Sêşem, 15 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KNK ji bo temsîla Kurdan a li Neteweyên Yekbûyî li Brukselê konferansê lidar dixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo bidawîkirina fikaran divê mercên azad ji bo Birêz Ocalan bêne afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Em biryardariya xwe ya ji bo xwedîderketina li armanc û têkoşîna şehîdan dubare dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Armanca min ew e ku aştî û siyasîbûn pêk werin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya Azadiya Îranê piştgirî da greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê di salvegera Şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ de zextên xwe zêdetir kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Rejîma Îranê endamekî me li Kamyaran revandiye û êşkence kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi fuze û droneyan êriş bir ser Silêmaniyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Qadên berxwedanê dagirin, xwedî li şoreşê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Şehîd Jiyan û 4 gerîllayan bi çalakiyekî hunerî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Bavê Jîna Emînî: Hezkirina mirovan bi hezaran ewlad tevlî malbata me kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Îradeya azadiyê ya jinan nikare bê tepisandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zaxoyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Divê em bi rêxistinbûnek xurt xwedî li şoreşê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo têkoşîna jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Serhildana Jin, Jiyan, Azadî dewama têkoşîna jinên Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Fîlmê ‘Heval Kekê Min’ tê kişandin
Çand û Hûner

Fîlmê ‘Heval Kekê Min’ tê kişandin

Fîlmê 'Hevalê Kekê Min' tê kişandin ku Haşim Aydemîr derhêneriyê jê re dike, Nadya Dervîş jî alîkara derhêner e. Senaryoya fîlm a Rêber Habeş e. Fîlm ji aliyê Komuna Fîlm a Rojava ve tê çêkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Adar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fîlmê ‘Heval Kekê Min’ tê kişandin ku qala pêşketina Şoreşa Rojava, heqîqeta civakî ya şoreşê, sîstema kooperatîfên meclîsan û komunan dike.

Derhênera alîkar a fîlm Nadya Dervîş û lîstikvana sereke ya fîlm Hajîn Ebdurrehman Mihemed qala fîlmê ‘Heval Kekê Min’ kirin. Nadya Dervîş ji Serêkaniyê ye û ji sala 2015’an û vir ve di nava Komuna Fîlman a Rojava de ye. Hem derhêneriyê hem jî alîkariya derhêneriyê dike. Di fîlmê ‘Heval Kekê Min’ de alîkara derhêner e.

 

Nadya Dervîş anî ziman ku fîlm ji hin aliyan ve qala sîstema kooperatîf, meclîs û komunên Şoreşa Rojava dike û got, “Sîstema nû ya li Rojava hate afirandin an jî weke modela jiyanê hate avakirin, wê li her derê belav bike. Me ev yek bi biratiya gelên li Rojava vegot. Li gundekî gel bi rengekî komunal dijîn û jiyaneke komunal diafirînin. Di heman demê de qala pêvajoya azadkirina bajarê Reqayê jî dike. Têkoşîna şervanên YPJ û YPG’ê ya ji bo rizgarkirina bajêr, têkiliya şervanan a bi gel re nîşan dide. Rastiya civakê û şervanan radixe pêş çavan. Nîşan dide ku şervanan û gel bi hev re sîstemeke çawa afirandine. Ya herî girîng jî qala wê dike ku şervan ewlad, milîtan, bîrdarî, xwişk, bira û zarokên vî gelî ne. Gelek mijaran dinirxîne û bi vî rengî qala Şoreşa Rojava dike. Bêguman a ku hatiye qalkirin beşeke biçûk a rastiya Şoreşa Rojava ye.”

