Pêncşem, 4 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana 3 girtiyan hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saritaş: Pêvajoya çareseriyê bêyî plana stratejîk nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    CHP’ê serlêdana îtîraza qeyûmê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê ya li Erziromê wê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 girtî hatin berdan, tehliyeya 2 girtiyan hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Bêrîtan Amed û Çiya Rizgar li Qendîlê hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana şîna Şehîd Ronî Xezal kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê gerîlaya YJA Starê Fatma Kaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karak ê ku 30 sal in girtî ye li şîna kurê xwe bi kelepçekirî hat rawestandin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Mafên Mirovan a Başûrê Kurdistanê êrîşa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA: Êrîş li dijî mafê agahîwergirtinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin aştiyeke çawa dixwazin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê li dijî qetilkirina jinan banga xurtkirina têkoşînê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em evîndara azadiyê, fermandara fedayî ya Apoyî Bêrîtan Amed bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Îştarê biryarên darvekirinê yên li ser jinan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora MKG’ê: Pênc rojnamegerên jin hîn jî girtî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nîjeryayê bi îdîaya ‘heqareta li pêxember’ jinek hate şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Engîn Sever: Di festîvalê de em ê îradeya xwe nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengbêj Silêman Şirnexî koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 33’emîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî 13’ê Îlonê li Dortmundê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Fûad Bêrîtan: Kurdistan ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn firsendek e
Kurdistan

Fûad Bêrîtan: Kurdistan ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn firsendek e

Endamê Desteya Rêveber a PJAK’ê Fûad Bêrîtan diyar kir ku li Rojhilata Navîn serdemeke nû dest pêkiriye û got: "Kurdistan fersendek e ji bo demokratîzebûna Rojhilata Navîn û jinûvepênasekirina nîzama nû ya li herêmê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Îlon 2025 Dema xwendinê: 27 dq.
Parvekirin

Mekanîzmaya dorpeçên giran yên bi navê ‘‘Snap back’’ tên zanîn, hate aktîfkirin û Komara Îslamî di navbera paşdeçûnê û rêgeheke ku ber bi hilweşînê ve diçe de asê maye. Endamê Desteya Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Fûad Bêrîtan têkildarî mijarên weke rola diyarker a civakê, cihê Kurdistanê weke pêşengê demokrasiyê, pêwîstiya yekîtiya Kurd û Tirkên li Îranê û mîrateya mayînde ya tevgera ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’  ji ANF’ê re axivî û pirsên me bersivandin.

Têkildarî rewşa Îranê, çalakkirina mekanîzmaya dorpeçên giran yên bi nave ‘’Snap back’’ çi ye?

Bêguman, çalakkirina mekanîzmaya bi navê ‘’Snap back’’ ji aliyê Ewropiyan ve tiştekî ji bilî têkçûna sazûmana dîplomasiyê û tevahiya avahiya desthilatdariya Îranê nîşan nade. Wan heta niha nekarîne baweriya cîhanî bi dest bixin. Ev rewş wê bi awayekî giran ji bo civaka Îranê berdêl bide. Di hefteyên pêş de, tenê rêgeheke li ber Komara Îslamî heye: Formulekê ji nermî û paşdeçûnê bibîne ku Ewropî û Emerîkiyan qanih bike ku li pey hevkariyê ye, ne veşartî û dijberî.

