Di gel ku behskirina berxwedana destanî, hevrê Senar ê fermandarê leheng ê destanî minetek e; peydakirina peyv û hevokên ji bo qalkirina wî jî karekî zehmet e. Tişta ku ez jê ditirsim ew e ku dema ez qala wî dikim ez tam heqê wî nedim û nikarim qala wî bikim. Jixwe hevrê Senar weke destanekê jiya; ez çi qasî kêm behsa wî bikim jî rastiyeke gel a te nas dike û li te xwedî derdikeve heye ku ev gel te bi awayên herî watedar zindî digire û îfade dike. Hevrêyê min, te ji berxwedaneke destanî re pêşengtî kir. Hevrê Senar, sembola berxwedanê ye.
Belkî ji bo gelek kesan bû hevrê Senar lê belê li gel wê ji pirsa min a ku divê wateya jiyanê, zindîbûna wê û morala wê çawa be re bû bersiv. Bi saya heval Senar ê ku bûye navê sembola cesaret û fedaîbûnê, weke gelek hevalan dersa ku divê em jê bistînin,min jî cara ewil li Farqînê, di şexsê şehîd Senar de fêm kir û fêr bûm. Ji destpêka berxwedana Farqînê û heya kêliya wê ya dawîn ruhê heval Senar di berxwedanê de hebû.
Erê, dibe ku heval Senar zû tevlî karwanê şehîdan bû lê belê heya kêliya dawîn jî li ser ziman û dilan bi dirûşmeya ‘’Fermandar Senar nemir e’’ qet kêm nebû. Di kêliyên herî dijwar ên şerî de jî me digot ku ‘’Ger heval Senar bûna wê wisa bikira’’ û em wisa tev digeriyan. Di hemû henek, êş, zehmetî û kêliyên me yên kêfxweşiyê de li ba me bû.
Farqîn tê wateya Senar û Çiya, Canfeda, Andok, Rustem û Soroyên li ser rêça wî meşa xwe berdewam kirine. Tê wateya ruhên ku te qet bi tenê nehiştine û weke te tevlîkarwanênemiran bûne. Tê wateya şehîd Denîz ê ku bêyî te nas bike ji te bandor dibe û tevlî berxwedanê dibe.
Hevrêyê min ê ku li Farqînê ala Egîdan bilind kiriye û qet nexistiye xwarê. Emaneta te ya pîroz li ser destan e û her kesêku digire bi layiqî li wê ala berxwedanê xwedî derdikeve. Ew al wê tu caran nekeve xwarê; her kesê ku digire wê tim bilind bike.
Hevrêyê min ê ku rêçên mezin hiştiye ser dilê min, her çend tu carna ji min re bûyî birayê min ê mezin, carna bav û carna jî hevalê min ê herî nêz jî ya herî girîng ew e ku ti ji min re bûyî hevrêyê ku nîşanî min da bê ka divê di rêya şoreşê de ez çawa bimeşim û tevlî bibim.
Dema digot ku ‘’Min hevalê xwe yê weke xwe dît’’ me hemûyan dizanî ku qala şehîd Munzûr dike. A rastî tu çi qasî nîşan nedî jî te bi dilovaniya dayîkekê em diparastin ûte hewl dida ku hemû karan bikî ku te dikir jî.
Gelek caran dema ku min tu weke birayê xwe dît, dema ku min xwe ji te hêrs dikir jî a rastî min nedizanî ku tu weke xwişka xwe min diparêzî û ez ji te hêrs dibûm. Piştre min fêm kir ku ew dilsozî ji ber wê bû ku du xwişkên te yên mezin ên şoreşger hebûne. Bi qasî ku kêliya ku min ji te re gotibû ku ‘’Ez ne xwişka te ya biçûk im’’ tê bîra min ez mehcûb dibim, dikenim û fedî dikim. Û dibêjim xwezî min jî birayekî weke te yê fermandarê şoreşger hebûya, hevrêyê min, ez bi nasîna te gelekî şanaz im.
Erê, hevrêyê min ku di demên herî zor û zehmet de jî ji bomin dibû çiyayekî ewle ku min pişta xwe dayê. Kêliyekê jî be ji bîra min naçe, tim tevlîbûna bi hesreta hevrêtiya bêhesab ya li qadên berxwedana te û we pêk bînin û hewl didim layiqî we bim.
