Şehadet ji bo me şoreşgeran rasteqiyek jî be qet nehatibû bîra min ku ez ê rojekê rûnêm û ji bo te nivîsekê binivîsînim. Me gelek zor û zehmetî li pey xwe hişt, me gelek mirovên leheng dît û nas kir, ku ji bo dilsoziya bi bîranîn û sekna wan a jiyanê divê bêne qeydkirin û derbasî nava rûpelên dîrokê bibin. Ji bo bibe modelek ji mirovên li heqîqeta jiyanê digerin, ji bo bibe bersivek ji yên ku pirsa ‘mirov çawa dibe mirov’ dipirsin, divê em binivîsînin.
Di serdemekê de ku hemû nirxên mirovahiyê hatine jibîrkirin, me lehengên welê nas kir ku ne ji vê serdemê bûn.
Çûyîna her hevrêyekî ji nişka ve ye û heq nekiriye. Hin çûyîn hene ku tu dibêje, ‘Ne dema wê ye’. Tu dibêje bila qet dema çûyînê nebe. Giraniya demê gelekî zêde ye. Hêza rakirina wê jî dîsa em ji we weridgirin û hewl didin bijîn.
Di nava PKK’ê de jiyan û şer qadên welê ne ku ji hev zêde ne cuda ne. Di nava jiyanê de eger yek serketî be ev yek bandorê li şer jî dike. Ya rast ya ku mirov di şer de serketî dike sekna xwe ya li nava jiyanê ye. Tevlîbûna hevalê Mordem Çewlîk (Bûlût Kîşîn) a li nava jiyanê, nîşan dida ku li qada şer xwedî sekneke çawa ye. Hevrêyekî welê bû ku bi kûrahî li jiyanê dinihêrî. Bandora sîstemê yek bi yek ji ser xwe diavêt. Hevalê Mordem her tim hewl dida hevrêtiyê biafirîne. Rêber Apo rastiya ‘Yên ku di jiyanê de zehmetiyê derbas dike, di şer de dibe xwedî serketinan’ timî dianî bîra me. Bêguman hin nuqteyên jiyanê di destê de ne, lê rastiya şer bi wî rengî nîne. Carna rewşên welê tê serê mirovan kku di destê mirovan de ne yan jî ne di destê mirovan de ne. Li gel vê yekê jî her kes nikare timî ji her tiştî re amade be. Hevalê Mordem gelek caran ji vê rewşa ji nişka re amade bû. Li Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zagrosê ku di dîroka me ya şer de ji her alî ve cuda ye, di pêvajoya şer de hem ji aliyê teorîk hem jî ji aliyê pratîkî ve bû rêveber. Ji aliyê sekna îdeolojîk û leşkerî ve gelekî bi pêş ve çûbû. Eger mirov şerê li eyaletê pênase bike, hingî mirov wê hevalê Mordem pênase bike. Li hemberî her cûre êrîşên dijmin bi îradeyeke bilind disekinî, fermandar û şervanekî bi vî rengî yê fedaî bû.
QADA ŞER LEHENGAN DERBASÎ NAVA RÛPELÊN DÎROKÊ DIKE
Kurtbûna wê rêya navbera şer, mirin û jiyanê, ew qad in ku şert û mercên fîzîkî û psîkolojîk zehmet dibin. Ji bo vê jî pêwîstî bi berxwedêriyê heye. Bi taybetî li hemberî artêşeke ku qat bi qat ji gerîla mezintir e, weke artêşeke gel eger tu bi taktîkên gerîla şer dike, hingî divê tu xwedî îradeyeke ji pola be.