Komara Îslamî ji wê yekê zêdetir ku balê bikişîne ser qayîlkirina welatên rojavayî û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî, niha li pey sûdwergirtina ji kapasîteyên Rûsya û Çînê ye da ku ji vê rewşê rizgar bibe. Mînak, daxuyaniya dawî ya civîna serokên Rêxistina Hevkariya Şanghayê, destpêşxeriyeke bihêz, astengker û diyarker ji bo berjewendiya hikûmeta Îranê nîşan nade. Hêviya herî zêde ya Komara Îslamî ji vê civînê, belkî nikare bibe garantorê çareserkirina krîzên kûrtir ên Komara Îslamî bi Amerîka, Ewropa û Îsraîlê re. Eşkere ye ku Çîn û Rûsya li hember Amerîka û welatên Ewropî amûrên siyasî û hiqûqî yên sînordar hene ji bo piştgiriya Komara Îslamî. Çareserî ne li Moskow, Pekîn, Bruksel û Washingtonê ye, lê li Tehranê ye. Ev karbidestên Îranî ne ku çavkaniyên mirovî û darayî û çarenûsa bi mîlyonan Îranî ji bo çend dehsalan di bernameyeke gumanbar û metirsîdar de girtine. Ev karbidestên Îranî ne ku doktrîna xwe ya ewlehî û leşkerî di bernameya atomî, bernameya moşekî û tiştên wekî wan de pênase kirine û bi heman pîvanê, xizanîkirina civakê, tepisandin û mista hesinî, gendeliya avahîsazî û bêxemî li hember daxwazên gel kirine beşek ji karaktera rêveberiya xwe.

Ger cezayan ji bo jiyana gel pirsgirêkên berfireh çêkirine, ji bo elîtên olîgarşîk, Fermandeyen Sipahê û derdora wan bûne çavkaniya rant û dewlemendbûnê. ‘’Karsazên cezayan’’ têgeheke pir rast e. Wan berjewendiyên kesî û komî û mayîna sîstemê û navenda bingehîn a hêzê ji jiyana çend nifş û bi mîlyonan mirov girîngtir dîtine. Ev hemû kes dizane. Lê tiştê ku niha divê em bipirsin ev e: Ma xeterîyen kûr nabînin?

Eşkere ye ku em ne ji çarenûsa hikûmeteke wisa nîgeran in; em ji wêrankariyên ku berdewamiya vê rewşê li ser gel tîne nîgeran in. Gel nan tune, av tune, ceyran tune, azadî û rûmeta mirovî tune. Em qet qebûl nakin ku li ser çarenûsa gel qîmar bê kirin. Siyaseta derve her tim dirêjkirina siyaseta navxweyî ye; ji hev cuda nabin. Komara Îslamî nikare krîzên derve çareser bike, bêyî ku di navxweyê de rewş bi awayekî bingehîn biguhere.

Çareserî ne di rêjeya dewlemendkirina atomî û cihê dewlemendkirinê û van hûrgiliyên teknîkî de ye. Çareserî di vegerandina hêz û îradeya siyasî ya ji bo gel de ye. Çareserî di rêveberiyeke bê exlaq û aqilmendî de nîne, lê di xîtabkirina civakê, kesên ku hatine awitin, jin, kêmnetew, gel, demokrasîxwaz, azadîxwaz û xêrxwazên vî welatî de ye. Ew kesên ku ji rewşa heyî bêzar bûne. Ew kesên ku li pey bazirganiyên taktîkî û demkurt û wergirtina para xwe ji keyka desthilatdariya zordar nînin, lê li pey guhertina naveroka siyasetê, şêwaz û cewhera rêveberiyê û ji nû ve pênasekirina têkiliya gel bi gel û gel bi avahiya siyasî ne.

Ji ber vê yekê, pirsa rewa ev nîne ku kîjan polîtîka dikare sîstemê rizgar bike? Pirsa rewa ev e ku Komara Îslamî ji ku û çawa divê van devijandinên kûr rast bike û vê hemû berdêla ku li ser gel hatiye sepandin telafî bike? Ma ev tiştekî gengaz e? Û ger gengaz be, ma di Komara Îslamî de aqlekî saxlem heye ku vê pêşîniyê bike navenda karê xwe? Bêhêvîbûn û nîgeranî di vê warê de bi temamî meşrû ye. Em bawer dikin ku her biryareke mezin ku bandorê li çarenûsa gel bike, bêyî beşdariya raya gel nikare pêş bikeve. Ger tiştek bi berjewendiyên gel re nakok be, divê nekeve nav rojeva tu hikûmetê.

