Çarşem, 5 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    CHP’ê jî pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyê’ îmze kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyê’ pêşkêşî Meclîsê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Îmzeyek ji bo demokrasiyê û paşeroja me ya hevpar e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalên ‘Qanûna Çarçoveyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveyê” îmze kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    AKP: Pêşnûmeya ‘Qanûna Çarçoveyê’ wê îro teqez pêşkêşî Meclîsê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wargeha Mexmûrê di salvegera 12’emîn de êrişên DAÎŞ’ê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: ‘Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 1’emîn di 25’ê Nîsanê de destpê dike
Çand û Hûner

Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 1’emîn di 25’ê Nîsanê de destpê dike

Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya Yekemîn di 25'ê Nîsanê de destpê dike. Di festîvalê de ku wê heta 28'ê Nîsanê dewam bike, zêdeyî 30 fîlm û dokûmanter wê bêne nîşandan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Festîvala Fîlmên Kurd a Yekemîn a Dusseldorfê (DKFF) 25’ê Nîsanê destpê dike. Festîval ji aliyê Art Records ve tê lidarxistin û wê heta 28’ê Nîsanê dewam bike. Di festîvalê de wê zêdeyî 30 fîlmên demkurt û demdirêj, dokûmander li du sînemayên cuda (ÛFA Palast û Metropol) bêne nîşandan.

Di daxuyaniya tîma sînemayê Art Records de hate gotin, “Ev yek festîvala me ya destpêkê ye. Em giraniyê didin ser Şengalê û civaka Êzidî ya li Kurdistanê û dîasporayê. Di bernameya fîlman de em balê dikişînin ser baweriya Êzidiyan, fermanên bi serê Êzidiyan de hatiye.”

Festîval dixwaze di çarçoveyeke dîrokî, polîtîk, olîs, civakî û çandî li xelkê Êzidî temaşe bike. Di festîvalê de tevî nîşandana gelek fîlman wê pêşangeheke wêneyan a li ser Komkujiya li Şengalê jî hebe. Festîvala Fîlmên Kurd a 1’emîn a li Dusseldorfê tê payin ku bi beşdariyeke girseyî destpê bike.

Yek ji armancên din ên Festîvala Fîlmên Kurd ew e ku hunera sînema Kurd bigihîne temaşevanên sînemayê yên Ewropî. Festîval ji 4 beşan pêk tê û wê zêdeyî 30 fîlm bêne nîşandan. Di merasîma destpêkê ya fîlm de wê fîlmê ‘Rojbaş’ ê derhêner Ozkan Kuçuk bê nîşandan.

Fîlmên din ên di Festîvala Fîlman a Kurd a 1’emîn a Dusseldorfê de bêne nîşandan bi vî rengî ne:

NAMEYÊN JI ŞENGALÊ

Fîlmê ku Dersim Zerevan derhênerî jê re kiriye qala rizgarkirina Şengalê û nameyên pênc berxwedêrên ji welatên cuda li dijî DAÎŞ’ê şer dike, kiriye.

HÊZA

Dokûmantera ‘Hêza’ ku Derya Denîz derhênerî jê re kiriye li bajarên Şengal, Reqa û bajarên din ên Rojava hate amadekirin. Di fîlm de jiyana Hêza tê vegotin ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate revandin, piştre ji çeteyan rizgar bû û tevlî têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bû.

KEÇÊN ROJÊ

Di dokûmantera ku Rêber Dosky derhênerî jê re kir, qala komek ji jin û zarokên Êzidî tê kirin ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve weke kole hatin girtin û piştre jiyana xwe ji nû ve ava kirin.

MELAÎKETÊN ŞENGALÊ (Angels Of Sînjar)

Di fîlmê ‘Melaîketên Şengalê’ de ku Hanna Polak derhênerî jê re kir, qala çîroka Hanîfe ya Êzidî tê kirin ku ji bo rizgarkirina xwişkên xwe ji DAÎŞ’ê her tiştî dike.

