Nîqaşên li ser budçeya hikûmeta navendî ya 2026’an li meclîsa Tirkiyeyê tên kirin, nîşan didin ku bê ka Tirkiyeyê çawa ji vîzyona pêşkeftina domdar û xweşhaliya civakî dûr ketiye.
Li beramberî lêçûyîna 18 trîlyon û 929 TL a ku desthilat pêşbînî dike û 16 trîlyon û 2016 TL dahat jê armanc dikir, ferqek mezin a 2.7 trîlyon TL ku nayê qebûlkirin, derket holê.
Muxalefet ji ber rêbaza ku ji bo vê ferqê bigire, newekheviya kûr a wekheviya bacê û daxwazên li ser îdeolojîk û ewlehî-navendî rexneyên tund li desthilatê dike. Îdîa dike ku ev budçe li şûna fînansekirina gel, ji bo armancên xwe yên siyasî xerc dike.
JI SEDÎ 88.6 BI BACÊ BAR DANÎNE SER PIŞTA GEL
Plan dikin ku nêzîkî hemû dahatên budçeyê, yanî ji sedî 88.6, rasterast an nerasterast barê bacê danîne ser pişta gel. Ev rêjeya bilind bi awayekî zelal nîşan dide bê modela dahatê ya aboriya Tirkiyeyê çiqas li ber şikestinê ye, bê edelatî ye û li derveyî hilberînê ye. Welatên demokratîk û aboriyên pêşketî bi giranî budçeyên xwe bi rêya bacên rasterast ên ku hilberînê teşwîq dikin, piştgiriyê didin karsaziyê û bi dadwerî tên belavkirin ava kirine, lê modela malî ya Tirkiyeyê bi tevahî li ser xerckirinê, bacên nerasterast û bi cezakirina malî hatiye avakirin.
ÇAVKANIYA RASTERAST JI BERÎKA GEL DERDIKEVE
Ji nîşaneyên herî berbiçav ên budçeya 2026’an yek jê ew e ku beşek girîng ji dahatan ji bacên nerasterast ên ku gel rojane dide – bi taybetî ji KDV û OTV’ê tê pêşwazîkirin. Ev jî nîşan dide ku dewlet li şûna hilberîn û aboriyê mezin bike xwe spartiye xerckirina welatiyan û bi vî rengî bêrîkên gel wekî çavkaniyek rasterast a ji bo domdariya budçeyê bi kar tîne. Ev avaniya bacê (baca rêjeya kêm dibe) wekheviya dahatê paşguh dike û welatiyên ku heqdestê herî kêm distînin, baca giran datîne pêwîdivî û xurekên wan û ev yek bingeha edaleta civakî ji binî ve dihejîne.
Muxalefet û pisporên aborî ev polîtîkayên bacê ne tenê mecbûriyeta malî, di heman demê de mekanîzmayek civakî ya “cezakirinê” dibînin. Gelek caran tînin ziman ku budçeyê ne ji hilberîn û dewlemendiyê, ji nanê feqîran fînanse dikin.
LÊÇÛYÎNÊN LEŞKERÎ, VEBERHÊNANÊN CIVAKÎ DIPELIXÎNE
Dema li ser belavkirina lêçûyînên budceyê lêkolîn tê kirin bi awayekî zelal nîşan dide ku bê Tirkiyeyê çawa ji vîzyona pêşkeftina domdar û xweşhaliya civakî dûr ketiye. Li welatên pêşketî pêşîniyê didin qadên ewlehiya xurekan, perwerde, tenduristî û çandinî yên ku sermayeya bingehîn a mirovan e. Tirkiyeyê di pênc salên dawî de bi biryardarî lêçûyînên leşkerî û ewlehiyê derdixe pêş û ev lêçûyîn her sal zêde dibe. Daneyên fermî nîşan didin ku lêçûyînên di qada parastin û ewlehiyê bûne yek ji wan tiştên ku herî zêde tên nîqaşkirin.