Gelek kes tam ji ber vê yekê ku vê kapasîteyê di Komara Îslamî de nedîtine, daxwaz kirine ku jê derbas bibin. Eşkere ye ku Komara Îslamî kêmasiya sermayeya siyasî ji bo berdewamkirina rêveberiyê heye. Wekî sîstemeke damezrêner, an divê emeliyateke kûr di xwe de çêbike, an berdewamkirina vê rêgehê wê çavbirçîtiya hilweşîna wê lez bike.  

Mebesta me ji emeliyatê çi ye? Bersivên her hêzekê cuda ne. Reformxwaz li pey parvebûna di hêzê de û çareseriyên popûlîst in. Hikûmet tenê di navbera daxwazên sîstemê û dirûşmên popûlîst an di rewşa herî baş de îdîayên bêkar de diheje. Xameneyî piştî êrîşa Îsraîlê cihekî ne diyar heye û bi giştî, dengekî yekgirtî ku nîşan bide girîngiya demokratîzebûnê û vegerandina gel tê fêmkirin, nayê bihîstin.

Mebesta me ji gel, ew rêjeya sînordar a piştgirên Komara Îslamî an geleke bijartî nîne. Mebesta me bi mîlyonan mirovên ku para wan ji hêzê tune bûye, her tim hatine tepisandin, bi fermî nehatine naskirin û her tim berdêl dane. Mebesta me piraniya gelê Îranê ye ku dixwazin bi azadî, wekhevî û demokratîk bijîn.

Me weke PJAK’ê di van salan de gelek caran hişyarî li ser vê rêgehê dane. Pêşniyar kirine. Çareserî nîşan dane. Nexşerêgek kîşandine. Lê hikûmeteke ku ji hêza mutleq serxweş bûye, qet hîs nekiriye ku divê guh bide van daxwazên rewa. Lê niha em dibînin ku derengmayîna di pejirandina van pêşniyaran û daxwazan, çiqas zirar li gel kiriye. Ji bilî gel, niha sîstema xwe jî hest bi ne ewlehiyeke kûr dike.
Ji ber vê yekê bi kurtî, siyaseta derve bêyî guhertin di navxweyê de nikare destkeftiyên domdar hebe. Peymana muhtemel a atomî bêyî diyaloga bi gel re, bêyî çareserkirina pirsa azadî, demokrasî û wekheviyê, bêyî pejirandina berpirsyariya karesatên pirqatî yên ku encama rêveberiya Komara Îslamî ne, rê li ber ti cihan venake.

Siyaset hunera rêvebirina civakê ye. Ev huner nikaregrupcî, gendel, bê aqilaniya siyasî, biyanî ji civakê, dijminê jîngehê, teokratîk, nedemokratîk, navendî û zordar be. Em ji bo guhertina vê rewşê ji bo nîzameke demokratîk, civak-navend û jîngeh-navend amade ne, lê di heman demê de em qet nabin beşek ji reftarên rûxarî, taktîkî, xapînok û durû.

Çareserî divê cidî, kûr û stratejîk bin. Bi hindik endezyariya civakî, derxistina destûra çend konsertan, çend bernameyên rexneyî li televîzyonê an pêşkêşkirina wêneyên derewîn û nîşander ên azadiya cilûbergê, mirov nikare ber bi vê qonaxê ve biçe. Hewldanên takekesî û xapînok ji bo razîkirina demkurt a qata gewr, bê bingeha stratejîk in. Ev lîstikên ewlehiyê ne. Çarenûsa bi mîlyonan mirov bi lîstikên wiha nayê guhertin. Ev jî nabin rizgarkerê hikûmetê. Pirsgirêk rastî û bingehîn in. Çareserî jî divê wiha bin. Em hêj nizanin ka di dawiya maweya 30 rojî de peymanek çêdibe an na. Lê em dizanin ku vegerandina hejmareke mezin ji cezayên Encûmena Ewlehiyê, li ser jiyana hemû gel, bi taybetî kedkar, kesên ji derve hatine derxistin û kesên di bin xeta xizaniyê de dijîn, bandorên karesatbar dibe. Tiştek ku bêguman polîtîkayên şaş ên Komara Îslamî berpirsyarên wê ne.