Belê qada şer li holê ye, zelal e, cihê dike, lawazan dadiqurtîne lê belê lehengan jî derbasî nava rûpelên dîrokê dike. Dibe ku xiyanet û lehengî heta cihekî bi hev re karibe bimeşe, lê belê dema ku şer sor bû rêya wan ji hev cuda dibe; yek jê bi sixêfa herî giran a dîrokê bi lanet dibe, navê xayin lê tê kirin, yê din jî bi gotina herî bi rûmet û pîroz a dîroka mirovahiyê bi xelat dibe, dibe leheng. Hemû gel hebûn û azadiya xwe bi saya fedakariya van lehengan bi dest dixin, lewma wan ji bîr nakin, bi minetdarî wan bi bîr tînin. Yên ku wan yekgirtî dike ev leheng in. Ji wan moralê wedigirin, bi îrade dibin. Ji bo me jî qehramên me, şehîdên me bi vî rengî ne.
MIRINEKE JI RÊZÊ TERCÎH NEKIRIN
Hevalên ku derbasî Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zagrosê bûn di nava çar salên dawî de demên gelekî awarte derbas kirin. Gelek tişt dîtin, jiyan. Ev rewşa ku tenê carekê bê serê mirovên normal dibe ku ji bo wan bibe travma û heta dawiya emrê xwe pêwîstiyê bi tedawiya psîkolojîk bibînin, her roj dihat serê hevrêyên şervan ên li eyaletê, lê bandor li wan nekir. Artêşa Tirk ji bo kuştina gerîlayekî bi tonan bombe li wan dibarand. Hemû bombeyên qedexekirî li ser tunelên me bi kar anîn. Li gel vê yekê jî şervanên leheng ji rêya xwe venegeriyan. Nekarîn bandorê li kenê li ser rûyê gerîla bikin. Li hemberî artêşa Tirk ku kujerên kirêkirî ne, bêrawestandin, bi derfetên kêm bi çiya û kevirên xwe ketin çeperê. Ne tenê di vê demê de jiyan, bi hest, fikir, berxwedana nû re jiyaneke nû afirandin. Dibêjin; yên ku tercîhên xwe dikarin bikin mirovên xwedî îradeya azad in. Tercîha jiyanê jî ya mirinê jî tercîha me ye. Dikarîbûn mirineke ji rêzê tercîh bikira, lê belê ew tercîh nekirin. Mirin encamek e, lê ye esasî nuqteya destpêkê çi ye? Vaye li eyaletê ji bo her gerîla bû nuqteya destpêkê.
TU NE HEVRÊYEKÎ WELÊ YE KU LI PIŞT MIROV BIGIRÎ
Hevalê Mordem jî dema ku Tebaxê hat eyaletê, zanîbû ku ji bo xwe li ber destpêkekê ye. Dema ku destpê kir xweş destpê kir, bi hezkirin, berxwedêrî û dilsoziyê li ser şopa hevrêyên xwe meşiya. Roja 11’ê Tebaxê ku şehîd bû, ji aliyê fîzîkî ve dawiya vê destpêkê jî be, di nava PKK’ê de rastiya şehadetê ti carî nayê wateya bidawîbûnekê. Hevalê Mordem ev yek gelek caran ji me re gotibû. Şehadet her tim destpêka destpêkekê ye. Niha em jî weke hevrêyên te di her destpêkekê de em ê sekneke hêjayî te nîşan bidin. Bi wêrekî, dilsozî, dilxwaziya bi çiyê, baweriya bi azadiyê û sekna milîtanî dilsozê rêya te bin, ala te hilgirin. Çûyîna te ya bê dem em êşan, lê belê tu ne hevrêyekî welê ye ku mirov li pişt bigirî. Te ferman da ku ya li pey xwe hiştiye em hilgirin û weke hevrêyên te em ê vê fermanê bi cih bînin. Li wan tunelên ku em weke ronahiya çavên xwe lê dinihêrin, bi keda te ava bûn. Xwedîderketina li kedê hurmet e, dilsozî ye, hezkirin e. Ji bo hêjayî heqîqetê be em ê hêjayî te bin, ji ber ku tu hevrêyê me yê fedaî ye ku bû heqîqet bi xwe.