûhêz’ binav dike ve û bi alîkariya dewleta Tirk û çeteyên wî, li ser herêmên me hatin kirin. Berxwedaniyekî dîrokî heye. Ez tevahî şehîdan bi bîr tînim. Ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazim.

Em bi vê berxwedaniyê helwesta xwe ya ku em naxwazin ji pergalekî serdest xilas bibin û bikevin destê pergalekî xiraptir, nîşan didin. Ji ber vê yekê destguhertinekî bi vî awayî ya desthilatdariyê ji bo me nabe. Ji bo gelê me jî nedibû û gel jî kete ferqa vê yekê. Hêzên me, weke QSD, weke Hêzên Hundirîn, ango hêzên leşkerî, bûn xwedî berxwedaneke gelekî mezin. Lê gelên me yên ku li beravê, li Siwêdayê, li Humisê, li Hamayê jiyan dikin û her wiha tevahî gelên me yên ku li cihên din ên Sûriyê jiyan dikin, bi êrîşên pir dijwar re rû bi rû man. Bi pêkanînên dij mirovî, qetlîam li ser gelê me yê Sûriyê hatin kirin. Çi ji pêkhateyên Elewî dibe, çi jî ji pêkhateyên me yên li Siwêdayê jiyan dikin ên wekî Durzî dibin, her wiha pêkhateyên me yên Sunî û Kurd, gelek tiştên xirap hatin serê van gelên me. Em ji bo wan sersaxiyê dixwazin û em vê bibêjin; guhertinekî pir cudatir çênebû. Tişta ku mirov ji vê derbixe, ger sîstem demokratîk nebe, sîstema dewletê desthilatdarî be, ger ku navendî be, di aliyê bîrdozî û zîhniyetê de xwe neguhere, wê heman rewş hebe. Ha te bi navê dewleta laîk kir û te heman tişt anî serê gelê xwe, ha te bi navê sosyalîzmê kir û heman tişt anî ser gelê xwe, ha te bi navê ol kir û heman tişt anî ser gelê xwe; di encamê de yên ku di vê salê de hate perçiqandin, yên ku ji êşan, ji komkujiyan derbas bûn, gelên bêguneh bûn. Tiştek nehat guhertin. Em dikarin bi vî awayî bi nav bikin.

Lê weke QSD di vê salê de tifaqekî me yê ku di 10’ê Adarê de pêk hatî heye û gelek xalên vê tifaqê hene ku hewce ye werin pêkanîn û herkes jî vê yekê dibêje. Berdevkê AKP’ê vê dibêje, Serokkomarê Tirkiyê vê dibêje, Ehmed El Şara vê dibêje, wezîrê karên derve, wezîre parastinê vê yekê dibêje û em jî vê dibêjin. Gelo, xalên vê tifaqê herkes bi rengekî rast bi cîh tîne yan na? Bi rastî ev cihê pirsînê ye! Di vê tifaqê de tiştekî li dijî hikumeta heyî yan jî dewleta Sûriyê tune ye. Lê di aliyê pêkanîna wê de nîqaşên wekî ku em vê dereng dixînin an jî hikumeta niha dereng dixîne heye, ev tê nîqaşkirin. Kî dereng dixe tiştekî din e. Lê gelo di xalên wê de, di pêkanîna wê de tiştekî ku hatiye guhertin heye yan na? Di 10’ê Adarê de ev tifaq ji aliyê Fermandarê me yê Giştî Birêz Mezlûm Ebdî û ji aliyê Ehmed El Şera yê ku niha Serokê hikûmeta vegûhêz a Sûriyê ye ve hate îmzekirin.

Xalên pir girîng ên vê tifaqê hene, rast e. Di xala yekemîn de; tê gotin ku dewlet û hikûmeteke hevbeş çêbe, wê herkes di wê hikûmetê de cihê xwe bigire û bi rengekî herî baş were temsîlkirin. Beyî ku tu ol, nijad û netewe were cudakirin wê mafê xwe yê temsîlkirinê bi rengekî herî baş ji bo hemû pêkhateyan hebe. Her wiha ji bo gelê Kurd mafê hemwelatiyeke rast a Sûriyê û di destûrê de cihê xwe bigire, heye. Di aliyê ziman, çandî û hwd de mafên hemwelatiyekî çi be, wê wekî hemwelatiyekî Kurd jî ev maf bê naskirin. Beriya ku em Sûriyeyî bin em Kurd in, em nikarin netewa xwe înkar bikin! Em ji bo bibin Sûriyeyî, em ne neçar in bibin Ereb, an jî kesek ji bo bibe Sûriyeyî ne mecbûre baweriya xwe bibe Sunî. Dikare Elewî be, dikare Xiristiyan be, dikare Aşûrî be û dikare Ermenî be! Rêza me ji tevahî gelan re heye. Di aliyê me de tu cudakarî nîn e. Ji ber ku weke hêzên QSD’ê, me soza vê ji tevahî gelên xwe re daye; heger ku êrîşek an jî xeteriyek li ser pêkhateyekî hebe, li her derê Sûriyê, ji ber ku em Sûriyeyî ne, em ê parastina tevahî axa Sûriyê bikin, em amade ne wan biparêzin. Bêyî ku em di navbera wan de cudakariyê bikin.