Gel di rewşeke wiha de çawa dikare bandorê li guhertinan bike?

Ev pirsek girîng e; ji ber ku em li ser mijareke ku têkildarî gel, civak û çarenûsa wan e diaxivin, lê gel û civak di hemû biryardan û diyalogan de ne amade ne. Kes raya wan napirse, kes wan temsîl nake, kes nîgeranî û daxwazên wan nayene ziman. Rola ku Komara Îslamî ji bo gel dixwaze, temaşevanekî guhdar e; ku berdêlên encamên biryarên Komara Îslamî hilgirin û lêvên xwe jî ji bo nerazîbûnê venekin. Ev siyaseta şermok û qirêj e. Gel ne şayîste vê rewşê ye.

Guman tune ku rewşa ewlehiyê ya giran û tepisandinên Komara Îslamî bûne sedema vê rewşê. Lê ne nerealîst e ger em tekez bikin ku civak ji her demê zêdetir hewce ye dengê xwe bilind bike. Gel qet bêdeng nebûye û berdêlên mezin jî dane. Lê niha civak divê bêje: Tu hêzek nikare li ser çarenûsa min qîmar bike an bazirganiyekê bike. Ez li vir im. Ez mafên xwe dizanim, pêşîniyên xwe nas dikim û êdî vê rewşê qebûl nakim.

Ka gel çawa vê nerazîbûnê diyar bike, mijareke cuda ye; bêguman awayê wê yekalî nabe. Lê ev deng, ev ruh û ev nerazîbûn, meşrû, exlaqî, siyasî û li cihê xwe ye. Amadebûna gel li ser qadê jiyanî ye; ji bo ku bazirganiyên dijgelî neyên kirin û gel nebe qurbana tu peymanekê, divê rola ku Komara Îslamî ji bo wan pênase kiriye, ji her demê zêdetir red bike.

Naveroka vê amadebûnê ev e: Kes nikare peymanekê bike ku berjewendî, daxwaz û pêşîniyên me paşguh bike. Pêşîniya me mayîna sîstemê nîne; pêşîniya me jiyaneke azad û demokratîk e. Xwe dûrxistina ji dijminatiya bi welatên cîhanê re û aştî û dostanî bi hemû miletan re ye. Em ne bombe dixwazin ne jî dîktatorî. Azadî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet dixwazin.

Gel divê di her fersendê de, li her cihî ku dikarin û bi her awayê ku dikarin, vê ruhê di nav xwe de bihêz bikin û vê sînyalê ji her kesî re bişînin. Her peymanek ku mafên gelê Îranê bin pê bike, divê ji bo Komara Îslamî berdêl çêbike. Her berdêlek ku encama maceraperestî û dijminatiya Komara Îslamî bi cîhanê re be, divê li şûna jiyana gel, bibe para Komara Îslamî bixwe. Ev qanûna vê qonaxê ye.Ji ber vê yekê, kesek nabe bifikire ku bêyî xîtabkirina civak û gel dikare biryarekê bide.

Hinekî zêdetir li ser Kurdistanê bisekinin. Nêrîna we li ser asta amadebûna gelê Kurdistanê di vê serdemê de çi ye? Pêşîniyên gelê Kurdistanê divê çi bin?

