Şerê çekdarî yê li Kolombiyayê û pêvajoya aştiyê ya piştî sala 2016’an di navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û Hikumeta Kolombiyayê de pêk hat, ji aliyê pêvajoyên derbasbûna ji şer ber bi muzakereyê ve yek ji mînakên herî berfireh e. Vê pêvajoyê 9 sal li pey xwe hişt. Yezid Arteta Dávila ku di nava vê pêvajoyê de cih girt, bi salan di nava FARC’ê de di asta payebilind de fermandarî kir. Di salên 1980’î û 1990’î de piştî ku li navenda têkoşîna çekdarî cih girt, hate girtin û 11 salan girtî ma. Piştî ku hate berdan, li qadên danûstandinên aştiyê, çareseriya şer û navbeynkariya navneteweyî bi roleke çalak rabû. Yezid Arteta Dávila ku ji nava pratîka têkoşîna çekdarî hat û şahidî ji qonaxên cuda yên pêvajoyên aştiyê re kir ji ANF’ê re axivî.
PÊVAJOYEK BI SERKETIN Û NESERKETINAN DAGIRTÎ
Destpêkê li ser bicihanîna Peymana Aştiyê ya bi FARC’ê re di sala 2016’an de hate îmzekirin axivî û got, “Peymanên Kolon (Acuerdos de Colón) ku li Havanayê di sala 2016’an de hate îmzekirin, bi dîtina min hem xwedî serketinan e, hem jî neserketinan. Dema ku ji aliyê serketiyên pêvajoyê ve bê nirxandin, beriya her tiştî ji aliyê siyasî ve pêşî li welêt vekir. Vê pêvajoyê vebûneke siyasî afirand ku derfet da çep a Kolombiyayê ku ji barekî weke meseleya têkoşîna çekdarî rizgar bibe.
Çep a li Kolombiyayê di nava çarçoveya destûra bingehînî de bi garantiyan bi rengekî eşkere dikare siyasetê bike. Gustavo Petro weke namzetê serokkomar yekemcar ji bo Serokatiya Komarê hate hilbijartin. Ev yek ji aliyên erênî yên pêvajoyê ye.
Aliyê erênî yê duyemîn jî ew e ku meseleyên aborî û civakî yên welêt ên berê dihatin nixumandin êdî têne dîtin. Berê gotinek serhildanê li dijî serhildanê, tundî li dijî tundiyê serwer bû. Peymanên Aştiyê raxistin pêş çavan ku li welêt pirsgirêkên kûr û avanî hene. Meseleya milkiyeta xakê yek ji van bû. Mijara duyemîn a girîng meseleya narkotîkê bû û pêwîstiya bi peydakirina alternatîfên dikare bikeve şûna vê yekê.
Mafên siyasî û mafê tevlîbûna siyasî ji hêmanên herî girîng ên Peymana 2016’an bû.”
Li ser aliyên neserketî jî ev nirxandin kir: “Dema ku ji aliyê neserketiyan ve bê nirxandin, komeke çekdar, yanî rêxistineke serhildêr dema ku ket nava pêvajoyeke muzakereyê bi esasî divê li ser peymaneke welê bisekine ku vebûna siyasî pêk bîne. Nepêkan e ku bi rêya muzakereyê pirsgirêkên avanî yên mezin ên welêt bêne çareserkirin. Bi dîtina min ev yek ji şaştiyên bingehîn ên lîderiya FARC’ê bû. Tenê bi peymanekê yan jî bi îmzekirina belgeyekê şoreşek an jî veguherîneke mezin pêk nayê. Di vê mijarê de divê mirov xeyalperest nebin.”
Ji bo pirsa, “Di vir de ya girîng çi ye?” Yezid Arteta Dávila got, “Du tiştên girîng divê bêne pêkanîn.
1: Divê vebûneke siyasî bê kirin ku garantiyeke tam ji serhildêran re bê dayin ku li derveyî têkoşîna çekdarî karibin siyasetê bikin.