Gelek tişt çêbûn li Sûriyê û pêdivî hebû ku em bi rengekî herî rast destwerdanê bikin. Bi rengekî dadwerî tê de hebe, bi rengekî hesabê pêkhateyên din were kirin û li ser wê were sekinandin. Lê ji ber van sînorên ku dewletê avakirine yên heyî, me nekarî van gelan ji komkujiyan xilas bikin. Lê heger tişta ku niha tê axaftin pêk were, weke QSD em amade ne bibin bersiva tevahî êrîşên li hember gelên Sûriyê tên kirin. Me li Beravê û Siwêdayê êrîşên pir dijwar li ser gel dîtin. Li Şamê di hundirê Dêra Mar Îlyas de êrîşeke DAÎŞ’ê ya hovane hate kirin. Em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê Mesihî re jî dixwazin. Hêza me heye ku em van êrîşan asteng bikin.

Ev nêzî 13-14 sal in, êrîşên DAÎŞ û êrîşên ku li ser gelê me û tevahî pêkhateyan tê kirin hatin sekinandin, tecrûbeyekî gelekî mezin e. Em bûn xwedî nêzî 14-15 hezar şehîd li ser vê axê ji bo ku bikaribin tevahî pêkhateyan biparêzin. Ango weke QSD em temsîla tevahî gelan dikin. Hinek diaxivin li ser ragihandinê ku têkiliyên xwe bi leşkeriyê re jî nîn in, têkiliyên xwe bi kedê re nîn in û êrîşî QSD’ê dikin. Dibêjin ku ‘QSD temsîla Bakûr û Rojhilatê Sûriyê nake yan jî QSD tenê temsîla Kurdan dike’, hetta hinek hene dibêjin ‘QSD Kurdan jî temsîl nake’. Bersiveke bi vî awayî ji wan re pêwîst e: QSD, hêzekî ku ji tevahî pêkhateyên li ser vê axê jiyan dikin ava bûye. Belê, rast e, hêzên destpêkê li warên ku Kurd lê dijiyan derket û destpê kir, lê ji ber hişmendî û felsefeya me ya parastinê ne pêkan e ku tenê ji qadekî yan jî tenê ji pêkhateyekî bigire nava xwe pêk were. Ji ber vê QSD niha nêzî ji 70 hezar jin û xortên vî gelî pêk tê û ji hemû pêkhateyan kes cihên xwe tê de digirin. Ne tenê ji gelê me yê ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî jiyan dike, ji gelê me yê Îdlibê ku ji ber ber zilma dewletê revî û gelê me yê Efrînê ku ji ber zilma heyî revî û her weha ji Helebê, Şamê gelek mirov di nava QSD’ê de cihê xwe digirin û bûne yek ji endamên hêza parastina gel. Ji bo wê em dikarin bêjin em temsîla hemû pêkhateyên Sûrî dikin û em amade ne îro parastina hemû pêkhateyan bikin bêyî ku cudakariyê bikin. Ji bo pêkhatina vê tifaqê em amade ne hemû bendên vê tifaqê bi rengekî herî rast, bi rengekî demokratîk pêk bînin.

Heger wê hemû pêkhateyan di nav xwe de bihelîne em vê yekê napejirînin û heger bi rengê şerîatê be û bi rengê yek alî be, em dîsa vê yekê napejirînin. Jixwe me ev yek ji herkesî re daye diyarkirin û dostên me vêya pir baş dizanin. Ji ber vê em dixwazin bi rengekî demokratîk temsîla tevahî gelên li ser vê axê hebe û her kes bi nasnameya xwe, bi baweriya xwe, bi çanda xwe di nava artêşa Sûriyê de cihê xwe bigire. Ne ya heyî, ji ber ku artêşa Sûriyê ya heyî di hundirê vê salê de hate hilweşandin û heger artêşa Suriyê ya nû xwe tenê li ser yek komî ava bike û vê ji xwe re esas bigire, em bawerin wê ev yek li tevahî cîhanê neyê pejirandin.

Lê heger bi awayê demokratîk be û weke hêzeke ku ji tecrûbe û fedakariyên me jî sûd wergire be, ev yek li ber berçav bê girtin, em amade ne bi rengekî herî baş parastina tevahî axa Sûriyê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çeteyan welatiyek revand
Nûçeya Pişt re Jinek û keça wê hatin qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Endamê berê yê îstîxbarata Îsraîlê: Netanyahû welêt tune dike

Sîxurekî berê yê ewlekariya navxweyî ya Îsraîlê Gonen Ben Itzhak ku yek ji kesayetê pêşeng…

Ji aliyê Stêrk TV

Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

Li navçeya Tarsus ê Mêrsînê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. Di dema çalakiyê de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê meşa 15’ê Tebaxê

Di meşa ku li navçeya Bagcilar a Stenbolê çêbû de bi dirûşmeyan Cejna Vejînê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Kurdên bawermend: ‘Rojava qada exlaq û rûmetê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongreya Îslama Demokratîk serdana berxwedêrên Girkê Legê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Rojava xaka xwe diparêze

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji 39 partî û tevgerên siyasî yên Rojava derbarê peymanê de daxuyanî dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?