Eşkere ye ku serdemeke nû li Rojhilata Navîn dest pê kiriye. Tiştê ku em weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dikin, li herêma me jî pîvanên nû wergirtine. Nîşaneyên wê kêm-zêde li gelek welatên Rojhilata Navîn têne dîtin. Ne serwerîxwazî û zordarî û dîktatorî, ne jî şer û destwerdanên derve, çareseriyeke guncaw ji bo van krîzan nabe. Gelek ji pirsgirêkan xwedî kokên kûr ên dîrokî, siyasî, hiqûqî û zihnî ne. Eşkere ye ku welatên herêmê êdî nikarin weke berê rêveberiyê bikin. Her kes neçar e ji bo ku di vê qonaxê de zirarê nebîne, polîtîkayên nû bigire ber xwe. Li Îranê û li Kurdistanê jî wisa ye. Kurdistan fersendek e ji bo demokratîzebûna Rojhilata Navîn û ji nû ve pênasekirina nîzama nû li herêmê. Kurdan îspat kirine ku hêzeke berpirsyar, nûjen, demokrasîxwaz û wekhevîxwaz in. Bi hevjîniya azad û dadperwer bawer in. Ne şerxwaz in, lê li hember her metirsiyekê ku li dijî hebûna wan hebe, xwe diparêzin. Kurd xeta sêyemîn temsîl dikin. Ji vê hêlê ve, helwesta civaka me, di nav şer û krîza Rojhilata Navîn de, fersendek e. Bêyî beşdariya Kurdan, Rojhilata Navîna nû nikare şekil bigire. Bêyî beşdariya Kurdan, tu projeyek li Rojhilata Navîn nikare bigihêje encameke diyarker. Kurdan nirx afirandine û xwediyên têkoşînan bûne ku dikarin ji bo gelên din ên Rojhilata Navîn îlhamê bidin. Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî yek ji mînakên wê ye. Têkbirina DAIŞ’ê mînakeke din a bi heybet e. Ev ne tenê aliyên partîk û avahîsazî ne. Lê ev çand, ev berxwedan û ev nirx di nav rîş û pelên civaka Kurdistanê de kûr bûne. Em weke ku me ragihandiye, ji bo her senaryoyê amade ne. Em ne li benda rizgarker û mucîzeyê ne, ne jî li benda kerema kesî ne. Têkoşînên azadiyê yên gelê Kurdistanê, li ser bingeha modernîteya demokratîk û bi pişta xwe spartina hêza xwe ya civakê pêş diçin. Bêguman, hesasiyeta vê qonaxê pir cuda ye. Gelê me divê rêfên xwe zêdetir yekgirtî bike. Hêzên siyasî divê bi hev re zêdetir hemaheng bin û hevkariyên stratejîk hebin. Hêz û enerjîya Kurdistanê divê yekgirtîtir û amadetir be. Di vê warê de, her kes divê bi berpirsyarî tevbigere. Kurdistanê gelek caran nîşan daye ku pêşengê demokrasîxwazî û azadîxwaziyê ye. Di vê qonaxê de jî wê xwedî vê karakterê be û tu projeyek li Îranê bêyî hevkariya û hemahengiya bi tevgera mafxwaz a gelê Kurdistanê re, şansekî serkeftinê nabe. Di vê warê de, her kes divê bawer be. Ev yek pêwîstiya diyalogên giştî di navbera hemû azadîxwaz, wekhevîxwaz û mafxwazan de zêdetir û eşkeretir dike. Hêj di vê warê de li asta Îranê kêmasiyên cidî hene. Her çendî rastiya Kurdistanê derengtir bê fêmkirin û hevkariya bi wê re derengtir bê kirin, ew qas şoka hêzên siyasî ji guhertinên paşerojê û bingeha avabûna berxwedanê û projeyên siyasî yên alternatîf zêdetir dibe.
Di asteke din de, em hinekî li ser performansa civakê binerin, civaka sivîl wijdanê civakê ye û bi bextewarî civaka sivîl li Kurdistanê pir zindî û çalak e. Bo nimûne, ronîbûna vê zindîtiyê di çalakiyên berfireh ên parastina jîngehê de tê dîtin ku hema hema hemû bi dilxwazî ne. Di van rojên dawî de, me dît ku biryarên tepisandinê li dijî mamosteyên Kurdistanê hatine derxistin. Bi sedan kes ji gel û çalakvanên sivîl di çalakiyeke nerazîbûnê û sembolîk de, li ser riya çiyageriya Avîyêrê meşiyan û daxwaz kirin ku ev biryarên derxistinê û surgûnkirinê bêne betalkirin. Ev tevgereke sivîl a li cihê xwe û berpirsyar e. Ji vir, ez sîlavê li yek bi yek ji wan û nerazîbûna wan a rewa û mirovî dikim.