2: Xusûsa ku ji bo min gelekî girîng e û yek ji kêmasiyên herî mezin ê vê pêvajoyê ye; avakirina planeke berfireh ji bo şervanên kevn e. Ev plan divê bike ku ew karibin ji nû ve civakî bibin û bi garantiyên tam entegreyî jiyana sivîl û siyasî bibin.”
PAŞEROJA ŞERVANÊN BERÊ
Yezid Arteta Dávila destnîşan kir ku entegrasyona şervanên kevn ji bo pêşîgirtina li rîska jinûve biçekbûnê faktorekî diyarker e û got, “Şervanên berê eger alternatîfekê nebînin, xeyalên wan dikare bişikê û ji şerê heyî bêhtir kaotîk, anarşîk û bi tundî dikarin xwe ji nû ve bi rêxistin bikin.
Piştî muzakereyên sala 2016’an yek ji pirsgirêkên bingehîn ên em lê rast hatin ev e: FARC’ê dema çekên xwe danî û xwe ji herêmên lê bû vekişand, valahiyekê rû da. Ev valahî ji aliyê komên biçûk ve hate dagirtin. Ev kom biçûk jî bin bi çek bûn û bi demê re li herêmê belav bûn û rewa bûn. Ev yek meseleyeke bingehîn e.”
‘DIVÊ DEWLET BIRYARÊN PKK’Ê CIDÎ BIBÎNE’
Di çarçoveya tecrûbeya Kolombiyayê de Yezid Arteta Dávila pêvajoya aştiyê ya navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi vî rengî nirxand:
“Beriya her tiştî, dema ku fermandariya PKK’ê di asta stratejîk de biryar da, divê dewleta Tirk ji nêta wan gumanan neke. Eger komek gihîştibe wê baweriyê ku têkoşîna çekdarî êdî bê wate bûye, veguheriye astengiyekê û meşandina tundiyê ji aliyê dem û cih ve dewamkirina neçareseriyê ye; ev yek asteke gelekî girîng e.
Lewma eger fermandariya rêxistinê, lîderiya wê, kongreya wê biryareke bi vî rengî da be, divê dewlet vê yekê bi rengekî cidî bibîne. Ya herî girîng ev biryara siyasî û stratejîk e. Eger biryareke bi vî rengî hatibe dayin, divê dewlet şert û mercên pêwîst hêsan bike û qadan biafirîne. Bi qasî qadên siyasî, qadên hiqûqî û qanûnî divê biafirîne.
Ji bo şervanên endamên rêxistinê ku lîderiya rêxistinê bi lîsteyan pêşkêş bike, di çarçoveya hiqûqî û destûra bingehîn a Tirkiyeyê de divê mekanîzmayeke çareseriya hiqûqî bê avakirin. Ev çareserî bêguman wê di nava sîstema hiqûqî ya Tirkiyeyê de pêk were; lê belê ji bo demeke derbasbûnê dadgeheke derbasbûnê yan jî dadgeheke taybet dikare bê avakirin.
Li Kolombiyayê di vê mijarê de em bi pirsgirêkeke cidî re rû bi rû man. Dadgehek hate avakirin; lê belê karên vê dadgehê bi rengekî bêwate dirêj bû. Tişta herî nebaş a ku bê serê şervanekî berê ew e ku rewşeke nediyar a hiqûqî hebe, di nava ‘lîmbo ya hiqûqî’ de bimîne. ‘Lîmbo ya hiqûqî’ tê wê wateyê ku li gel efû, bexşandin an jî nêzîkatiyeke bi heman rengî jê re hatibe naskirin jî kesek bi dozên ceza re rû bi rû bimîne. Dema ku bi vî rengî be rewş ti carî zelal nabe.
