Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag a ku zêdetirî 9 salan e di girtîgehê de ye, tevlî merasîma cenazeyê kekê xwe Mehmet Cavît Yuksekdag a li Edeneyê hate lidarxistin bû. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît tevî rêveber û endamên partiyê tevlî merasîmê bûn û sersaxî ji Fîgen Yuksekdagê re xwestin.
Piştî definkirinê, Fîgen Yuksekdag derbasî konê şînê bû. Hate ragihandin ku wê saet di 20:00 de Fîgen Yuksekdagê bibin girtîgehê.

