Pêncşem, 20 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Keskin Bayindir: Ev pêvajo ne ya temaşekirinê ye, ya beşdarbûn û guhertinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Ramazan Ocalan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Togan: Dixwazin Îrfan Yilmaz ê ji sedî 96 astengdar bi mirinê re rû bi rû bihêlin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Tekîn Goyî bi fedakariya xwe dihat nasîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baluken: Mercên Birêz Ocalan yek ji sernavê stratejîk ê çareseriyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK’ê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me nirxên pir mezin afirand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Fetwaya 47 sal berê têk çû, ji bilî demokrasiyê rêyeke din tineye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî nerazîbûn nîşanî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya 1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin dixwazin atolye bê dayîna mêrên ku çavkaniya tundiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li çiyayên Kurdistanê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
Kurdistan

Li çiyayên Kurdistanê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê komekî gerîlayên HPG û YJA Star’ê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin. Gerîlayan pîrozbahiya xwe bi konseptekî dewlemed û gelek watedar dan destpêkirin û meşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Di 4’ê Nîsanê de li her deverekî Mezopotamya dest diçin axê. Her tov, berû yan jî şitla ku tê çandin mîna nîşaneyên azadiya ku bi zehmetiyên mezin ve hatî bidestxistin mezin dibe û jîn dide xwezayê. Ev roj roja mizgîniya rizgariya ji tevahî koletî û kirêtiyan e. Bi vê nêzbûnê re gelê Kurdistanê û tevahî jin di rojbûna Rêber Apo de vejîna xwe dibînin û vê rojê pîroz dikin. Ji her demî jî zêdetir îsal 4’ê Nîsanê bi wateyên pir mezin tê pêşwazîkirin. Sekn û vîna Rêber Apo ya ku ji nav dîwarên stûr ên İmraliyê derketî, weke şewqekê xwe carek din gihand tevahî azadîxwazan.

Helbet ev şewqa Rêber Apo herî zêde jî li çiyayên Kurdistanê biriqî. Gerîlayên azadiyê yên ku ji silavên Rêber Apo hêzek pir mezin girtîn, îsal 4’ê Nîsanê bi kelecanek pir kûr pêşwazî dikin. Gerîlayên YJA Star û HPG’ê çawa ku di 8’ê Adarê û Newrozê de peyam û israra xwe ya di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dabûn diyarkirin, ev helwesta xwe di pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê de zêdetirîn ji kûrahî ve nîşan dan.

Li deverekî Herêmên Parastinê yên Medyayê komekî gerîlayên HPG û YJA Star’ê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin. Gerîlayan pîrozbahiya xwe bi konseptekî dewlemed û gelek watedar dan destpêkirin û meşandin. Di destpêka pîrozbahiyê de li pêşberî kursiyek vala gerîla rûniştin û dengê Rêber Apo guhdar kirin. Gerîlayan bi vê rîtûela sembolîk daxwaz û israra xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dan diyarkirin.

Di berdewamiya pîrozbahiyê de gerîlayan berûyên ji daristanên çiyayê Kurdistanê berhev kirine, çandin. Wekî tê zanîn her darek berûyê yên li çiyayên Kurdistanê heta roja îro mîna parazvanekî hevgirtî gerîla parast û li hemberî tevahî êrîşên dagirkeriyê kete nava berxwedanekî. Îro gerîlayan bi boneya 4’ê Nîsanê bi çandina van berûyan parastina xwe û xwezaya Kurdistanê qahîmtir kirin. Her wiha ew dixwazin li Kurdistanekî xwezaya hîn zêdetir şîn Rêber Apo pêşwazî bikin.

Watedarî di berdewamiya pîrozbahiyê de jî domiya. Gerîlayan ‘Rojbûna Te Pîroz Be Rêber Apo’ nivîsandin û li dora wê jî bi 77 meşaleyên ku temenê Rêber Apo sembolîze dikin agir dadan. Tê zanîn ku agir remza vejînê ye. Rêber Apo jiyanek wisa ku her roj mîna xwe ji xweliyên xwe nûde avabike jiya û ev vejîn kire malê tevahî gelê Kurd û jinan. Gerîlayên azadiyê ên ku ji me hemûyan zedetir vê wateya rojbûna Rêber Apo dibînin, îro li çiyayên azad bi derfetên xwe yên sînordar pîrozbahiyên wiha lidar dixin. Di dîmenekî wiha de wate û hestekî pir bilind xwe dide der ku ew jî bêrîkirina gerîla ya ji Rêber Apo re û helwesta wan a ji bo azadiya wî ya fîzîkî ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MKG’ê rapora meha Adarê weşand
Nûçeya Pişt re MSD’ê cejna Paskalyayê pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Pakistanê li dijî Talîbanê êrîşa hewayî: 11 mirî

Li rojavayê Pakistanê bi balafirên bêmirov a bombebarkirî êrîş li dijî Talîbanê hate kirin. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara koçberkiriyan zêde dibe

Hejmara koçberên Efrînî-Şehbayî yên ji Tebqa û Reqayê hatin koçberkirin zêde dibe. Pêwîstî bi piştevaniya…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtekên hevdîtina bi Rêber Apo re hate weşandin

Meclisê, girtekên hevdîtina sê parlamenteran û Rêber Apo weşand.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KNK’ê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me nirxên pir mezin afirand’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Fetwaya 47 sal berê têk çû, ji bilî demokrasiyê rêyeke din tineye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?