Ji ber vê yekê ji bo pêkanîna azadiya şervanên berê; ji bo bicihanîna karên hiqûqî yên pêwîst, sîstemeke ku garantiya hiqûqî û parastinê bide wan bê avakirin, ku ev dikare ‘efû’ yan jî ‘indult’ be (Di hiqûqa dêrê de, wergirtina destûreke taybet ji bo rewşeke şexsî ji desteyê / Di hiqûqa deryayê de mafê çûyîna keştiyên dijmin bêyî destnedanê heta bi demekê).”
Têkildarî sedema vê garantiyê û pêwîstiya bi parastinê jî Yezid Arteta Dávila got, “Weke mînakên Kolombiya yan jî Tirkiyeyê, piştî demeke dirêj a ji şerê çekdarî, bi giranî hesteke xurt a tolhildan û bersivdanê derdikeve holê. Kesên ku berê tundiya siyasî bi kar anîn îro li pêş kamerayan di çarçoveya qanûnî û li qada cemaweriyê bê dîtin, bi hinekan re dikare bibe sedema aciziyê û ev jî dikare rê li ber êrişan veke.
Ji bo şervanên berê yên li Kolombiyayê rewşeke gelekî tevlîhev heye. Piştî peymanên 2016’an zêdeyî 500 şervanên berê hatin kuştin. Divê mirov bi taybetî destnîşan bikin: Ev cînayet ne tenê ji ber sedemên tolhildanê yên şexsî bûn, ji aliyê yên ku kesên peymana aştiyê mohr kirin weke ‘xayin’ dîtin an jî komên dijber ên çekdar ên dixwestin wan ji holê rakin, hatin kirin.
Ji ber vê jî ev garantî divê bi rengekî cidî bêne dîtin. Dibe ku ev hinekî îronîk an jî cihê aciziyê be; lê belê rastî ev e: Piştî her peymana aştiyê du tişt tekez rû didin:
* Hin şervanên berê ji ber hin sedemên cuda têne kuştin.
* Her tim komeke biçûk a ku xwedî helwestên radîkal e yan jî ji ber şert û mercên cuda peymanê qebûl nake, weke dijber dimîne.
Bi dîtina min ev rewş dikare bê kêmkirin, bi qasî ku pêkan e bê bisînorkirin, bêbandorkirin. Rêya vê jî beriya her tiştî ewlekirina kadroyên lîder ên sereke ye; lê belê ya herî girîng misogerkirina ewlekariyê ye.
Mînak li El Salvadorê hin şervanên berê yên FMLN’ê entegreyî hêzên leşkerî û polîsan hate kirin.”
‘DIVÊ ÇARÇOVEYA HIQÛQÎ BÊ AVAKIRIN’
Yezid Arteta Dávila işaret bi girîngiya çarçoveya hiqûqî ya pêvajoyê kir û got, “Pêvajoyeke muzakereyê destpê kir hîn ji destpêkê ve divê çarçoveyeke xwe ya hiqûqî hebe. Çarçoveya hiqûqî di dawiya muzakereyan de nabe; di destpêka pêvajoyê de divê hebe.”
Yezid Arteta Dávila di vê çarçoveyê de rêveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û got, “Tirkiye jî Kolombiya jî ew welat in ku xwedî çarçoveyeke hiqûqî û destûra bingehîn e. Lewma di nava vê çarçoveyê de divê qadeke hiqûqî bê avakirin ku karibe di dema herî kurt de çareseriyê biafirîne. Bi dîtina min divê mirov ji vê yekê netirse.
Mercên radestkirina çekan, rê û rêbazên pêkanîna vê û dayina garantiyan; divê bi şênberî bêne pênasekirin. Ji bo vê jî tevlîbûna civaka navneteweyî şert e. Ne tenê welatên ku li qada navneteweyî xwedî giranî û rêzdariyê ne, her wiha welatên ku di dîplomasiya global de xwedî giraniyeke têrker in divê tevlî pêvajoyê bibin. Bi vî rengî bicihanîna sozên dewletê û şervanan dikarin bêne misogerkirin.”

