Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn di hevpeyvîna xwe ya bi Jin TV’yê re de, peymana agirbestê ya ku di 30’ê Rêbendanê de di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hate îmzekirin, nirxand. Efrîn diyar kir ku di raboriyê de gelek caran peyman hatine binpêkirin û got ku pêvajoya nû bi armanca rawestandina şer û xurtkirina xweparastina gel tê meşandin. Fermandarê destnîşan kir ku rola YPJ’ê di nava HSD’ê de nayê guhertin.
Hevpeyvîna Jin TV ya bi Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn re wiha ye:
Di 30’ê Rêbendanê de hate ragihandin ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de peymaneke agirbestê hatiye îmzekirin ku tê de entegrasyona gav bi gav a hêzên leşkerî û îdarî jî heye. Ev peyman di encama çawa pêvajoyekê de hate îmze kirin? Madeyên wê çawa hatin diyarkirin?
Em gelê xwe yê di berxwedanê de silav dikin. Enerjî û berxwedana li qadan wê bi ser bikeve. Gelek peymanên ku hatibûn kirin, nehatin bicîhanîn. Sedemên vê hene. Mînak; derbarê Efrîn, Heleb û Dêr Hafirê de peyman hebûn. Lê berî em hêzên xwe vekişînin, ji aliyê Hikûmeta Demkî ve hatin binpêkirin. Di pêvajoya Baasê de jî em her tim ji bo aştiyê di nava lêgerîn û hewildanan de bûn.
Me wek aliyê xwe her tim daxwazên peymanan bi cih anîn. Bazarên qirêj û komplo di dewrê de ne. Ev ji dîrokê ve li ser me tên ferz kirin. Plana dewleta Tirk a li Şêxmeqsûdê ew bû ku me bikişîne nava wî şerî. Me nexwest em tevlî wî şerî bibin. Gel li wir biryara xwe da û parastina xwe kir. Me bi sebreke mezin nêzîk bû û em neketin wî şerî, ji ber ku planên qirêj hebûn.
Li Dêr Hafirê ne tenê Kurd, Ereb jî pir in. Me peyman kir, me xwest em vekişin lê hate binpêkirin. Peymana beriya çend rojan jî bi armanca pûçkirina hesabên qirkirin û înkarê yên li ser gelê me bû. Me xwest şer rawestînin. Em ê di bin navê Tugayên HSD’ê de xwe birêxistin bikin.
Di peymanê de navê YPJ’ê nehat hildan. Tê xwestin ku were zanîn: Rêxistiniya YPJ’ê û rola wê di nava tugayan de wê çi be?
Em nikarin YPJ û HSD’ê ji hev cuda bikin. Di avakirina HSD’ê de YPJ’ê roleke mezin lîst. Ev pêkhate bi felsefeya jiyana azad hate avakirin. Têkoşîna azadiya jinê wê di nava hemû pêkhateyan de berdewam bike. Ev di heman demê de têkoşîna ji bo civakeke azad e. Hem di nava tugayan de û hem jî di hemû qadan de, em ê di warê hişî de taybetmendî û xweseriya xwe biparêzin. Heke YPJ nebe, HSD nabe. YPJ ruh û cewhera hemû pêkhateyên xweparastinê yên li herêmê ye.
Vegerandina gelê ku bi darê zorê hatiye koçberkirin wê çawa bibe? Gava yekem wê çi be? Bi taybetî ji bo cihên wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Tebqa û Reqa.
Vegerên di peymanê de zêdetir herêmên Kurdan digire nav xwe. Ev ji bo herêma Cizîrê û herêmên din jî derbasdar e. Ji bo gel vegere Efrîn û Serêkaniyê, divê baregehên Tirk derkevin. Lê hîna revandin û qetilkirin berdewam dikin. Çete hîna li wir in. Divê ji Serêkaniyê jî derkevin. Wek gava yekem wê vegerên ji bo herêma Cizîrê hebin. Lê ev ê hinek dem hilde.
Gel dixwaze hesabê hemû sûcan were pirsîn. Piştî vê wê pêvajoya hiqûqî çawa bimeşe, wê hilbijartinên demokratîk çêbibin?
Sûcên hatine kirin ne sûcên wisa hêsan in ku werin jibîrkirin. Bi hezaran mirov bi hincetên cuda hatin qetilkirin. Helbet divê hesabê van were dayîn. Daxwaza bingehîn a gel ew e ku hilbijartinên demokratîk çêbibin. Divê bijartin ji vîna gel re were hiştin. Anîna HTŞ’ê ya ser desthilatdariyê di nava planekê de bû. Ji nû ve dîzaynkirina Sûriyeyê jî daxwazeke Projeya Rojhilata Navîn a Mezin e. Hêzên hegemon Hikûmeta Veguhêz wekî pêdiviyeke demkî dîtin. Îsraîl hişmendiyeke wek HTŞ’ê wek cîran qebûl nake. Di hundir de jî wê bibe sedema pirsgirêkên giran. Mînak li Reqayê pirsgirêkên mezin hene. Şerê mal û milk heye. Talan pir zêde ye. Tê gotin ku Colanî ketiye koalîsyona ‘li dijî terorê’. Nexwe çima li dijî DAIŞ’ê têkoşîn nayê kirin? Gelek DAIŞ’î reviyan, hatin revandin. Lîstikeke hevpar heye, divê mirov vê bibîne. Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe niha hewcedarê pêkhateyeke wek HTŞ’ê ne, lê ev nikare demdirêj be.
Fransa û DYA bûn garantorên peymana dawî. Hûn derbarê van garantoran de çi dibêjin? Ma garantoriya esasî berxwedana gel nîn e?
Em spasiya her kesê ku di pêkanîna peymanê de rol lîstine dikin. Lê garantiya pêşerojê helbet hêza me ya cewherî ye, gelê me ye û berxwedana me ye. Rakirina çekê ya dayikekê, bavekî an jî ciwanekî, pêdiviya refleksa xweparastinê ye. Ji bo neyên kuştin çek hildan. Ev li ser gelê me ferz kirin. Meşên aştiyê tên lidarxistin. Lê gel komplo dît û fêm kir ku hêza esasî ya xweparastinê ew bi xwe ye. Em spasiya berxwedana Kurdan, dostan û enternasyonalîstên ku derketine qadan dikin. Hêza herî bingehîn a xweparastinê ev e. Vîna ku li çar parçeyên Kurdistanê derketiye qadan, garantiya pêşeroja gelê Kurd e.