Ev ruhê ku civaka Kurdistanê – û bi giştî civaka Îranê – pêwîstiya wê pê heye: ku li hember tepisandinê bêsebir nebin, bêdeng nebin, gel hev bin û giranî û nirxê bidin hev. Civakeke demokratîk û zindî divê wiha be. Komara Îslamî 24 saetan ji bo tepisandin û kontrolkirina gel hewl dide. Gel jî divê 24 saetan li hember tepisandinê û ji bo avakirina civakeke azad, mirovî û demokratîk li ber xwe bide. Ev berxwedan li Kurdistanê pir kûr û bi heybet e.

Ev ruhê tew di têkiliyên mirovî yên rojane de jî tê dîtin. Di mînaka dawî de, ciwanekî Seqizî li Bendava Mehabadê xeniqî û jiyana xwe ji dest da. Gelê Mehabadê çend rojan li tenişta malbata wî ciwanî hewl dan ku laşê wî bibînin. Wan gelê Seqizê bi tenê nehişt û di şîna wan de bi awayekî kolektîf piştgirî kirin. Civakeke berpirsyar, agahdar û wijdandar xwedî van taybetmendiyan e.

Ev çand divê di her warî de belav bibe û bibe îradeyeke siyasî û yekgirtî ya nebinketî. Her cihê ku berjewendiyên civakê bikevin metirsiyê, divê mirov têkeve nav tevgerê. Her cihê ku yekîtî pêwîst be, divê gav bê avêtin. Her cihê ku berxwedana sivîl hewce be, divê şekil bigire. Ev rewşeke li gorî şanaziya gelê Kurdistanê ye. Û di pîvaneke berfirehtir de, ev çandeke ku ez hêvî dikim li seranserê Îranê belav bibe. 

Belavbûna vê çandê wê bike ku tu hêzek nikaribe di tu warî de lingê xwe şaş deyne. Li hember zordarî û nîzameke nedemokratîk, tam ji vê rêyê tê derbaskirin. Ev tecrûbe û ev çanda têkoşînê divê li seranserê Îranê belav bibe.

Di hefteyên dawî de, helwestên we yên derbarê Tirkên Azerî de di nav civakên siyasî û medyayê de reaksiyon çêkirine. Nirxandina we ya li ser van reaksiyonan û bi giştî li ser têkiliya Kurd û Tirkên li Îranê çi ye?

Me gelek caran nîşana dilsoziya xwe ya li hember civaka Tirkên Azerî yên Îranê daye. Tevgera me bawerî û projeyên xwe yên siyasî bi eşkereyî, bê retûş û bêyî dilêşî diyar kirine. Bi eşkereyî ez radigihînim ku em bi yekîtiya stratejîk û hevjîniya mirovî û dadperwer bawer in. Ne Tirk weke metirsî dibînin, ne jî em bixwe ji bo wan metirsî ne. Têkbirin û lawazkirina ne Kurdan ne jî Tirkên tu carî ne vebijarkek e ku mirov bifikire. Berovajî vê, tevgera me nêrîneke teng a ax-xwîn-navendî li azadî û hevjîniyê nîne. Em hevjîniyê, wekheviyê, rêzgirtina ji hev û beşdariya azad û demokratîk weke bingeha têkiliyên xwe bi hemû civakan re, bi taybetî Tirkan, danîne.