THE RETÛRN: LÎFE ASTER ÎSÎS

Di dokûmantera derhên Alba Sotorra de qala ciwanên bi navê Shamîma Begûm û Hoda Mûthana tê kirin ku ji Îngilistan û Emerîkayê tevlî DAÎŞ’ê dibin. Niha dixwazin li welatê xwe vegerin, lê destûr nayê dayin.

EVÎN DI RÛYÊ QIRKIRINÊ DE

Dokûmantera ‘Evîn di rûyê qirkirinê de’ ya li ser dengbêjiya Kurdên Êzidî bi derhêneriya Şêro Hindê hate amadekirin û Mehmûd Berazî jî muzîkên wê çêkir. Dokûmanter dengbêjiya Şengalê bi rêbazên cuda nîşan dide.

EZ EDALETÊ DIXWAZIM

Dokûmantera ‘Ez edaletê dixwazim’ a Nûray Şahîn qala çîroka jineke ciwan dike ku li hemberî hovîtiya terorê helwesteke şênber nîşan dide.

REV

Fîlmê kurt ê Rev ku senaryo û derhêneriya wê ji aliyê Denîz Deman ve hatiye kirin, qala reva jineke Êzidî ya ji hovîtiya DAÎŞ’ê dike.

Fîlm û dokûmanterên din ên di festîvalê de bêne nîşandan bi vî rengî ne:

* Cîran: Mano Xelil 

* Sieger Sein: Soleen Youssef 

* Berbû: Sevinaz Evdikê 

* Bihar: Cemile Şahin 

* Gava Sitil Mezin Diben: Rêger Azad Kaya 

* Ra: Devrim Tekinoğlu 

* Hawagê Kilamo – Xidir: Hasan Sağlam

* Kaf Kaf: Metin Dağ 

* The Taste Of Water: Ebrahîm Saeedî 

* Rojek: Zaynê Akyol 

* Bilûra Nişo: Sedat Kıran 

* Eren: Maria Binder 

* Jinwar: Nadya Derwiş

* GotûbêJin: Nimet Gatar 

Fîlmên kurt:

* Sêv: Mehmet Acaruk 

* Knokoushten ba Shewazi Nietdshe: Payam Kurdistani 

* Distan: Abdurrahim Karabulu-Mahsun Celayir 

* Çerx: Metin Ewe 

* Jiyan: Akbar Shahbazi 

* Navnîşan: Aram Dildar 

* Rewşen: Musab Tekin 

* Batırsok: Firat Erez 

* Sterka Li Ser Xetê: Berivan Saruhan 

* Russian Vodka: Seyed Payam Hosseini 

* Xewn: Gulê Welat 

* Aforoz: Yılmaz Özdil 

* Firmeskên Ava Zê: Halil Dağ 

Di festîvalê de jûriya serbixwe ya ji 3 kesan wê 4 xelatên cuda bide fîlmên kurt ên bêne hilbijartin.

Têkildarî bernameya festîvalê ji vê navnîşana înternetê sûd dikare bê wergirtin: www.dkff.de

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di konferansa Parlamenta Ewropayê de biryara têkoşîna kolektîf a li dijî tecrîdê
Nûçeya Pişt re Rûsyayê bombe li santrala elektrîkê ya herî mezin a Ûkraynayê barand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêber Apo: Yekîtiya demokratîk, têgihiştina yekîtiyeke dildarî û pirrengiyê ye!

Rêber Apo got, “Yekîtiya demokratîk a neteweyî têgihiştineke li ser bingeha îradeya civakan a dildarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

Bergê çaremîn a ‘’Manîfestoya Civaka Demokratîk’’ a Rêber Apo bi Fransî hate weşandin.

Ji aliyê Stêrk TV

TEV-ÇAND’ê Hozan Sefkan bi bîr anî

TEV-ÇAND'ê Hozan Sefkan (Celal Ercan) bi bîr anî ku di sala 1985'an de li Heftanînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

CHP’ê jî pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyê’ îmze kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Çînê pêkanînên bazarî yên nû li ser DYE’yê ferz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?