Fermandar Senar, bes ne şervanek e; taktîsyen, birayê mezin ê ciwanan, ewladekî ku dayîk ji zarokên xwe zêdetir jê hez dike û tirsa dilê dijmin e. Weke hevrêyên wî, em çi qasî ji wî hez dikin û qîmetê didinê, dijmin jî ew qasî ji wî ditirse û li hemberî Senar tedbîr distand û tim û tim dikete nava hesabên ku ‘’ez ê çawa wî bêbandor bikim.’’
Sibêdeyekê, piştî êrîşên dijmin ên dijwar di çalakiya yekem a encama îradeya nuwaze ya ciwanên ji Farqînê û cesareta wan hate lidarxistin de, kepçeyeke ku dijminî ji bo hilweşandina mewziyan anîbû, agir pê ket û îmha bûbû. Polîsê ji tîmên taybet ê ku di wesayitê de şewitî, ji ber êrîşa dijmin ji wesayîtê nehate derxistin û hevrê Senar jî tim digot ku ‘’Zilam mir, lê belê xwezî me ew ji wesayitê derxistiba.’’ Weke hevrêyên wî, em li hemberî humanîstiya heval Senar ê ku ji ber cenazeyê dijmin jî ew qasî xemgîn dibû, matmayî mabûn.
Lê belê ji ber ku vê rewşê gelekî zor li dijminî kiribû, navbera dabûşer û pevçûnan û agahî ji heval Senar re şandibû. Şer û pevçûn heya nîvro sekinîn û ji qeymeqam bigirin heya heyetên parlamenteran ketibûn navberê ji bo ku cenazeyê dijmin bistînin. Şehîd Senar got: ‘’Me exlaqeke ku em zulmê li cenazeyan bikin, tune ye.’’ Û pirsî; ‘’Lê belê ger heman rewş ji bo ciwanekî di nava berxwedanê de cih digire, rû bide, hûn ê cenazeyî bêyî pirsgirêk teslîmî malbatê bikin? Dewlet wê vê exlaq û cesaretê nîşan bide?’’
Dijminî bes piştî nîv saetên vê nêzîkatiya dilpak, bi hemû teknîka xwe êrîş kir û piştî du saetan heval Senar bi lehengî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Tevî hemû êrîşên dijmin jî hemû gelê Farqînê ji nişka ve berê xwe da Qada Ezîzoglû. Gel, tevî hemû êrîşan jî hatibû xwedî li şehîd û ewladê xwe yên leheng derkeve. Dayikên ku nekarîbûn werin zarokên xwe, beriya zarokên xwe ji bo lehengê ku ji zarokên xwe zêdetir jê hez dikirin, hatin. Wêrojê li wir bi dehan ciwanan soz da şehîd Senar û heya kêliya dawîn li eniyên şer man û şer kirin.
Hevrêyê min, te kêliyên ku navdarên Hollywoodê bi preyên mezin jî nikaribin bikêşin, di hemû kêliyên jiyana xwe de jiya û da jiyîn. Weke ku te hemû caran dianî ziman, eê stêrkên PKK’ê ne. Hemû cîhan me dişopîne; hin ji ber heyranî û hezkirina xwe hin jî ji ber çavnebariya xwe. A rastî te gelekî rast gotiye, hevrêyê min. Ez her roj fêm dikim ku PKK’yîbûn û pêkanîna vê yekê gelekî dijwar e lê belê ew qasî jî watedar e. Em hê jî hewl didin vê yekê pêk bînin; sekinîna serbilindî ya li ser pişta hespê çargavî, gelekî girîng e.
Hevrêyê min ê ku bi saya kelecan, cesaret û keda xwe tim bûyî mînaka herî bedew, hemû tiştên te ew qasî bedew bûn ku, ciwanên ji te hez dikirin, ji tişta ku te jê hez dikir, hez dikin û guh didan te. Muzîka ku te guhdariya wê dikir jî hê jîli ser guhê min e; ji bo ku min weke qesîde fêm kiribû,ez matmayî mabûm, lê belê bi qasî ku guhdariya wê dikim watedartir dibe. Dema gotinên wê jî qala te dikin, qalkirin wêkêm bimîne.
Ez li rûyê te dinêrim, naxwazim bihûştê
Tu ji zarokên li bihûştê bedewtir î, bedew…
Yên ji te hez nakin evîndar dibin, dîn û har…
Tu ji şewqa Zuhreyê bedewtir î, bedew…
Tu ji Îsivê Kerem bedewtir î, bedew…
Erê, hevrêyê min ê ji dil û can, di hemû stranên ku guhdariya wan dikim de û di hemû kêliyên jiyana xwe de bîranîneke te û perçeyekî ji te qet kêm nebûn. Ez soz didim ku ez ê we di hemû kêliyên jiyana xwe de zindî bigirim.