Di vê warê de, em bawer dikin ku di rabirdûyê de helwestên şaş ji aliyê Tirk û Kurdan ve hatine diyar kirin. Em tu hêviyekê ji medya û grûpên ku ketine nav “fobiya Kurdî” û bi vê yekê berjewendiyên xwe yên siyasî dabîn dikin, nakin. Lê xîtabê me li hemwletiyên Tirk, ronakbîr û mirovên wijdandar û demokrasîxwazên wan e: Di vê qonaxa hesas de, divê diyalog, hevkariyê û têgihîştina ji hev bê hêzkirin. Ev helwesta me ya fermî ye. Her tiştekî ji bilî vê yekê, ger bi me ve bê girêdan, an ji nezanî û gumanên neheq tê, an jî berjewendiyên siyasî li pişt wê ne.

Ji ber vê yekê, me destê dostaniyê ber bi civaka Tirkên Azerî ve dirêj kiriye û em daxwaz dikin ku bingeheke nû ya têkiliyên stratejîk ên Kurd û Tirk li Îranê bê avakirin. Bi dilsozî em radigihînin ku ger nîgeraniyeke taybetî ji aliyê Tirkan ve hebe, em ji bo diyaloga rasterast amade ne. Bila platformên diyaloga demokratîk şekil bigirin. Me her tim ji bo diyalogên samîmî, dostane û bi rêzgirtina ji hev re bi nûnerên civaka Azerbaycanê re amade bûne. Dostanî û hevkariya bi wan re ji bo me nirxek e. Bingehê vê hevkariyê ne geşepêdana axê ye, belkî(lê) geşepêdana modela demokrasiyê ya hevpar û jiyana dadperwer a hevpar di cografyaya hevpar de ye.

Em bi pîvanên demokratîk bawer in û bawer dikin ku piraniya Kurd û Tirk jî heman daxwazê hene. Ne em ji bo Tirkan metirsî ne, ne jî em Tirkan weke metirsî li dijî Kurdan dibînin. Her du netew jî beşek ji rastiya dîrokî, siyasî û çandî ya vê herêmê ne. Hebûna wan ne di dijberiyê de, lê di hevgirtinê de wateyê dibîne. Îrana nû tenê bi vê zihniyetê dikare were xeyalkirin.

Di vê warê de, her erkeke ku ji bo dabînkirina ewlehiya hevparê Kurd û Tirkên li ser milên me bê danîn, em ê pêk bînin. Em ne tenê hêzek in ji bo parastina Kurdan û pêşxistina projeyeke demokratîk di nav wan de; lê em bawer dikin ku têkiliyên mirovî divê ji jêr ber bi jor ve bêne hêzkirin, modelên siyasî yên hevpar bêne çêkirin û karê hevpar bê kirin. Pêşketin û bextewariya Kurd û Tirk li Îranê divê di heman demê de û li tenişta hev bêne dîtin.

Em dixwazin Tirk vê wêneyê ji me re hebin û wisa me bibinin. Her têgihîştineke cuda ji vê, ti têkiliyê bi me re nîne. Her hêzek ku me bi zihniyeteke cuda tawanbar bike, di rastiyê de hewlek ji bo têgihîştina rastiya me nekiriye; ne ji bo diyalogê û ne jî ji bo fêmkirina bernameyên me. Ji ber vê yekê, em ne berpirsyarên dadbarî û klîşeyên şaş in. Me qet daxwazek ji bo diyalogê red nekiriye, tu bangewaziyeke ji bo hevkariyê bê bersiv nehiştiye û li hember nîgeraniyên muhtemel jî ne bêxem bûne.