ÊRÎŞAN NEKARÎ HUNERÊ RAWESTÎNIN

Nadya Dervîş ragihand ku li gel pirsgirêkên ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê her wiha êrîşên dewleta Tirk jî pirsgirêkeke mezin e, lê belê wan ti carî ji xwe re nekirin asteng û got, “Wê ti carî nebe asteng. Eger em di nava şoreşê de karên sînema yan jî hunerî dimeşînin, êrîş nikarin hunera me rawestînin. Beriya her tiştî di projeyên xwe de mijara herî zor û zehmet mijara lîstikvaniyê bû. Em bi rastiya gelekî welê re rû bi rû ne ku ji karên çand û hunerê bêpar e. Bi reng, çand, nasname û zimanê xwe nekarî hunerê bike, tevlî karê hunerê nebû. Di nava şoreşê de bi derfetên xwe, bi tecrûbeyên xwe yekemcar hunera şoreşê diafirînin. Lewma kêmasî hene. Bi taybetî tecrûbeya lîstikvanên me ji temenê şoreşê kêmtir e. Lîstikvanên di fîlm-rêzefîlm-şanoyan de dilîzin xwedî tecrûbeyeke demdirêj a hunerê nîne, bi giranî amator in. Kêmasiyên vê qonaxê hene, lê belê encama hatiye bidestxistin hêja ye. Di nava şert û mercên şer de bi derfetên kêm em ji sifirê destpê dikin. Bi demê re em ê bibin xwedî hunereke pispor. Di fîlmê ‘Heval Kekê Min’ de hevalên pispor hene. Her wiha hevalên me yên nû jî hene ku hînê nû dest bi lîstikvaniyê kirine. Em jinûve hîn dibin û jinûve hîn dikin.”

BI RUHEKÎ KOLEKTÎF KAR TÊ KIRIN

Nadya Dervîş anî ziman ku senaryo beriya sal û nîvekê hate amadekirin û got, “Koma teknîkê, lîstikvan û hwd. beriya sê mehan dest bi amadekariyê kirin. Hin lîstikvan di rêze fîlma Evîna Kurd de bûn, hinek lîstikvanên me jî tevlî karên cuda yên rêze fîlm û fîlman bûbûn. Amadekariyên produksiyon û dekorê gelek wextê me derbas kir. Ji bo kişandina fîlm lê bê kirin maleke nû hate avakirin. Me destpêka vê mehê dest bi kişandina fîlm kir. Ji bo kişandina fîlm jî pêwîstiya me bi şert û mercên guncaw ên hewayê heye. Hewa carna bi tav e, carna bi mij e, carna bi toz e. Carna em neçar in ku dîmenekî çend caran bikişînin, heta ku dîmenê dixwazin bi dest bixin. Ji ber şert û mercên hewayê hin astengî çêdibin, lê em gihîştine astekê. Lîstikvanên me xwe tevlî rola xwe kirine. Lîstikvana me ya herî biçûk 13 salî ye û lîstikvana sereke ya fîlm tevî ku yekemcar e di fîlmekî de dilîze hîn bû, tevlî atmosfera fîlm bû. Weke tîm em bi ruhekî kolektîf kar dikin.”

DI DEMEKE KURT DE TEVLÎ AHENGIYÊ BÛM

 

Hajîn Ebdurrehman Mihemed ji Qamişloyê ye û lîstikvana 13 salî ye. Di fîlmê ‘Heval Kekê Min’ de bi karaktera Nûjîn a rola sereke radaibe. Hajîn beriya dest bi lîstikvaniya fîlm bike di şano de lîstibû. Hajîn got, “Min sê lîstikên şano lîst. Hêjayî xelata şanogera herî baş hatim dîtin. Niha di fîlmê ‘Heval Kekê Min’ de bi rola sereke radibim. Bêguman zehmetiyên xwe hene ku mirov ji şano derbasî sînemayê bibe. Şano bi rengekî giştî ye, lê di fîlman de dîmenê bi detayan hene. Di vî warî de zehmetî hebin jî di demeke kurt de tevlî ahengiya rola xwe bûm. Bi karakterê Nûjîn radibim. Nûjîn dema ji dayik dibe kekê wê tevlî nava refên gerîla dibe, derfetê nabîne ku kekê xwe bibîne. Gerîlayê bi navê Baran nas dike û jê heye ku kekê wê ye. Fîlm bi vî rengî dewam dike.”

Hajîn herî dawî diyar dike ku li Rojava divê fîlmên li ser berxwedan û têkoşîna gelê Kurd, fîlmên li ser Şoreşa Rojava û biratiya gelan zêde bibin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qamişloyê ‘Pêşengeha Berxwedana Jinan’ hat vekirin
Nûçeya Pişt re Ermenistan ji bo kirîna çekan ji Fransayê peymanek îmze kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îzmîrê li dijî şaredariya CHP’ê operasyon: Herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna têkildarê Şaredariya Guzelbahçeyê ya girêdayî CHP’ê de, tevî hevşaredar gelek…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 9’Ê ADARA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk mafê hêviyê binpê dike

Mafê hêviyê yek ji mafên sereke ye ji bo girtiyên ku cezayê muebetê li wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dêrikê çalakiya nobedê ya ji bo zimanê Kurdî dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê çalakiya şermezarkirinê ya xwendekaran dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?