Endamên Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê Şehîdgeha Şehîd Dijwar a Hesekê ziyaret kirin.
Li goristanê destpêkê ji bo şehîdan rêzgirtin pêk hat. Piştre li ser navê gaziyan bi Kurdî Şîlan Kobanî bi Erebî jî Elî Ehmed daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka têkoşîna Tevgera Apoyî heya îro gelek qehremanên mezin derketine holê. Gaziyan bal kişand ser berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî dilsoziya bi şehîdan re dubare kirin. Hate destnîşankirin ku fermandar Egîd ji bo tevahî şoreşgeran sembola berxwedan û têkoşînê ye.
Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd Namirin, Bê Serok Jiyan Nabe, Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
LI KOMELEYA ŞEHÎD HOGIR BÎRANÎNA HEFTEYA QEHREMANIYÊ
Gaziyan li Komeleya Şehîd Hogir a Hesekê jî bi boneya Hefteya Qehremaniyê li kom bûn. Kombûnê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Piştre jî gaziyan têkildarî Hefteya Qehremaniyê nêrînên xwe parve kirin.
Li ser wate û girîngiya Hefteya Qehremaniyê axaftin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku Tevgera Azadiyê bi hezaran leheng û qehreman ava kirin û di şexsê hevrê Mazlûm û Egîd de ev xisûs bi rengekî pir vekirî xuya dike.