Ji vê hêlê ve, em hêvî dikin ku mirovên wijdandar di nav Tirkan de van helwestan bi dilsozî û bêyî pêşdadîtin binirxînin. Em nahêlin tu hêz û tu bawerîyek cuda, di navbera Kurd û Tirkên de dijminatiyê çêbike. Her çendî rewşa Îranê hesastir bibe, hewcedariya ji nû ve pênasekirina têkiliyan, avakirina baweriyê ya du alî û diyalogên dualî û pir alî zêdetir dibe. Ev cografya nabe çavkaniya tirs û nîgeraniya kesî; berevajî vê, divê bibe mînakeke geş a hevkariya gelên wê û avakirina sentezeke nû, ewle, azad, demokratîk û îlhamwer: ji bo Tirkan, Kurdan, Xirîstiyanan û hemû civakan.

Em weke PJAK, ji niha ve destê hemû kesên ku bi hevjîniyê û paşerojê bi bawerî bi hêvî dikin, Spas dikin û silav û rêzen xwe pêşkeş dikin.

We behsa tevgera ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ kir. Em nêzîkî salvegera vê şoreşê bûne. Helwesta we li ser vê yekê çi ye?

Nerazîbûnên ku encama tevgera ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ bûn, mîrateyeke bi nirx afirandine. Gelek jiyan di rêya nirxên mirovî û azadîxwaz de hatine qurbankirin. Ev tevger aîdê hemû kesên ku dixwazin jiyaneke azad, wekhev, demokratîk û bi rûmet bijîn; Îraneke bê zordarî, dîktatorî, newekhevî, zilm û xefokan.

‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ ne tenê dirûşmek e, lê rêbazeke jiyanê û felsefeyeke kûr di têkoşînê de ye. Ev felsefe zindî û civane. Tu bîrdozî an nêzîkatiyeke din li Îranê nekarîbû bi vî awayî gel bi hev ve girêbide û hêvî û coş biafirîne. Êrîşên giran ên Komara Îslamî û hêzên zordar li dijî wê, ne bê sedem in. Tepisandin, kuştina kolanan, zîndan û êşkence nikarin wê ronahiyê ku ev tevgerê vêxistiye vemirînin.

Yek ji rêyên pêşxistina vê tevgerê, zindîhiştina bîranîna qurbaniyan, jiyandina nirxên afirandî û kûrkirina têkoşînên takekesî û kolektîf e. Em careke din bîranîna Jîna Emînî û hemû qurbaniyên tevgera ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ bilind dikin, bi wan re peymana xwe nû dikin û xwe bi berdewamkirina têkoşînên azadîxwaz û demokratîk dibînin.

Ji vir, em bang li hemû gelê xwe yê li hundirê Kurdistanê, li seranserê Îranê û li derveyî welat dikin ku bi her awayê ku dikarin, li her cihê ku dikarin, bi hev re bibin yek, nirxên demokratîk ên tevgera ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ temsîl bikin û bi ruhê wê yê bi heybet, yekîtî, hevgirtin û hevkariyê bikin bingeha xwe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berdana 3 girtiyan hate astengkirin
Nûçeya Pişt re Agirê Jiyan piştî 7 salan konserê dide
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PJAK’ê şehîd Kemal Pênciwênî û Sidîq Salyawayî bi bîr anîn

Komîteya Şehîdan a PJAK’ê bi boneya 8’emîn salvegera şehadeta Kemal Pênciwênî û Sidîq Salyawayî daxuyaniyek…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Bila dewlet gavê biavêje

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Kurtasiya fikrê gelê Kurd e ku berdêlên…

Ji aliyê Stêrk TV

Esad û malbata wî li Moskowayê ye

Hate ragihandin ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esad yê jê hatiye xistin û malbata wî li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Engîn Sever: Di festîvalê de em ê îradeya xwe nîşan bidin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Bêrîtan Amed û Çiya Rizgar li Qendîlê hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Saritaş: Pêvajoya çareseriyê bêyî plana stratejîk nameşe

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

DAŞÎ’ê berpirsyariya teqîna li Pakîstanê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?