LI GORÎ SALA BERÊ JI SEDÎ 34 ZÊDE BÛYE
Tê payîn ku lêçûyînên parastin û ewlehiya navxweyî yên budçeya 2026’an nêzî 2 trlyon û 155 mîlyar be û ev jî tê wateya ku li gorî sala berê nêzîkî ji sedî 34 zêde bûye. Ev lêçûyîn ji tevahiya budçeyê derdora ji sedî 11.4 e. Ev zêdebûna bênavber a ku bilind dibe, rexneyên ku desthilat daxwazên xwe yên malî li ser “pêşîniyên şer û ewlehiyê” kîlît kiriye, rojevî dike. Di bin siya van nîqaşan de, partiyên muxalefetê di nîqaşên budçeyê de rexne li desthilatê digirin ku piraniya çavkaniyên ku ji hêla dewletê ve têne fînansekirin ji bo lêçûyînên leşkerî û ewlehiyê veqetandiye, di heman demê de qadên jiyanî yên wekî perwerde û çandiniyê paşguh kiriye.
Wekî ku tê dîtin, ji aliyê malî ve noqteya herî wêranker a lêçûyîna mezin, li ser budceya navendî xuya û nexuya ya pirsgirêka Kurd û şerê tê meşandin e. Windahiyên ku ji ber lêçûnên ewlehiya bilind û pêvajoyên pevçûnê derketine holê, rasterast bandorê li aboriyê dike. Jixwe serokkomar behsa lêçûyîneke 2 trîlyon dolarî kir. Ev tê vê wateyê ku Tirkiye bi dehan salan e ji ber ku aştiya navxweyî nehatiye avakirin, fona pêşkeftinê ya mezin feda dike. Ji perspektîfa budçeya heyî ve, ev bar hîn jî li ser pişta gel e.
PAŞGUHKIRINA LÊÇÛYÎNÊN CIVAKÎ
Her çiqas di 10 salên dawî de ji sedî 110 lêçûyînên leşkerî zêde bûne jî, dayîna faîzê jî zextê li ser budçeyê dike. Tê dîtin ku faîz derdora ji sedî 13-15 e û tevahiya lêçûnên budçeyê li Tirkiyeyê pêk tîne û ev lêçûyîn girêdayî hewcedariya temamkirina kêmasiyên budçeyê, zextek girîng diafirîne. Berevajî vê yekê rastiya ku para ji bo budçeyên veberhênanê yên ku ji bo warên bingehîn ên civakî yên wekî perwerde, çandinî û tenduristiyê ku teşeyê didin siberoja welatekî li dora ji sedî 8 heta 10 dimîne, ev jî çewtiya vîzyona budçeyê radixe ber çavan.
BERAWIRDKIRIN BI NAVÎNIYA OECD RE
Dabeşkirina budceya Tirkiyeyê berevajî OECD (Teşkîlata Hevkariya Aborî û Pêşketinê) û welatên Ewropayê yên xweşhaliya civakî û avaniyên malî yên li ser mirovan e û ev bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Li Tirkiyeyê, lêçûnên parastinê bi qasî ji sedî 12 budçeyê pêk tê. Ev rêje OECD û li welatên Ewropayê bi qasî ji sedî 2-4 e û ev jî nîşan dide ku budçeya Tirkiyeyê li gorî welatên din ên pêşketî çiqasî bi şer ve girêdayî ye.
Li Tirkiyeyê, budçeya ku ji perwerde, tenduristî û xizmetên civakî yên bingehîn tê veqetandin, tenê derdora ji sedî 8-10 e. OECD ji bo van qadan ji sedî 15-20 çavkaniyan pêşniyar dike.
