Fîlmê anîmasyon ê ji xêzik-romanê hate amadekirin ê bi navê “Azadî wê bi ser bikeve – Bi xêzikan jiyana Abdullah Ocalan (Freedom Shall Prevail: The Struggle of Abdullah Öcalan and the Kurdish People)” li Londonê hate nîşandan. Fîlmê ku Îlham Bakir derhênerî jê re kir û ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ve hate amadekirin, senaryoya wê xwe dispêre berhema Sean Michael Wilson. Muzîkên fîlm jî ji aliyê Mehdî Ahmedipurian ve hatine amadekirin.
Galaya fîlm, ku di encama karekî demdirêj de hate amadekirin, 4’ê Nîsanê li Sînema Rio ya li Londonê hate kirin. Fîlmê ku di galayê de hate nîşandan û gelekî bal kişand, li gorî pirtûka “Azadî wê bi ser bikeve” hate amadekirin û bi rêya xêzikan jiyan û têkoşîna Rêber Apo hate nîşandan.
MIJARA FÎLM Û VEGOTIN
Fîlm bi wê mijarê destpê dike, ku jineke ciwan a li Londonê ji bo gotara xwe ya li ser Kurdan û Rêber Apo amade bike û li rojnameya zanîngehê biweşîne dest bi lêkolînê dike. Di vê çarçoveyê de jin a ciwan diçe mala dosta Kurdan Estella û li vê derê li çîroka jiyanê ya Rêber Apo guhdarî dike. Bi vegotinê re rastiya civakî û dîrokî ya gelê Kurd û Kurdistanê bi berfirehî tê vegotin.
Fîlm ku bi giranî bi dûblajê hatiye çêkirin, têkiliya navbera zarokatiya Rêber Apo û pêşketina wî ya fikrî, destpêkirina fikrê azadiyê û veguherîna têkoşîna civakî radixe pêş çavan.
Derhênerê fîlm Îlham Bakirr piştî galayê nirxandin kir, bal kişand ser tevgerên şoreşger ên di dîroka cîhanê de û anî ziman ku gelek tevgeran piştî windakirina lîderê xwe lawaz bûn an jî ji hev belav bûn. Bakir diyar kir ku di dîroka Kurdan de jî piştî qetilkirina Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemmed û Dr. Qasimlo heman êşê rû da û li Tirkiyeyê jî windakirina Mahîr Çayan, Denîz Gezmîz û Îbrahîm Kaypakkaya bandor li tevgerên wan kir.
Bakir destnîşan kir ku Nelson Mandela û Rêber Apo xwedî cihekî îstîsnaî ne û anî ziman ku herdu lîdera li gel mercên dîlgirtinê jî karîbûn têkoşînê dewam bikin. Bakir ragihand ku Rêber Apo li gel dîlgirtina xwe ya çaryeka sedsalekê jî bandora xwe ya fikrî û rêxistinî dewam kir û destnîşan kir ku di avabûna Şoreşa Rojava de ku modeleke jiyanê ya ji gelek nasname û baweriyan e, roleke diyarker lîst.
Piştî nîşandana fîlm, gala bi nirxandina beşdaran bi dawî bû.