PERWERDE, MÎNAKEKE BERBIÇAV A XEMSARIYA DEWLETÊ YE
Tirkiye ji bo perwerdehiyê bi qasî tê xwestin xerckirinê nake. Para lêçûnên perwerdeyê di GSYH’yê de hem di binê navînî ya cîhanê û hem jî di binê navînî ya welatên ku asta dahata wan wekhev e. Ev rewş nîşan dide ku ne siberoja welat, tenê giranî dane ewlehiyê. Butçeya ku ji bo perwerdehiyê li Tirkiyeyê tê veqetandin hem kêm e û hem jî di bin standardên navneteweyî ne. Her çend rêjeya navînî ya lêçûnên perwerdehiyê di GSYH’yê de li welatên OECD’ê ji sedî 4,9 be jî, ev hejmar li Tirkiyeyê ji sedî 4,3 e. Çavkaniyên sînorkirî yên dewletê yên ku ji bo perwerdehiyê têne veqetandin, barê li ser welatiyan giran dike. Tirkiye yek ji welatên OECD’ê ye ku her xwendekarek xwedî lêçûnên herî kêm e. Her çend salane bi navînî 5,425 dolar ji bo xwendekarek tê xerc kirin jî, navînîya OECD’ê 14,209 dolar e. Malbat barê vê cudahiyê hildigirin. Li Tirkiyeyê, malbat ji sedî 19’ê lêçûnên perwerdehiya dibistana seretayî digirin ser xwe. Bi gotineke din, malbatên li Tirkiyeyê nêzîkî çar qat lêçûna perwerdehiyê ji navînîya OECD’ê digirin ser xwe.
ÇANDINÎ Û PÊŞVEÇÛNA ÇANDINIYÊ
Li Tirkiyeyê, veberhênan di warê çandinî û pêşxistina gundan de têrê nake. Li gorî Qanûna Çandiniyê ya 2006’an, piştgiriya ku ji bo çandiniyê tê veqetandin divê herî kêm ji sedî yekê ji Hilberîna Neteweyî ya Giştî (GNP) be. Lê belê, ev qaîde ji 15 salan zêdetire nehatiye bicîhanîn. Piştgiriya çandiniyê hem ji sînorê qanûnî û hem jî ji standardên navneteweyî kêmtir e. Her çend ev rêje li welatên OECD’ê li dora ji sedî 3-5 be jî, li Tirkiyeyê tenê ji sedî 1,5’ê budçeyê ji bo çandiniyê tê veqetandin.
Pispor û muxalefet dibêjin ku hikûmet çavkaniyan bi giranî ji bo parastin û ewlehiyê araste dike. Mînak ji budçeyek 100 TL, 11-12 TL diçe ji bo ewlehiyê, bi qasî 5,7 TL diçe ji bo perwerdehiyê, 1,5 TL ji bo çandiniyê û 5 TL jî ji bo tenduristiyê. Ev rewş nîşan dide ku hikûmet li şûna pêşkeftin û xweşhaliya demdirêj, lêçûnên dem kurt û li ser ewlehiyê disekine. Di encamê de, Tirkiye di hilberîn û veberhênanên civakî de li paş welatên OECD’ê dimîne.
TERCÎHÊN HIKÛMETÊ YÊN CIVAKÎ Û SIYASÎ
Nîqaşên li ser budçeyê yên li Meclîsê nîşan didin ku budçe ne tenê belgeyeke aborî ye, di heman demê de nîşaneya alozî û krîzên siyasî yên di siberoja welêt de ye. Fikara hêzên mûxalîf ew e ku budçe li ser lêçûnên ewlehiyê yên demkurt disekine, ku di demek dirêj de pêşbaziya welêt, edaleta civakî û xweşhaliya giştî têk dibe. Lêçûnên leşkerî, ku ji hêla dahatên ji xerckirin û cezayên pereyan ve têne rêvebirin, barê li ser welatiyên kêmdahat girantir dike. Ev rewş dibe yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya civakek perwerdekirî, saxlem û hilberîner. Di encamê de, avahiya budçeyê bi zelalî pêşîniyên civakî û siyasî yên hikûmetê eşkere dike.

